Kes nikare agirê Newrozê vemirîne

Çarşem 22 Adar 2023 - 00:20

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û hin taxên din ên Helebê Newroza 2023`yan bi dirûşma “Bi rihê berxwedana Newrozê em ê Rêber Apo azad bikin û dagirkeriyê têk bibin” pîroz kir. Pîrozbahiya Newrozê li herêma Şiqeyif a Şêxmeqsûdê hat lidarxistin. Şênî bi cilên neteweyî beşdarî pîrozbahiyê bûn û di nava dorpêça hikumeta Şamê de Newrozê pîroz dikin.

Di pîrozbahiyê de qeydên deng ên Rêber Abdullah Ocalan ên têkildarî Newrozê hatin guhdarîkirin.

 

Ev sal wê bibe sala azadiya Ocalan

Piştre ji Fermandarê YPG`ê Şervan Efrîn axivî. Efrîn Newroz pîroz kir û bal bire ser pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û şopandina rêya şehîdan.

Endama Koordînasyona Kongra Star Amna Xidro jî Newroz li Rêber Abdullah Ocalan û şervanên azadiyê pîroz kir û got: “Ew ê cejnên me bi dawî nebin, wê tevî hemû dijberên me jî dewam bikin, ji ber Rêber Abdullah Ocalan li Îmraliyê ji bo me li ber xwe dide, em jî wê berxwedanê û hêzên xwe xwedî derdikevin.”

Pîrozbahiya Newrozê bi coş heta derengiya rojê dewam kir.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.