Berdevkê QSD'ê Kîno Gabrîel diyar kir ku îdîayên li ser radestkirina Eyn Îsayê ji bo rejîma Sûriyeyê, nerast in. Wî destnîşan kir ku li ser eassê xweparastinê, ew ê bersivê bidin êrişan hemûyan.
Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Kîno Gabrîel got, armanca êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Eyn Îsayê dagirkirina deverên nû ye.
Kîno Gabriel got, şervanên QSD'ê wê êriş û pîlanên dewleta Tirk têk bibin.
Kîno Gabrîal li ser helwêsta dewletên garator Rûsya û Emerîkayê li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker, jî peyivî û got, ew van êriş û hewldanên dewleta Tirk û çeteyên wê bi ti awayî qebûl nakin: "Lê di heman demê de xuya bû ku helwêsta fermî ya dewletên garantor girêdayî siyaseta berjewendiyên di navbera hêzên navneteweyî û dewleta Tirk de ye. Ev ne tiştekî nû ye û me di salên şer de ev yek dît. Divê em li benda tiştekî cuda nemînin."
Xwedî li îmzeyên xwe derkevin
Gabrîel piştrast kir ku hêzên wan pabendî peymanan in û agirbestê pêk tînin: "Em ê di çarçoveya parastina rewa de li ber xwe bidin û bersiva êrişên li dijî herêmê bidin. Divê hêzên din ku peyman îmze kirine jî, li hemberî van binpêkirinan bêdeng nemînin."
Kîno Gabrîel li ser îdiayên hin hêzan ku gotin, QSD´ê qebûl kiriye, navçeya Eyn Îsayê radestî hikûmeta Şamê bike jî got, "Tiştekî wiha nîne. Heke tiştek bi vê rengî hebûya, me yê bi awayekî fermî ragihandiba."
NAVENDA NÛÇEYAN