Kesek revandin zeytûn dizîn

În 29 Îlon 2023 - 00:53

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker kesekî xelkê navçeya Şera ya kantona Efrînê ya dagirkirî revandin û zeytûnên li zeviyên di navbera gundên Qîbar û Meşalê de dizîn.

Çavkaniyekî ji navçeya Şera diyar kir ku pêr çeteyên ′Sultan Murad′ kesê bi navê Horîk Horîk ê ji gundê Îkidamê yê navçeya Şera revand û ber bi cihekî nediyar ve bir.

Li gorî çavkaniyekî din jî çeteyên dewleta Tirk a dagirker zeytûnên li zeviyên di navbera gundên Qîbar û Meşalê yên girêdayî Efrînê de dizîn. Ew zevî yên Mihemed Osman, Îmad Osman, Cîhad Osman, Ebdulmenan Şêx Mûsa, Yehya Şêxo û Zekeriya Şêxo ne. Heman çavkanî destnîşan kir ku çeteyan bi rêya ço û qutkirina çiqilan bi awayekî bêserûber da ku dizî hêsan bibe û veguhêzin guvaştgehên zeytûnan li Ezaz û Efrînê yên dagirkirî, zeytûnan talan dikin.

ANHA/ŞEHBA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.