Kelehên Dizgînê I.

Melîk AYKOÇ nivîsand —

Pêncşem 18 Mijdar 2021 - 23:36

  • Îro li tevahiya Serhedê eşîra bi navê Hesenan û li dor Meletî û Dêrsimê jî eşîrên weke konfederasyona Şix Hesenan tên zanîn, ku pirraniya eşîrên Dêrsimê di nav de ne.

Pirraniya Arkeolog û dîrokzanan bawer dikin ku piştî belavbûna serweriyên Mîtanî – Hûrî beşeke mezin ji eşîrên wan bi tevê eşîrên bi wan re xizm, li van zozanên vê herema Naîrî (nava çeman yanê pîlû baskên çemê Arsînî (Murat) bi cih bûne, Konfederasyonên eşîran pêk anîne. Yek ji van konfederasyonan jî konfederasyona eşîrên Hosunan e ku ji bingehê serweriya Xaldî /Urartuyan yek jî ew e. Îro li tevahiya Serhedê eşîra bi navê Hesenan û li dor Meletî û Dêrsimê jî eşîrên weke konfederasyona Şix Hesenan tên zanîn, ku pirraniya eşîrên Dêrsimê di nav de ne. Hê jî li vê herêma Serhedê eşîra bingehîn Hosunan yanê Hesenan e. Ji ber ku Naîrî /Urartu berê li vê herêma Malazgirt û Patnosê hatibû damezrandin keleh û belgeyên dîrokî yên vê herêmê, ji bo vê serweriyê pirr girîng in. Divê li ser were rawestandin.

Em îro berê xwe  bidin keleheke vê herêmê ya li berpalê çiyayê Sîpanê. Lewre Xwedawend Erîdû heye û ev jî navê çiyayê Sîpanê yê kevn e. Ev keleh li gundê Patnosê Dizgînê ye. Gundê Dizgînê bi qasi 36 km. li başûrê Patnosê li berpalê bakurê çiyayê Sîpanê di nava sê kelehên qedîm de hê jî şên e. Gund di çaleke di navbera girên wek kelehan de ava bûye, gundekî zozanî ye. Li navenda gund goleke piçûk jî heye. Ji deryayê bilindahiya wê li dora 2200 metreyî ye. Gundekî piçûk e, şêniyên wê li dora 300 kesî ne. Debara gundiyan bi giranî li ser sewalwaniyê ye. Ji rêyên vê serdema dagirkeriyê dûr in, lê rêyeke dîrokî ya ji aliyê Ercişê dihat û diçû Milazgir û Patnosê, di nêzîkê vî gundî re derbas dibû. Li dora gund gelek girên zinarîn yên weke kelehên xwezayî xuya dikin, hene. Li her derê kevirên bazal yên ji dema Teqîna çiyayê Sîpanê mane, hene. Em niha jî kelehekê ji kelehên li dora gund bidin nasîn. 

Keleha Dizgînê I.

Ev keleh li herêmê keleha herî mezin û qedîm e. Li başûrê gundê Dizgînê û bêguman li Bakurê çiyayê Sîpanê ye. Li ser girekî bi bilindahiya 2312 metreyî ye. Girê zinarîn ê ku keleh li ser e, ji dora xwe bi qasê 100 metreyî bilintir e. Mirov dikane li ser vê kelehê hetanî Milazgir û Patnosê her derê bê dûrbîn bibîne. Zinarên yan jî baxirên di bin kelehê de bi xwe, weke keleheke xwezayî xuya dike. Lema Urartuyan Keleh di navenda rasteya li ser vî girê weke keleheke xwezayî de lêkirize.

Keleh ji bakur ber bi başûr 198 metre û ji rojhilat berbi rojava jî 155 metre fireh e. Ev dikeve nava kelehên mezin. 

Dîwarên wê bi berahiyeke 3,60 metreyî gelek fireh hatiye lêkirin. Kevirên di dîwarên surê de hatine bikaranîn, bi giranî kevirên bazalt ên reş in ku li heremê tije ne. Rûyên keviran yên aliyên derve baş hatine teraştin. Bi giranî bi van berahiyan e 120 x 40, 100 x 70, 160 x 50 cm. Navbere van kevirên mezin jî bi kevirên piçûk hatiye dagirtin. Cih bi cih bingehê bircên çavdêriyê jî hene, lê mixabin ku ruxiyane û hatine xwarê. Di hundurê ve kelehê de nîşaneyên gelek avahiyan hene, lê lêkolîneke bingehîn li ser pêk nehatiye.

Derîyê vê kelehê jî bi mebesta parastinê hatiye kolan. Derî di zinarê rojava de vekirine û bi çend çivên xwar ber bi başûr ve birine û wisa dikeve kelehê. Ev derî di nava baxir de piştî çend metreyan ber bi rojhilat ve diçe û wisa xwe digîhîne başûrê kelehê jî. Di Hundurê kelehê de korîdoreke di baxir de  9,80 metre kûr û  di destpêkêde bi berahiya 2,20 di dawiyê de jî metreyekê fireh hatiye kolan. Mixabin ku ji ber lêkolînên bingehîn pêk nehatiye, nayê zanîn, ka mehzen û jûrên depoyan jî di baxirde hatine kolan yan na!

Li başûrê kelehê jî cihekî çal weke bendaveke piçûk hatiye girêdan, lê mixabin ku dema gundiyan ji bo avdaniya zeviyan bi kar anîne, gelek cih ruxandine. Anegorî daneyên arkeologan ev keleh di Serdema Hesin ya navîn û ya dawiyê de hatiye lêkirin. Li berpalê girê keleh li ser e, nakropolek jî heye. Hem jî nakropoleke gelekî mezin. Li gel wê, gelek xirbe li jêr hene,

Lê mixabin hê ti lêkolîn li ser wan pêk nehatiye.

Mixabin Gencînegeren li vir hin tunêl jî ruxandine, Hin jûrên dibû ku tê de belgeyên dîrokî hebin, ser û bin kirine. Her derê kelehê guhestine kormîşkên xiltan. Li ser kelehê hovitiyeke bêbavî pêk anîne. Agir bi mala wan gencînegeran bikeve. Bi vê nifirê re hetanî herdu kelehên din ên Gundê Dizgînê bidim nasîn, bimînin di nava tendûristiyeke bijûn de.

parvê bike

Melîk AYKOÇ

Nivîsên Melîk AYKOÇ

Keleha Argûnê
18 teşrînê

Li ser Îdir/Egîda
11 teşrînê

Kavilên Mendekê
4 teşrînê

Keleha Sarê
7 cotmeh

Keleha Haremî
30 îlonê

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.