Hevseroka Partiya Çep a Elman Katja Kîppîng bi daxuyaniyekê, êrişên giran ên dewleta Tirk ên li ser HDP'ê şermezar kir û bi bîr xist ku rojên dawî bi sedan HDP'î hatine girtin û pêr jî ji bo rakirina mafê destnedana parlamenteriyê ya 9 wekîlên HDP'î fezleke ji bo meclîsê hatine şandin û xwest ku ev zext tavilê bi dawî bibin.

Katja Kîppîng ji Wezîrê Karê Derve yê Elmanyayê Heîko Maas xwest ku bi gotinên eşkere zext û êrişên li Tirkiyeyê yên li ser wekîlên hilbijartî, şermezar bike û got: "Divê binpêkirina mafên demokratîk ên bingehîn li Tirkiyeyê ji aliyê Serokkomarê Tirk Erdogan ve, ji nedîtî ve neyên."

Hevseroka Partiya Çep Kîppîng her wiha bêdengî û helwesta Partiya Sosyal Demokrat (SPD) a hevparê hikumeta Merkel jî rexne kir û got, "Divê ji hikumeta federal bê pirsîn; gelo hûn nirxên mafên mirovan û demokrasiyê li gorî hesabê berjewendiyan dinirxînin?"

NAVENDA NÛÇEYAN