- Yekşemê hilbijartin li Hessenê heye. Hûnê çawa dengê xwe bidin?
- Ji bo hilbijartina Meclîsa Şaredariyê (Stadtverordnetenversammlung): Welatiyên Elmanyayê û welatiyên dewletên Yekîtiya Ewrûpayê yên di ser 18 salan re yên ku beriya 14´ê Adarê herî kêm bi 6 hefteyan li bajar, navçe yan jî gundê lê dimîne îqamet dikin, dikarin dengê xwe bidin.
- Ji bo hilbijartina Meclîsa Biyaniyan (Ausländerbeirat, Kommunale Ausländerinnenvertretung KAV): Koçberên nebûyî welatiyê Elmanyayê û her wiha yên bûyîn welatiyê Elmanyayê, yên di ser 18 salan re yên ku beriya 14´ê Adarê herî kêm bi 6 hefteyan li bajar, navçe yan jî gundê lê dimîne îqamet dikin, dikarin dengê xwe bidin.
Çawa deng tê dayîn?
Bi qasî endamên bikevin Meclîsa Şaredariyê yan jî Meclîsa Biyaniyan, dengên her hilbijêrî hene.
- Heger kesek bixwaze dengê xwe bide namzetên di lîsteyên cihê de, ew dikare heta bi 3 dengan bide namzeteke/î di lîsteyekê de û heta bi 3 dengan bide namzeteke/î di lîsteyeke din de.
- Heger hûn dixwazin di lîsteyekê de dengê xwe bêhtir bidin namzetekî, hûn dikarin li ser çarçikên li cem navê vê/vî namzetê/î nîşana ´x´ (herî zêde 3 caran) deynin.
- Heger hûn dixwazin lîsteyekê bi temamî destek bikin, hingê hûn dikarin li ser xeleka mezin a li cem navê lîsteyê nîşana ´x´ deynin. Hingê dengên we ji tevahiya namzetên wê lîsteyê re diçin.
- Heger hûn dixwazin hem lîsteyê û hem jî namzeteke/î diyar a/ê di lîsteyê de destek bikin, hûn dikarin dengê xwe bidin lîsteyê û wan çarçikên li cem navê namzetên hûnê destekê bidin wan jî bi ´x´ (herî zêde 3) îşaret bikin. Hingê dengên yên we dayî namzetan ji dengên giştî tên kuştin û dengên mayî li lîsteyê tên belavkirin.
- Namzetên ku hûn destekê nadin wan jî, hûn dikarin bi xîşkên li ser wan bixin, nîşan bikin. Hûn dixwazin dengê xwe bidin lîsteyekê, lê naxwazin ji wê lîsteyê dengê xwe bidin namzetekî yan jî hin namzetan; hingê hûn lîsteya xwe hildibijêrin, û ser wan navên hûn naxwazin xîşk bikin.
NAVENDA NÛÇEYAN
Li du eyaletan hilbijartinên eyaletê
Li Baden-Württemberg û Rheinland-Pfalzê 14´ê Adarê hilbijartina parlamenên eyaletê heye.
Di vê hilbijartinê de kî dikare dengê xwe bide: Welatiyên Elmanyayê û welatiyên dewletên Yekîtiya Ewrûpayê yên di ser 18 salan re yên ku beriya 14´ê Adarê herî kêm bi 3 mehan li bajar, navçe yan jî gundê lê dimîne îqamet dikin, dikarin dengê xwe bidin.
Li aliyekî kaxeza deng mirov dengê xwe dide namzetê destekê didiyê û li aliyê dide partiya xwe.