Ev 5 roj in daristanên Dolebî yên Merîwanê dişewitin. Hawîrdorparêz çiqasî hewl bidin jî heta şewat û agir nehatiye kontrolkiirin. Herçî rayedarên hikûmeta Îranê ne, şewitîna daristanên kurdistanê ne xema wan e.
Agir 1’ê Tîrmehê girte daristanên gundên Derwêran û Dolebî yên ser bi Merîwanê. ji hingê ve agir li devere berfereh belav dibe. Gelek ruhberên li daristanan jî di şewatê de mirar dibin.
Hawîrdorparêz û Encamên Meclîsa Kesk a Çiya, ev 5 roj in tevî metirsiyê jî hewl didin agir vemirînin, lê heta niha nekarîne agir kontrol bikin.
Ew kesên ku ji bo vemirandina agir çûne herêmê, diyar dikin ku agir ji kontrola wan derketiye û êdî nikarin kontrol bikin. Tevî vê jî berpirsên parêzgeha Sine û bajarê Merîwanê heta niha bêdeng in û ji bo vemirandina agir hîç hewl nadin.
Artêşa Îranê û rêveberiya Îranê berpirsên sereke yên şewata daristanên Rojhilatê Kurdistanê tên dîtin. Ew bi qest ji bo ku hêzên Kurd nekaribin li herêmê bihewin agir bi çiya û daristanên Kurdistanê dixin.
SINE