Kemal Fewzî di sala 1891an de li Xîzan a Bedlîsê hatiye dinyayê. Nivîskar, helbestvan û yek ji têkoşerên doza azadiya Kurdistanê bû. Bi tevahî hevalên xwe ji aliyê Komara Tirkiyê ve hatiye darde kirin.

Kemal Fewzî li lîseya askerî ya pangaltiyê (pangaltı mekteb-i harbiyesi) xwendiye. Di şerê cîhanê yê yekem de milazim (teğmen) bûye. Li yanyayê di şerê balkanan (1912-13) de ji ber ku birîndar bûye ew malûlen teqawid kirine. Piştre dest bi rojnamegeriyê kiriye. Kemal fewzî nezewiciye. Ew di dema xwe ya xwendingeha leşkerî de alîgirê rêxistina îtihad û teraqî bûye. Ji helbestên wî yên wê demê ev yek diyar dibe. 

Nivîskariya Kemal Fewzî

Li gorî Malmîsanij, di helbestên wî de tesîra kesên wek Abdülhak Hamid, Ahmed Haşim, Faik Ali û Tevfik Fikret xuya dike. Li gorî çavkaniyên curbicur, endamê gelek komele û rêxistinên Kurdî bûye û her wiha nivîsên wî di kovar û rojnameyên wek Hetawî Kurd, Jîn û Kurdistan de bi navên wek Kemal Fewzî, Hîzanîzade Kemal, k.f., h.k. belav bûne. Naveroka nivîsên wî li ser edebiyat, folklor, dîrok, mijarên civakî, siyasî û neteweyî ne. 

Kemal Fewzî di di kovara Jînê de gotareke bi sernavê “kürd masalları” (çîrokên Kurdî), çîrokeke bi sernavê “altın kâküllü çocuk” (lawikê perçemzêrîn) weşandine. Her wiha di hejmara 33’an a Jînê de çîrokeke bi sernavê “kürd masalları” (çîrokên Kurdî) hatiye weşandin. Herçend di dawiya vê çîrokê de nav nehatibe nivîsîn jî ji şêweya nivîsîne diyar e ku ev jî ya Kemal Fewzî ye.

Êşkence û berxwedan

Kemal fewzî ligel ku li Ewrûpayê nexwendibû û ji çîneke zêde giregir nedihat jî di nav kadroyên siyasî yên Kurdan de yek ji kesayetên awarte bû. Di nava refên Kürdistan Tealî Cemiyeti (Rêxistina bipêşxistina doza Kurdistanê) de têdikoşe. Bi şikestina serhildana Şêx Seîd û dest pê kirina komkujiya Kurdan ji aliyê dûgela Tirk ve ew jî dîl tê girtin. Di zîndanê de bi rojan êşkence dibîne. Bi fermana Mustafa Kemal Atatürk berdariya wî tê derengxistin ku ew bêhtir êşkenceyê bibîne. Fewzî, li gorî rojnameya Tirk a wê demê Vakitê, berxwedaneke mezin dide û di dadgehê de berevaniyeke dîrokî dike.

Kemal Fewzî bi tevahî têkoşerên navdar ê wê demê Bavê Tûjo, Hecî Axtî, Seyîd Ebdulqadir û Mihemed Tofîq li mizgefta mezin a Amedê tên xeniqandin.

NAVENDA NÛÇEYAN