
- Parlamenterê Danimarkî yê ji Lîsteya Yekîtiyê, Soren Sondergard got, “Kobanê ji bo me Lenîngrad e”.
Parlamenterê Danimarkî yê ji Lîsteya Yekîtiyê, Soren Sondergard got, “Kobanê ji bo me Lenîngrad e”. Wî ji êrişên dagirkeriyê jî nerazîbûn nîşan da û malaviya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî kir.
Sondergard bi rasthatina 1’ê Mijdarê, Roja Kobanê ya Cîhanê li NCDK ya Kopenhagenê beşdarî panelekê bû.
Sondergard berxwedanên li dijî faşîzmê yên di dîrokê de bi bîr xistin û got, “Kobanê ji bo nifşê me Madrîd, Stalîngrad e.
Ev serketina li dijî DAIŞ´ê nebûya, dinya îro wê di rewşeke gelekî cihê de bûya”.
Sondergard behsa êrişên delweta Tirk li dijî Rojava jî kir û got, “Heta ku rejîma Erdogan desthilat e li Tirkiyeyê, ew ê li dijî Rojava û xweseriya wê timî bibe tehlûkeyek. Yanî parastina Rojava jî elaqedarî demokratîkkirina Tirkiyeyê ye.”
Sondergard nerazîbûn nîşanî helwêsta hikûmeta Danîmarkayê da û got, “Ji sebra we ya ji bo jin û zarokên DAIŞ´iyan ên ku hikûemta Danîmarkayê dereng anîn, mala Rêveberiya Xweser ava. We di şerê li dijî DAIŞ’ê de evqas fedakarî kir, lê hûn neçar dimînin ku li piştgir û alîgirên DAIŞ’ê yên Danîmarkî jî miqate bin. Ev rewşeke kelevajî ye. Ji bo ku yên mayî jî em bînin, em ê hewl bidin.
Di têkoşîna li dijî şikandina dorgirtina li Kobanê de, wanên ku canê xwe û siheta feda kirin, em deyndarê wan in.”
KOPENHAGEN















