Kes hewara Cûdî nabihîse

sêşem 8 îlonê 2020 - 16:05

  • Eskerên Artêşa Tirk a dagirker ku li qada Cûdî di nava tevgera dagirkeriyê de ne, daristanê dişewitînin, bi cerdevanan jî daran dibirrin. Gundî yên bi derfetê xwe agir vedimirînin dibêjin, Cûdî 3 meh in dişewite û kes hewara Cûdî nabihîse.

ZEYNEP DÛRGÛT
MA/ŞIRNEX

Çiyayê Cûdî nêzî 3 meh in dişewite. Gundî bi kêm derfetên xwe vedimirînin. Lê ji ber vê kêmasiyê bi hezaran dar şewitîne. Yek ji deverên herî zêde şewatê lê xesar kiriye gundê Cifanê ye. 
Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) li herêma Şirnexê tevgerên leşkerî yên dagirkeriyê bênavber didomîne. Di dema tevgera dagirkeriyê de bi sedan hektar qadên daristanî hatin şewitandin. Bi hevkariya leşker û cerdevanan li gelek deveran dar hatine birîn. Ev oprasyonên leşkerî tesîrek neyînî li ser xwezayê dikin û dibe sedama talana xwezayê. Li herêma Çiyayê Cûdiyê şewata daristanan û birîna daran didome. Gundî dixwazin agir vemirînin, lê esker û cerdevan nahêlin.

Esker dişewitînin, cerdevan dibirrin

Di rojên dawî de li gundên Cifanê, Gundikê Remo û Nêvava yên girêdayî navenda Şirnexê yên dikevin qûntara Çiyayê Cûdî dişewitin. 
Jinên gundê Cifanê yên agir bi derfetên xwe vemirandin gotin, esker bi zanebûn agir bi daristanê dixin. Kudret Kazan got, dewlet bi zanebûn dişewitîne. Me ji kîjan rayedar û saziya dewletê re got, werin agir vemirînin, gotin, me gîro nekin. Cerdevan darên me dibirrin û esker daristanê dişewitînin. Nêzî 3 meh in Çiyayê Cûdî dişewite lê kes tiştekî nake û ez dipirsim kî hawara Cûdî dibîhize?

Divê kes bêdeng nemîne

Gurbet Bîrlîk jî dibêje, rojê 50 erebe tên daran dibin. Herêmê bênefes dihêlin û dikin ku debara me nebe. Em dibêjin divê kes li dijî vê talanê bêdeng nemîne." 
Sabriye Sayar jî bi awayekî nerazî dibêje, Qey ev dar yên birînê û şewitandinê ne? Dara kizwanê dibire, dara gihûşkê dibire, dara beybûkê dibire. Hemû cûreyên daran dibirin û dibin difiroşin. Birîna daran ne bes e darên me jî dişewitînin. Tiştek ji me re nehiştin. Xweza hişk û xalî kirin. Darên me hemû şewitîn. Ev çend rojin em ji qehran nikarin xwarinê bixwin. Ev ne exlaqî û ne jî wîjdanî ye. Ger ku tu bi saya vê xwezayê şûşeyekî avê vexwî û tu hawara wê neçî, tu bêîmanî û bêwîjdanî.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2020 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.