EHMED SEMÎR / ANHA / REQA
Di naveroka destana Derwêşê Evdî de, 12 siwarên Kurd ên leheng bi pêşengiya Derwêşê Evdî, li dijî Osmaniyan şer kirin. Edûl jî evîndara Derwêş e, keça Mîr Temir Paşayê Milî ye, jineke Misilman e, sembola axê û mîrnişîniya Kurdî ye, ku divê ew siwar wê biparêzin.
Destana Derwêşê Evdî wateya rastîn a evîna ji bo jinan û welat, û lehengiya resen a Kurdan nîşan dide, Derwêş ev rastî çesipan û jiyana xwe ji bo herduyan feda kir. Dastan çîrokeke evînê ye ku di dîrokê de bûye efsaneyek û beşek girîng a mîrata devkî û stranbêjiya Kurdî. Ew sembola welatperwerî û fedakariya ji bo rûmetê ye. Ev dastan rihê berxwedan û yekitîya Kurdan li hember dijminan nîşan dide. Endamê Hunergeha Welat û hunermend Delîl Mîrsaz, der barê mijarê de got dike: "Ev xebat ne tiştekî jixweber bû, lê ew beşek ji nêrîn û armancên zelal a hunergehê ye, ku dixwaze kelepor û mîrateya muzîka gelêrê ya ku li Kurdistanê zindî bike. Gelek ji wan stranan hîna di bîra civakê de hatine parastin, lê heta niha bi awayekî hunerî nehatine belgekirin û parastin. "
Çima Derwêşê Evdî?
Tevî ku di dîroka Kurdan de gelek destanên qehremanî hene, lê Mîrsaz dibêje, "me bi taybet destana Derwêşê Ebvî hilbijart ji ber ku ew hîn jî di bîrdana xelkê de zindî ye û ji ber ku ew dişibihe rastiya me ya îro. "
Mîrsaz destnîşan kir ku di vê destanê de, mirov êşa komployên li dijî gelê Kurd hatine kirin dibîne û awayên lehengî, berxwedan û serhildanê jî dibîne, niha jî em vê rewşê dijîn. Tiştê ku li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî qewimê, heman êşa Derwêş û Edûlê ye ku di wê demê de dikşandin, dîrok xwe dubare dike û berxwedan berdewam e.
Şêweya hunerî ya berhemê
Delîl Mîrsaz diyar kir ku wan hewl daye ku vê destanê bi şêweyekî dîtbarî yê balkêş û xweşik nîşan bidin û got: "Me klîpeke kevneşopî çênekir. Berevajî vê, me ew bi şêwazeke sînemayê û strana şanoyî kişand, me dîmen, drama û stranbêjî, bi rengên cuda û derbirîneke hunerî ya nûjen bi kar anî."
Çima li Reqayê?
Der barê sedema ku klîb li Reqayê hatiye kişandin, Mîrsaz ev agahî dan, "Me dixwest ku em dîmenan li Çiyayê Ebdulezîzê bikişînin, şert û mercên ewlehiyê û derfetan rê nedan em li wir bikişînin. Lewma me Reqa hilbijart, ku ji bo kişandina dîmenên hespan û destanê hawîrdorek guncaw peyda dibû, nêzî 35 ta 40 siwar beşdrî kişandina dîmenan bûn, ku hîn baştir dîmen nêzî rastiyê bûn. "
Li pişt perdeyê
Mîrsaz anî ziman ku, zêdetirî 120 kesan beşdarî xebatê bûn, di nav wan de lîstikvan, teknîsyen, siwarên hespan, muzîkjen û pisporên dekor û cil û bergan hebûn. Xebatên kişandina dîmenan 6 rojan bi şev û roj dewam kir, ji ber ku hawîdor guncaw bû xebatên kişandinê bi hêsanî û profesyonel pêk hatin.
Mîrsaz destnîşan kir ku gotinên klîbê ji nivîsên gelêrî yên kevnar hatine wergirtin, her wiha ji hin tomarên dengbêjiyê yên hin dengbêjan, mîna "Bavî Selah".
Bîrdana stranbêjiyê vedijînin
Mîrsaz der barê armanca wan a ji nû ve pêşkêşkirina destanê got: "Em dixwazin bîrdana stranbêjiya gelêrî ya Kurdî vejînin û bi awayekî pêşkêş bikin ku nifşên niha bikaribin guhdarî bikin. Destan, wekî ku ji hêla hunermendê nemir Baqî Xido ve hatiye gotin, şeş saetan dom dikir, lê îro, civak êdî nikare bi formata ewqas dirêj guhdarî bike. Wekî din, tomarên kevin pir caran bi kalîteya deng a nebaş dihatin çêkirin.
Hunergeha Welat berî 6 mehan dest bi xebatên amadekirina klîpê kiribû û biyar da ku di nav çend rojan de were weşandin.