Li Bedlîsê, şewata li daristanê ev çar roj in dewam dike. Ji bo vemirandina şewatê tiştek nayê kirin. Heta niha bi hezaran hektar şewitîn. Jixwe leşkerên dewleta Tirk li gelek deveran ferman daye cerdevanan ku yek dara tenê jî nehêlin û daran bibirrin.
Agir 30'ê Tebaxê li herêma Ava Weqfê ya Bedlîsê bi daristanê ketibû. Şewat niha gihişt daristana li ser rêya Bedlîs û Sêrtê.
Li gundê Hurmuzê yê navçeya Motkiyê xelkê herêmê belavbûna şewatê asteng kiribû.

Şewat niha li quntara Çiyayê Boz dewam dike. Li gorî çavkaniyên cihî, di nava sê rojan de bi hezaran hektar şewitîn.

BEDLÎS