Kes nikare berxwedanê asteng bike
Duşem 6 Kanûn 2021 - 23:42
- Çalakiya ‘hûn nikarin pêşî li berxwedana me bigirin’ a li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan li paytexta Yewnanistanê Atînayê hat lidarxistin.
Çalakiya ‘hûn nikarin pêşî li berxwedana me bigirin’ a li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan li paytexta Yewnanistanê Atînayê hat lidarxistin. Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Rise4Rojava, ji bo azadiya Rêber Ocalan li Atînayê ev çalakî li dar xist.
Xwepşandêran pankarta li ser nivîsandî “Hûn nikarin pêşî li berxwedana me bigirin” hilgirt û destnîşan kir ku ew ê tecrîdê ti carî qebûl nekin.
Wan daxwaza azadiya Ocalan kir û xwest ku ciwanên li Holandayê li pêşiya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) hatin girtin jî tavilê bêne berdan.
ANF/ATÎNA