Keysa xwe lê bîne şantajê dike

Duşem 11 Tîrmeh 2022 - 22:12

  • Salih Muslim: Dibêjin, destûr dane dewleta Tirk. Dibe. Lê em baweriya xwe bi hêza xwe tînin. Heger dewleta Tirk êriş bike, em ê xwe biparêzin. Hem weke milet amadekariyên me hene, hem jî weke YPG, YPJ û QSD'ê tecrûbeyên me hene. 

ERKAN GULBAHÇE

Di civîna bilind a NATO'yî ya li paytexta Spanyayê Madrîdê, di navbera dewleta Tirk, Swêd, Fînlandiya û sekreterê giştî yî NATO'yê Jens Stoltenberg de civînek pêk hat û di encamê de van her sê dewletan memorandumek îmze kir. Bi vê memorandumê dewleta Tirk di berdêla dijminatiya li Kurdan de qebûl dike ku Swêd û Fînlandiya bibin endamê NATO'yê. Di memorandumê de bendek heye ku pê Swêd û Fînlandiya soz didin ku ew ê alîkairyê bi YPG û PYD'ê re nekin. 

Em bi hevserokê PYD'ê Salih Muslim re li ser vê memorandumê, peywendiyên Swêd û Rojava û tesîra memorandumê ya muhtemel a li Rojavayê Kurdistanê peyivîn. 

Tu memoranduma Tirkiye, Swêd û Fînlandiyayê li Kurdan û nexasim li dijî Rojava çawa dinirxînî?

Dewleta Tirk ji damezrandina xwe ve her siyaseta şantajê bi rê ve bir. Piştî salên 1970'yî ev zêde kir. Me ev şantaja dewleta Tirk di dema hevdîtinên ji bazara hevpar a OECD'yê de dît. Di dema hevdîtinên ji bo endametiya Yekîtiya Ewrûpayê de jî me ev siyaseta şantajê ya Tirkiyeyê dît. Di temamê mijarên muhim de kengî keysa xwe lê bîne, dewleta Tirk şantajê dike. Nexasim li dijî Ewrûpayê ew her şantajê dike.

Ji bilî şantajê ew operasyona xirakirina têgihiştinê kî bi rê ve dibe. Carinan bi şantajê bi ser dikeve û carinan bi ser nakeve. Di meseleya endametiya NATO'yê ya Swêd û Fînlandiyayê dewleta Tirk siyaseta şantajê meşand. 

Hêza Tirkiyeyê ji NATO’yê tê. Nexasim di şerê xwe yê li dijî Kurdan de ji NATO’yê sîlehan û gelek tiştan dikire. Lê di şerê li dijî Kurdan de dewleta Tirk qaîde û rêgezên NATO'yê jî binpê dike û heta bi sîlehên kîmyewî jî bi kar tîne. 

Swêd û Fînlandiya ne endamên NATO'yê bûn û serbixwe bûn ji NATO'yê. Ji ber wê dewleta Tirk bi wan nekarî. Lê niha, di meseleya endametiya NATO'yê de Swêd û Fînlandiya bi Tirkiyeyê re li hev kir, hatin merhaleyekê, em dikarin bibêjin teslîmî wê bûn. Ew ê li gorî daxwaza dewleta Tirk hiqûqa xwe dîzayn bikin. Miletên van welatan wê vê lihevkirinê qebûl nekin. Lewma bi vê lihevkirinê mafên demokratîk ên gelan tên desteserkirin. 

Wan firotina sîlehan piştî dagirkeriya 2019'an sekinandibû. Niha dîsa wê bifiroşin. Sîlehên ku Swêd û Fînlandiya bifiroşin delweta Tirk wê dîsa li dijî Kurdan bên bikaranîn û xelkê bêguneh bikujin. Siyasetvan û xelkê Swêdê wê vê qebûl nekin. Em rêzê ji biryarên her du dewletan digrin, lê nabe di mesleya endametiya xwe ya NATO'yê de li dijî Kurdan bazarê bikin.  

Ev memorandum wê tesîreke çawa li têkiliyên Swêd û Rojava bike; helwêsta Swêd û Fînlandiyayê ya beramberî Rojava gelo wê biguhere?

Jixwe weke PYD yekser bi van dewletan re peywendiya me nîne. Peywendiyên me bi hin partiyên siyasî û civaka sivîl re heye. Swêd parçeyek ji koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê ye. Di vê çarçoveyê de hin hevdîtin çêdibin. Hikûmeta Swêdê yekser ti alîkarî nekiriye.

Wan alîkariya xwe jî di ser saziyên alîkariyê yên navneteweyê, Xaça Sor û Heyva Sor re dikir.

Hin hevalên me li ser vexwendina saziyên civaka sivîl bi vîze çûn Swêdê. Vê dema dawiyê Weqfa Olof Palme ji bo çareseriya mesleya Sûrî, rêzecivîn organîze kirin; wan nûnerên QSD û MSD'ê jî vexwendin. Ji bilî vê li wir ti karê zêde yê em dikin nîne.

Dewleta Tirk hewl dide PYD, YPJ û YPG jî weke rêxistinên terorîst nîşan bide… 

Jixwe, Tirkiye ji bo her Kurdî dibêje, endamê PKK'ê ye, terorîst e. Jixwe hebûna PKK'ê di lîsteya rêxistinên terorîst de neheqiyeke mezin e. Ti êrişa PKK'ê ya li derveyî qanûna ne li Ewrûpa ne li devereke din a dinyayê nebûye. Di ser PKK'ê re weke terorîst nîşandana me, siyaseta dewleta Tirk e. Dewleta Tirk hewl dide YPG û YPJ’ê bixe hedefa NATO’yê. Lê rastî ne ev e. Koalîsyona Navneteweyî ya ku gelek endamên wê endamên NATO'yê ne jî, rojane bi PYD, YPG û YPJ'ê re dipeyivin. Kes ji wan van tohmetan nake. 

Bi PKK'ê re têkiliyên îdeolojîk hene. PKK îdeolojioyek, fikrek, felsefeyek e. Ereb jî gelek miletên din jî vê fikrê qebûl dikin. Vêca, Tirkiye wê rabe û van hemûyan, terorîst îlan bike. 

Gelo encamên vê wê li hewldanên dagirkirina Rojava yên Tirkiyeyê bibe?

Hêzên li deverê, çi Emerîka, çi Rûsya, çi Îran û çi rejîma Şamê, hemûyan eşkere da zanîn ku ew li dijî êrişeke bi vî rengî ya dewleta Tirk in. Lê ew dikare dîsa jî hewl bide dagirkeriyeke nû bide destpêkirin. Em amadekariyên xwe li gorî vê dikin. Lê rastî ev e ku konjuktur ne li xêra Tirkiyeyê ye.

Lê Tirkiye dikare di pêvajoya hilbijartinê de êrişî Rojava bike û bide dûv serketineke sexte û qelp.

Dibêjin, destûr dane dewleta Tirk. Dibe. Lê em baweriya xwe bi hêza xwe tînin. Heger dewleta Tirk êriş bike, em ê xwe biparêzin. Hem weke milet amadekariyên me hene, hem jî weke YPG, YPJ û QSD'ê tecrûbeyên me hene. Heger dewleta Tirk heta îro êriş nekiriye, sedema wê ew e ku nizane em ê çawa li ber xwe bidin û bersiveke çawa bidinê; ji ber wê sekiniye. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.