Ji bo bibîranîna şehîd Zîlan li navenda Çand û Huner a Baqî Xido ya Kobanê şanoya “Zîlan” hate nîşandan.

15 listîkvanên koma Şehîd Yekta şano nîşandan. Ehme Muşîd û Necah Îbrahîm, derhêneriya wê kir. Koma Şehîd Çiya şano nivisiye û piştî xebatên du mehan, şano li ser dika Navenda Çand û Huner a Baqî Xido hate nîşandan.

Beriya şano were nîşandan, hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Eyşe Efendî behsa rola mezin a şehîd Zîlan kir ya ku şehîd Zîlan di nivîsandina dîroka jinan û Kurdistanê de pê rabûye.

Eyşe Efendî got, “Şehîd Zîlan dema ku gelê Kurd dihat qirkirin, canê xwe feda kir. Îro bi hezaran fedaî li ser şopa fikrên Zîlan in. Şehîd Zîlan dîrok guhert. Bi saya wê, jinan cihê xwe di tevahiya qadên jiyanê de girt.”

 

Bi şanoyê destanên şehîdan

Der barê şanoyê de derhênerê wê Ehmed Mûşîd got, “Em armanc dikin ku şanoyê bi pêş bixin, bi rêya wê dîroka herêmê û bûyerên lê qewimîne, destanên şehîdan bidin nasandin. Şanoya îro ji bo bîranîna şehîd Zîlan e ku bi fedakariya xwe dîrok nivisî.”

Têkildarî xebatên di siberojê de, Muşîd da zanîn ku ew amadekariyan dikin da ku tev li mihrîcana şanoyê ya li Şehbayê bibin ku dê di Mijdara bê de li dar bikeve.

Derhênera şanoyê Necah Îbrahîm jî bang li her kesî kir da ku tev li şanoyê bibin, tirsa derketina ser dikê bişikînin.

ANHA/KOBANÊ