Di çarçoveya projeya Komeleya Aryen Huner a "Ji Çaran Çar, Jin Huner" de, bi minasebeta 25'ê Mijdarê Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Li Hemberî Jinê li Tetwana Bedlîsê, li Navenda Bazirganiyê ya Yaşamê (AVM) pêşangehek hat vekirin. Pêşengeh ku berhemên hunermendên jin lê cih digirtin, piştî demekê ji aliyê polîsan ve hat astengkirin û perwerdekara wêneyan a Komeleya Aryen Huner Fatma Zozan Bor hat binçavkirin. Tabloyên Zozan Borê ên li pêşangehê jî ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin. Zozan Bor a ku piştî binçavkirinê li Midûriyeta Polîsan a Bedlîsê lêgerîna tazî lê hat ferzkirin, peyama "Em ê têkoşîna xwe bidomînin, em ê tu carî paşve gav neavêjin" da. Zozan Borê destnîşan kir ku wan projeya "Ji Çaran Çar, Jin Huner" pêk aniye û di van xebatan de tenê bi jinan re huner çêkirine û got:“Di çarçoveya lêkolînan de me atolyeyên di warê wênesaziyê de li dar xist. Me pêşangehek ji kevalên van atolyeyan çêkir û li wir nîşan da. Me pêşangeha yekem li Wanê li dar xist. Me xwest ya duyemîn jî li navçeya Tetwan a Bêdlîsê pêk bînin. Armanca me ew bû ku em hunera jinê li her derê bigihînin jinan." Zozan Borê diyar kir ku tevî hemû destûrên pêwîst ji aliyê Midûriyeta Polîsan a Bedlîsê ve bi ser pêşengehê de hatiye girtin û got:"Heta ku xebatên amadekariya pêşangeha me dewam dikirin, kesên ku unîfroma ne li wan û û nasname nîşan nedidan, mudaxileyî pêşangeha me kirin. Ji ber vê yekê min bertek nîşan da û min pirsî: 'Tu kî yî û çi dikî?' Ji min re got 'Ez midûrê polîsan im, dewlet im, çi bixwazim dikarim bikim.' Wêneyên min hatin desteserkirin. Ez rastî tacîza fîzîkî hatim. Em rastî bêtehemûliya dewlet û pergalê ya li hemberî jinê û keda jinê hatin. Em berî rastî tacîza polîsên sivîl bên jî, ji aliyê polîsên li wir hatibûn peywirdarkirin dihatin tacîzkirin."
Em vê yekê qebûl nakin
Zozan Borê anî ziman ku zext û destwerdan ne asayî bûn û wiha got: “Di rojeke wiha watedar de ev destwerdan qet ne asayî bû. Xebatên hatin desteserkirin ji bo bîranîna jinên hatin qetilkirin hatibûn çêkirin. Xebatên me yên ku bi navên hemû jinên li çar aliyê cîhanê hatine qetilkirin, hatin desteserkirin. Her çiqas ez hatim berdan jî keda min li min venegerandin. Destûr nehat dayîn ku xebateke hunerî bê çêkirin, mudaxile kirin û xwestin gel çavtirsandî bikin. Em destûrê nadin tiştekî ku ne di çarçoveya daxwazên me de be. Em nêzîkatiyên bi vî rengî qebûl nakin."
MA/WAN