Kîna me dibe têkoşîn

Nûçeyên Dîaspora

Pêncşem 25 Tebax 2022 - 21:33

  • Komkujiyên dewleta Tirk ên li dijî jinên Kurd li bajarên Elmanyayê Hamburg, Duisburg û paytexta Fransayê Parîsê hatin protestokirin.

MEHMET ZAHÎT EKÎNCÎ / HAMBURG

Qomkujiyên dewleta Tirk ên li dijî jinên Kurd li bajarên Elmanyayê Hamburg, Duisburg û paytexta Fransayê Parîsê hatin protestokirin.

Meclîsa Jinan a Hamburgê Rojbînê li ber stasyona trênan a li taxa Sternschanzeyê mîtîngek li dar xist. Di çalakiyê de Kongra Star, Meclîsa Jinan a Hamburgê Rojbînê, nivîskar û aktîvîst Anja Flach û Defend Kurdistanê daxuyanî dan. Wan got, êrişên li dijî sivîlan hem li gorî hiqûqa mafê mirovan û hem jî li gorî hiqûqa navneteweyî sûcê dema şer e. 

Jinên ku beşdarî mîtîngê bûn ji ber bêdengiya dinya alemê nerazîbûna xwe nîşan da û got, ev bêdengî cihê şermê ye. 

Nûnera Kongra Starê Nesrîn Rojava jî di çalakiyê de amade bû. Wê dewletên bi bêdengiya xwe cesaretê didin êrişên dewleta Tirk rûreş kirin û wiha peyivî: “Ev welat cesaretê didin  Erdoganî û ew jî wiha van komkujiyan dike. Di destê van jinên ciwan, zarok de sîleh nebû.” Wê di dawiyê de got, ev kîna wan a beramberê komkujeran wê veguhere têkoşînê.

Êrişê dibin îradeya azad a jinan

Medya Rojhelatî jî dibêje “Ev êriş li dijî îradeya azad a jinan hemûyan in. Divê jin li dijî komkujiyan bi hev re têbikoşin.”

Ji Meclîsa Jinan a Hamburgê Rojbînê, Leyla Kaya jî dibêje, “Gava mesele canê jin û zarokên Kurdan in, her kes xwe kerr dike. Li hemberî vê bêdengiyê em ê li her derî dengê xwe bilind bikin û helwêsta xwe nîşan bidin.”

Gulten Munzur a ji Bakurê Kurdistanê jî dibêje, “Dixwazin bi qetilkirina jin û zarokan pêşiyê li şoreşê bigirin. Çi dibe bila bibe, em ê ji bo aştiyê her li meydanan bin.” 

Nebin şirîkê komkujiyan

Li Duisburgê jî çalakî bi pêşengiya Meclîsa jinan a Asya Yuksel hat lidarxistin. Xwepêşanderan êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk protesto kir û bang li civakê kir ku li dijî dagirkeriyê çalak be û ji raya giştî ya navneteweyî jî xwest piştgiriyê bi Kurdan re bike.

Konseya Demokratîk a Kurd a Fransayê (CDK-F), Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F), TCŞ, Têko-JIN’ê jî li paytexta Fransayê Parîsê bi daxwaza “Asîmanên Rojava li Firrînî Bigirin” li ber sefareta Rûsyayê daxuyaniyek da çapemeniyê. wan bang li welatên garantor û dewletên ewrûpayê kir da ku nebin şirîkê komkujiyan.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.