- Turkan Elçî: ’’Li pêşberî me dîwarekî beton heye. Em şeş sal in li ber guhê edaletê yê ker diqîrin, wekî ku em di nava valahîya dinyayê da biqîrin. Kî me dibihîze?’’
Di salvegera qetilkirinê de Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî hate bibîranîn.
Parêzer Tahir Elçî 28’ê Mijdara 2015’an dema ku li ber Mînaraya Çarling a Sûrê daxuyanî dida hate qetilkirin.
Di salvegera şeşan a qetilkirina Elçî de parêzer li ber Edliyeya Amedê hatin cem hev û heta bi cihê ku Elçî lê hatî qetilkirin bi cibeyên xwe meşiyan.
Hevjîna Elçî Turkan Elçî, Hevseroka DPB’ê Salîha Aydeniz, Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, wekîlê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu û her wiha serokên baroyên Enqere, Izmîr, Edene, Mêrsîn, Entalya, Sînop, Eydin û herêmê hazir bûn.
Parêzer bi pankarta bi nivîsa, ‘’Em te ji bîr nakin’’ meşiyan û bi dirûşmeya gotin, ‘’Tahir Elçî nemir e, şehîd namirin.’’
Destpêka serdemeke tarî
Li ber Mînaraya Çarling saet 10:53’an dema Elçî hatî qetilkirin deqeyek rêz hate girtin.
Serokê Baroya Amedê Nîhat Eren di bîranînê de axivî. Eren got, ‘’Qetilkirina Tahîr Elçî ya di 28’ê Mijdara 2015’an de di heman demê de serdema pêvajoyeke ku Tirkiye ji demokrasî û aştiyê dûr ketiye. 6 sal piştî vê cînayeta ku destpêka serdemeke tarî ye, ji bo aşkerabûna kiryaran tu daxwaz û vîn derneketiye pêş. Li ser israra Baroya Amedê û parêzerên malbata Elçî, piştî bi ser kuştina wî 4 sal û nîv derbas bûn îdîaname hate amadekirin û li ser vê yekê dozgeriyê karî derheqê 3 polês û endamekî rêxistinê de dozê veke.”
Yek ji hêjayên Kurdistanê bû
Eren, da zanîn ku manupulekirina lepirsînê ya ji aliyê wezîfedarên saziyên edaletê ve skandal e û wiha peyivî: “Qetilkirina Tahîr Elçî cînayeteke sivik û jirêzê nîne. Tahîr Elçî jî weke yek ji hêjayên Kurdistanê, bi cinayeteke siyasî hat qetilkirin. Weke Baroya Amedê em ji roja destpêkê ve dibêjin, ronîkirina vê cînayeta siyasî wê bi îradeyeke xurt a siyasî pêkan be. Ahmet Davutoglûyê ku di wê demê de serokwezîrtî dikir, di daxuyaniya xwe ya li vî bajarî ya piştî 5 salan de careke din em piştrast kirin ku cînayet ‘sûîqesteke siyasî’ ye. Deynê saziya siyasî û dadgeriyê ye ku ev doz li gorî giraniya xwe ya siyasî û bîranîna navê Tahîr Elçî pêk were.’’
Li ber guhê edaletê yê ker
Piştî Eren hevjîna Tahîr Elçî, Turkan Elçî axivî û got, ‘’Li pêşberî me dîwarekî beton heye. Em şeş sal in li ber guhê edaletê yê ker diqîrin, wekî ku em di nava valahîya dinyayê da biqîrin. Kî me dibihîze? Bila bê zanîn ku xeyala welatekî ku em bi hêvî, bawerî û di nav aştiyê de bijîn û rêya li hev kirinê di vê kolanê re derbas dibe. Îro li gel ku 6 sal di ser re derbas bûne jî em gotina ‘em çek, pevçûn, operasyon, şer naxwazin’ ya miriyekî dubare dikin, li dijî kuştinê disekinin û xwedî li mîrateya ji me re hatiye hiştin derdikevin. Ji bo ku ev mîrateya me dewrgirtî xurt bibe careke din bi gotina edalet, edalet, edalet qîr dikin.”
Piştî axaftina Turkan Elçî qûrnefîlên sor û lolîpopên hatin hilgirtin, danîn li ber Mînareya Çarling.
AMED