KNK û MXDŞ’ê Cejna Êzî pîroz kir

Şemî 17 Kanûn 2022 - 01:44

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) bi peyaman Cejna Êzî ya civaka Êzîdî pîroz kir. 

KNK´ê di peyama xwe de got; “Her sal li vê dema salê, ango li kintirîn rojên salê bawermendên Êzdayî sê rojan bi rojî dibin, ji bo jiyan li ser zemînê dewam bike bi nimêj û duayan ji Xwedayê mezin lavayan dikin da ku temenê rojê dirêj bike.

Bi hev re jiyan, aştî û aramiya civakê ji armancên herî bingehîn ên KNK´ê ye. Ji bo xwegihandina van armancan jî ked, kar û xebat pêwîst e. Em hêvîdar in ku liv û tevgera me hemûyan di vê arasteyê de be."

 

Vegerin ser warên xwe

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) jî daxuyaniyek da û got; “Em rojiyên Êzî pîroz dikin. Bi sedan sal in, dijimin ji bo koka me ya kevnar ji holê rake, ji her alî ve planên qirêj dimeşînin. Niha jî dixwazin Êzdiyan ji çanda wan a kevnar û ola wan dûr bixin. Li ser vî bingehî berê civaka me didin Ewrûpayê û nahêlin Êzdî li ser axa xwe ya pîroz vegerin. Tevî hemû planan, gelê me li çanda xwe xwedî derketiye.

Em bi hêvî ne ev cejn bibe wesîleya tifaqa gelê me û vegera tevahiya civaka me ya ji bo Şengalê. Taybet gelê me ku di nava konan de dimînin û heta niha li koçberiyê ne, êdî dem hatiye hûn biryara xwe ya vegera li ser axa bav û kalan bidin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.