Kevneşopa çapemeniya azad zindî hişt
În 8 Tebax 2025 - 03:55
- Beriya 11 salan rojnamevan Denîz Firat di êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li ser wargeha Mexmûrê de şehîd bû. Hevrêya wê Bêrîvan Tûnç bibîr xist ku Denîz Firat berxwedana li dijî êrîşên DAIŞ'ê heta nefesa xwe ya dawî bi belgeyan raxist pêş çavan.
Di 8’ê Tebaxa 2014’an de DAÎŞ’ê êrîşî Mexmûrê kir û di êrîşê de rojnameger Denîz Firat (Leyla Yildiztan) şehîd bû. Denîz Firat bi kameraya xwe êrîşa DAÎŞ’ê qeyd kir û ji cîhane re ragihand û cenazeya wê li navçeya Ebexê ya Wanê bi girseyî hate definkirin. Denîz Firat di sala 1984’an de li gundê Xecê Xatûn ya Ebexa Wanê hat dine û di 6 saliya xwe bi zextên dewletê re rûbirû ma. Ji ber zextên dewletê malbat neçar ma koçî Îranê bike. Malbat demekê li Îranê dimîne û di sala 1991’ê de derbasî herêma Xakûrkê ya başûrê Kurdistanê dibe. Denîz Firat êrîşên KDP, YNK û Tirkiyeyê yên li hemberî PKK’ê re şahidî kir, di wê pêvajoyê de Bêrîtan (Gulnaz Karataş) nas kir û jê bandor bû. Li hemberî êrîşên dewletê di sala 1992’an de tevî xwîşka xwe Sarya beşdarî refên azadiyê bû. Xwîşka wê Binevş (Ayfer Yildiztan) di sala 1997’an de li Zapê şehîd bû. Xwîşka wê Sarya jî di 8’ê Tebaxa 1999’an de şehîd bû. Denîz Firat û Sarya bi hev re tevli refên azadiyê bûbûn û her du jî di 8’ê Tebaxê de şehîd bûn. Denîz Firat di sala 2007’an de ji bo pêşvebirina rojnamegeriya jin dest bi rojnamegeriyê kir. Bi salan kovara Tanriça Zîlan de xebitî û di heman demê de di radyoya Dengê Welat de bernameya ‘Rojeva Jin’ pêşkeş kir. Di Konferansa Çapemeniyê ya sala 2014’an de wek endama koordînasyonê cih girt û piştre derbasî Mexmûrê bû û li wir ji bo rojnameya Rojeva Welat, Stêrk TV, JINHA, Rojnews, ANF’ê nûçe çêkir.
Bû dengê xelkê Êzidî
Dema DAÎŞ’ê di 3’ê Tebaxa 2014’an de êrîşî Şengalê kir, komkujî û hovîtiya ku hatibû serê Êzidiyan ji ji cîhanê re ragihand. Denîz Firat di nivîseke xwe de wiha behsa qetlîamê kiribû:“Di komkujiya Şengalê de bi hezaran kes hatin kuştin. Wêneyên ku hatin kişandin şahidî ji vê hovîtiyê re kir. Kesekî ku ji qetlîamê rizgar bû got ku ‘we tenê kesên ku mane kêşand’. Zarokên vê axê çima wisa tên cezakirin? Ma Êzidî ne ji ber wê? Hincet tene ev e. Ger ev wek hincetekê were destnîşankirin şaşiyeke mezin e. Di roja me ya îro de ol wek parçeyek siyaseta qirêj tê dîtin. Lê tekane hinceta komkujiya Şengalê ev nîn e. Komkujiya Şengalê li hemberî yekitiya Kurdan peyamek e.”
Em ê li herderê bibin dengê gelan
Rojnameger Bêrîvan Tûnç di salvegera 11’emîn a qetilkirina Denîz Firat de axivî û bi bîr xist ku di sala 2014'an de DAIŞ'ê gelê Kurd hedef girt û got:"Armanca vê zîhniyeta çete, tinekirina gelê Kurd û nasnameya wan bû. Êrîşeke bi armanca valakirina Kampa Mexmûrê bû. Gerîlayên HPG, YPG û YJA-STAR'ê ji bo rûmeta gelê Kurd biparêzin li dijî vê çeteya ku netewe dewletan şer kirin. Ne tenê ji bo Mexmûr ji bo her çar parçeyên Kurdistanê têkoşiyan. Denîz Firat berxwedana gerîlayan ya li kolanên Mexmûrê qeyd kir. Bi beşdarbûna weşanên zindî di wê kêliyê de geşedan ji raya giştî re ragihand. Nûjiyan Erhan, Denîz Firat, Rizgar, Apê Mûsa û Gûrbetellî Ersoz ji me re bûn pêşeng. Têkoşîna wan kevneşopiya çapemeniya azad afirandiye. Em îro şerê li Şengalê, berxwedana li Rojava û şerê taybet ê li Bakur ji raya giştî re radigînin, rêya ku vekirine dişopînin. Em Denîz Firat bi rêzdarî û mînetdarî bibîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê li ser şopa wî bimeşin. Em soz didin ku em ê ti carî pênûs û kameraya wan li erdê nehêlin."
Bêrîvan Tûnç bi bîrxist ku li çar parçeyên Kurdistanê kedkarên çapemeniya azad li dijî êrîşan têkoşîna xwe ya heqîqetê didomînin û got:“Rojnameger Nazim, Cîhan û Egîd ji ber ku geşedanên li Bendava Tişrînê ji cîhanê re ragihandin ji aliyê dewleta Tirk ve hedef hatin girtin û hatin qetilkirin. Li başûrê Kurdistanê heval Hêro, Gulistan û Azîz jî hedef hatin girtin. Em ê li mîrateya wan xwedî derkevin. Wek çapemeniya azad em ê li her derê bibin dengê gelan, bi kamera û pênûsên xwe têkoşîna xwe bidomînin. Di şexsê heval Denîz de hemû şehîdên çapemeniyê bi hûrmet bi bîr tînim.”
MA/WAN