• Bi vî awayî Heval Hêvî bûbû şanoger û şano bûbû Hêvî di yek bedenê de. Hêvî Şanoger bi bask bûbû li ser dika jiyana welatê min. Hêvî bilind bû û bi firê ket ber bi asoyên rojên azad ve.

RUHA AMANOS

 

Hêvî Şanoger; du peyvên lihevhatî, di nava ahengekê de disekine. Heçku yek bê ya din nabe. Şano hêviye di nava gelan de ava dike û mezin dike. Hêvî jî evîndarikî sondxwerî ye Şanoye bû. Seyr e, lê ez baş nizanim bê ka kê kî dîtiye. Gelo şanoyê Hêvî dît yan Hêvî şano dîtiye. Dema em behsa şanoyê bikin, em neçar in behsa Hêvî jî bikin ji ber ku Hêvî li Izmîrê di erd û axa şanoya NÇM’ê de şax berdabûn. Ji bo wê, Hêvî roja zayina xwe weke roja 27´ê Adarê îlan kir, Roja Şanoyê ya Cîhanî .
Dema em Şanoye terîf dikin, em vî beşê huner, wek dayika hemû beşên huner dinirxînin û wisa pê dadikevin. Ji ber ku şano beşên din yen huner hemûyan dihewînê. Hêvî jî bi xwe şano bû, êş û azarên civaka xwe hemû di nava xwe de rêsandibûn. Şanoyên ku dinivîsandin hemûyan ev rastiya bi êş dihunand û hêza tekoşînê dida temaşavanan, bi teybetî lîstikên bi navê "Qirdik û Qeşmer", "Gurî", "Evîna gul û masî" û yên din. Gava mirov dramatojiya van lîstokan çêkê, li ser mirov bandoreke mezin ava dikin, ji ber ku ew mijarên senaryoyê bi qelema zanyariyeke civakî, mîna wênekêşekî tabloya civakê xêz dikir, rastiya civakeke hatiye perçiqandin û çewisandin.
Di heman demê de wêjevanek û helbestvanekî evîndar bû. Heval Hêvî bi wê bawer bû ku çavkaniya huner, civak e; û her xebateke hunerî rastiyeke civakê îfade dike. Ji bo wê, berhemên ku Heval Hêvî diafirandin ji civakê dihatin û diketin xizmeta civakê, her civakhezekî wêneyê xwe tê de didît.

Çiya ji xwe re kirin dika şanoyê

Heval Hêvî xwe gihandibû asta xwebûnê ji ber ku şano neynika civakê ye. Hêvî jî ev neynik li xwe girt û birîn destnîşan kir, vê jî êş û azarên wî zêde kirin, lêgerînên wî xurttir kirin. Di encama vê lêgerînê de Heval Hêvî çaraseriya vê rastiya kambax a civakê di rêya tekoşîna azadiyê de dît û ber bi çiyayen azad ve meşiya. Hêvî, hêviyên xwe mezin kirin û bi berhemên xwe bi jiyana hozanekî bi ramanên zanyarekî bi dilê zarokekî û cihê xwe di nava hevrêyen xwe de neqişand û bû dengê ji bo azadiyê lixwegerînê. Êdî çiya hemû ji bo Heval Hêvî bûn dikeke mezin a şanoyê.
Çawa her gerîlayek dema biçe cihekî nuh, destpêkê ji bo parastinê ji xwe re çeperekî çêdikê. Heval Hêvî jî heman tişt dikir. Dema biçûya cihekî nuh, karê destpêke ew bû ku cihekî biçûk be jî û ne li gorî standartên cîhanî be jî, dikeke ji ax û keviran çêdikir. Dest bi provayên xwe dikir. Her dem ji bo di wê kêliyede derkeve ser dikê, li pêşberî hevalên xwe yên gerîla amade bû.

Daxwaza mirina li ser dikê

Dema mirov li kêleka heval Hêvî be, mirov bivê nevê dikete cîhana şanoyê û li wir wî tu bi tena serê xwe dihîştî. Dema Hêvî derdiket ser dikê, temaşavanên xwe mest dikirin bi lîstikvaniya xwe ya xwezayî, coş û kelecana wî di reşikên çavên wî de diteyisî, kenê wî rûpelekî nû di jiyana wî de dipişkivand.
Dibêjin, dema insan di mijarekê de xwe kilît bikê û enerjiya xwe hemûyî li ser kom bike, bêgoman wê bigihîje armanca xwe. Heval Hêvî ji ev gotina hanê piştrast kir. Di dema provaya şanoyê de her digot, "min rastiya xwe bi rêya şanoyê nas kir û min xwe li ser dika şanoyê dît. Ji bo wê, ger mirineke min hebe jî bila li ser dika şanoyê be. Ev daxwaza min a ji dil û can e." dema Heval Hêvî ev peyvên xwe dubare dikirin, me weke koma şanoyê nerazîbûn nîşan dida û digot, "de ka bisekine Heval Hêvî, ev çi peyv in tu sereqet ji me re dibêjî, ka bisekine."
Lê dem û dewran geriya û di 27 Tebaxa sala 2004´an dema Heval Hêvî ji bo pêşkêşkirina lîstika şanoya "Gul û Masî" li Mihrîcana Şanoyê ji mexmurê diçû Kerkûkê, li ser wê rêyê qezeyekê erebê ya bêbext lê qewimî û li cihê qezayê wî jiyana xwe ji dest da. Dema me ev agahî bi xemgîniyeke mezin bihîst, tişta destpêkê hate bîra min gotinên Heval Hêvî yên ku wî li ser dikê ji bo xwe ji me re gotibûn "ger mirinek min hebe jî bila li ser dika şanoyê be" hatin bîra min.
Di wê kêliyê de rastiyeke şênber derkete holê, rastiya evîna Heval Hêvî ya ji bo şanoyê û dildariya wî ya dikê careke din raxiste ber çavên me.
Bi vî awayî Heval Hêvî bûbû şanoger û şano bûbû Hêvî di yek bedenê de.
Hêvî Şanoger bi bask bûbû li ser dika jiyana welatê min.
Hêvî bilind bû û bi firê ket ber bi asoyên rojên azad ve.


* Ev nivîs bi rasthatina salvegera wefata Hêvî Şanoger (Gafur Dogan) hatiye nivîsîn. Hêvî Şanoger, gerîlayekî HPG´ê yê şanoger bû.