Keleha Tuşpayê

Melîk AYKOÇ nivîsand —

Pêncşem 28 Cotmeh 2021 - 23:38

  • Ev heft heşt meh in, em her hefte li keleheke parêzgeha Wanê geriyan. Di dîroka Kurdan de cihekî herî girîng û her wiha bi berhemên dîrokî xweru ji dema Xaldiyan dagirtiye.

Ev heft heşt meh in, em her hefte li keleheke parêzgeha Wanê geriyan. Di dîroka Kurdan de cihekî herî girîng û her wiha bi berhemên dîrokî xweru ji dema Xaldiyan dagirtiye. Piştî Azaşkuna li herêma Milazgirê, ev der paytexta diduyan û bingehîn a Xaldî/Urartuyan e. Lema ev keleh, yan jî Çarşîkelta Tûjpayê/Tuşpayê pirr girîng e. Serweriya Xaldiyan li vir rengê xwe yê bingehîn wergirtiye. Hîna jî lêkolînên bingehîn ên li ser kelehê û hawîrdora wê bi tevahî pêk nehatiye.

Gelek aliyên dîroka Xaldiyan di vir de veşartîne. Keleh ji nava bajêr 5 km û ji deryaça Wanê 4 km dûr e. Ji her aliyî ve xuya dike. Mirov li dîharê kelehê jî hima bigire çaravêlê deryaçê dibîne.

Keleh li ser girê zinarîn yê ji rojhilat ber bi rojava ve bi qasê 1800 metre dirêj, hatiye lêkirin. Li ser vî girê weke pişta masî, berahiyek ji 20 metreyî hetanî 120 metreyî heye. Ji deşta Wanê bi qasî 100 metreyî bilintir e. Dema mirov vê dirêjahiya nêzî du kîlometreyî û berahiya digihîje 120 metreyî dinirxîne, dibîne ku ji bo avakirina Çarşîkeltayê (Akropol) ciyê herî destdayî ye. Ev rastiya cih, nîşanê me dide ku avahîsazên wê serdemê bi rastî jî pispor bûne. Ev girê zinarîn; li başûr gelek asê û tîk bilind dibe, lê li bakur bi meyleke rêdayînê nizm dibe. 

Ev Çarşîkelta Tuşpayê di dema serweriya Sardur I. de teqrîben di nava 15 salan de (840-825 b. M.) tê avakirin. Avakirina wê jî gelek taybet e, mîna li ser pêpelûkên derenceyekê di zinar de hatiye kolandin, pêpelûk bi pêpelûk bi giştî li ser hezar pêpelûkî hatiya avakirin. 

Ji deştê hetanî dîharê girê zinarîn, dîwarên Sûrê bi kevirên moloz û bazalt bi awayekî hostayî hatine lêkirin. Li başûrê kelehê tunêleke ku diçe depoya avê, heye. Mirov bi sedan derenceyî dadikeve jêr. Di nava gel de jê re bîra hezar pêpelûki tê gotin. Mizgeft ku dû re di dema Osmaniyan de li ser bingehê perestgeha Xaldî hatiye lêkirin, hê li pê ye.

Minareya wê û hin avahiyên ji kerpîçan hatine lêkirin jî hê wekî xwe mane. Piştî Şerê Cihanê yê Yekem dema Rûsan ev der dagir kiriye, hin dîwar hatine rûxandin, mixabin ku ew hê jî nehatine temîrkirin.

Li Kelehê birca Sardur I. heye. Di devê deryaçê de benderek di dema Sardur I. de hatiye lêkirin hê jî li pê ye.

Perestgeha servekirî ya dayîk û keçikê, Gornên Serwer Menuwa, Argiştî I. Sardur II. Yên di zinarên hundirê kelehê de hatine kolan, hê jî wekî berê ne. Li gel wan gelek gornên wek sindoq hatine kolan, serê wan bi salên mezin hatine girtin û gorrên jûrî jî hene. Li gel wê hin avahiyên ku hê jî ji bo çi hatine avakirin, nayê zanîn jî xuya dikin. Li gel gornên me navê wan hilda, gelek gornên wek jûr ku ji wan re "Gornên Menva" tê gotin hene.

Keleh ji sê beşan pêk tê. Deriyê dikeve kelehê li ser çengê bakurrojava ye. Rê ber bi rojhilat gelek repin bilind dibe. Li vir jî bi berahiya; 47 metre dirêj, 13 metre fireh û 4 metre bilind,  Birca Sardur I. yan jî Birca Madir heye. Li ser van kevirên bircê lewheyeke Sardur I. bi zimanê Asûrî daye nivîsand heye û behsa avakirina çarşîkeltayê dike. Bê vê, di dîwarên din de jî heman lewheya Sardur I. daye nivîsandin xuya dike. Li ser wê lewheyê wiha dinivîse: "Kurê Lutîprî Sardur, serwerê mezin, serwerê herî bi hêz, serwerê cihana heyî, Serwerê welatê Naîrî (çeman), Serwerê bê mînak, Serwerê ji şer natirse. Ez Sardur kurê Lutiprî, min ev zinarên hanê ji bajarê Alniunu anîn û bi wan ev dîwar dan lêkirin.“ Hêjayê gotinê ye ku mirov bêje, hin zinar qederê 35 tonî giran in.

Taybetîyeke keleha Tuşpayê jî ev e: Di dîrokê de herî zêde Xaldiyan mohra xwe li gelek avadanî û tiştên nû xistine. Ji vanan yek jî kanalên avdanê ne, û ji bo avdana zeviyan avakirina gelek bendavan e. Dîsâ aşê bê jî di dema Xaldiyan de hatiye lêkirin. Hê jî li ser keleha Mazgirta Dêrsimê kevir û paşmayiyên aşê bê yê dema Xaldiyan hene. Taybetiyeke din jî kanalizasyona tuwaletan e. Di Çarşîkelta Tuşpayê de ev kanalîzasyon, dirêj e û ji gelek avahiyan der tê.

Keleh giringiya xwe di dema Rûşa Yek de ji dest dide. Rûşa Yek Çarşîkelta Qilbanî Key (Toprakkale) ava dike û navenda serweriyê ji Çarşikelta Tûjpayê radike tîne Qilbanî Key. Anegorî hin dîtinên arkeologan ji ber êrişên Asûran ew dever bi cih hiştine. Ev rik çendî rast e, hêjayê lêkolînên bingehîn e.

Bêguman bi agahiyeke wisa kurt ev keleh bi tevahî nayê nasîn. Lê agahiyên bingehîn û girîng ên derbarê kelehê de ev in. Ez ê vê carê jî berê xwe bidim Kelehên Xaldiyan yên li parêzgeha Agiriyê. Hetanî yekem keleha li parêzgeha Agiriyê, bimînin di nava xêr û xweşiyê de.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.