Kerîm Kaban an jî hunermendê evîndariyê

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 15 Çile 2024 - 03:55

Kerîm Kaban, ku ew weke hunermendê evîndariyê dihate naskirin, li pey xwe gelek berhemên ku heya niha zindî mane, hişt.

Ebdulkerîm Celal Mehmûd Ezîz Kaban (Kerîm Kaban) di sala 1927’an de li taxa Şêxan a Silêmaniyê ji dayîk bû. Kaban perwedeya xwe ya destpêkê li medreseyê dît. Kaban di 7 saliya xwe de li Dibistana Seretayî ya Faysal dest bi perwerdeyê kir û ji ber bala wî li ser muzîkê bû, di temenek biçûk de derket ser dikê. Di sala 1941’ê de di radyoya Silêmaniyê de stran got.

Di sala 1945’an de bû edîtorê beşa Kurdî ya radyoya Bexdayê. Konsera xwe ya destpêkê jî di heman salê de li Bexdayê da. Kaseta xwe ya destpêkê, ku ji 8 berheman pêk dihat bi navê “Rêya Evîndaran” derxist.

Kaban jî mîna gelek hunermendên giranbûha bi berhem û keda xwe ya di ber hunera Kurdî de da nemir bû.

Di bin zextên rejîma Baasê de bû

Ji ber Kurdbûyîna xwe gelek caran ji aliyê rejîma Baasê ya Iraqê ve hat binçavkirin. Di salên ciwantiyê de, malbata wî ji aliyê rejîmê ve sirgûnî başûrê Iraqê hat kirin. Di 28’ê Sibata 1981’ê de birayê wî Kadîr Kaban ji aliyê rejîma Iraqê ve hat binçavkirin û di 1’ê Tîrmeha 1981’ê de rejîma Iraqê ji malbata Kaban re ragihand, ku kurê wan hatiye îdamkirin. Nedana cenazeyê Kadîr Kaban hem li cem wî hem jî di nava malbatê de rê li ber birînên mezin vekir.

Berhemên Kerîm Kaban

20 stranên hunermend ku bi xwe nivîsandiye û gotine hene. Ji nava van stranên herî navdar, ku ji aliyê gelek hunermendan ve jî hatine gotin, ‘Yaran Wesyetim, Şemî Şevan û Teman’ e.

Dema dijiya peykerê wî hat çêkirin

Hunermendê Kurd Kerîm Kaban, ji ber berhemên xwe û keda daye muzîka Kurdî, hînê sax bû peykerê wî hat çêkirin. Ev peyker li Parka Azadî ya li Silêmaniyeyê hatiye çikandin. Her wiha Şaredariya Silêmaniyeyê bi navê ‘Kerîm Kaban’ parkek çêkir.

Kerîm Kaban endamê koma muzîkê ya Silêmaniyê û endamê sendîka hunermendên Kurd bû. Ji ber xebatên wî yên muzikê gelek caran ji aliyê wezareta çand û hunerê ya Iraq û Herêma Kurdistanê ve hatibû xelat kirin.

Belgefilmek bi navê ‘Temen’ ji bo Kerîm Kaban

Kerîm Kaban çend salan ji destê nexweşiyê êşên mezin kişand, heya ku di 14’ê Çileya 2016’ê li temenê 89 salî û piştî 70 sal xizmeta ji bo hunera Kurdî, li Nexweşxaneya Şar a bajarê Silêmanî ku di heman demê de li vî bajarî çavê xwe li jiyanê vekiribû koça dawî kir. Li Goristana Seywan a Silêmaniyê hate oxir kirin. Hezkiriyên Kaban her sal wî bi bîr tînin.

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.