Keleha Tirbê Zîro

Melîk AYKOÇ nivîsand —

În 4 Îlon 2020 - 09:16

  • Keleha Tirbê Zîro di navbera gundên Gebolan (Cankurtaran) û Vodençûre (Arakonak) de ye.

Keleha Tirbê Zîro di navbera gundên Gebolan (Cankurtaran) û Vodençûre (Arakonak) de ye. Hima li kêleka rêya Muş û Agiriyê li ser girê Zîro ku rê di dor we re çiveke ber bi bakur ve çêdike, li Rojavaya rê ye. Bi qasê 3,5 km li Rojhilatê gundê Geboranê ye. Her wiha keleh ewqas jî ji gundê Vodençûrê (Arakonak) dûr e. Vodençûr berê komkujiya Ermeniyan gundekî Ermeniyan bûye. Li dor vê keleha xwerû goristaneke dîrokî ya ji dema Ûrartuyan ve maye, heye û ev wek ziyareteke pîroz tê dîtin. Ji ber vê jî ji kelehê re “tirb” hatiye gotin, agahiyên berdest nîşanê me dide ku ev keleha Tirbê Zîro di her serdemê baweriyan de cihekî pîroz û ziyaret bû ye. Hima bigire hemû gundiyên Hawîrdor Vê kelahê û gorên qedîm yên li dora vê kelehê hene pîroz dibîne, kî di ber re derbas be, dua dike, bi Tirbê Zîro sond dixwin.
Keleha Tirbê Zîro bi heman navî derbazê ziman û belgeyên dewleta Tirk jî bûye, lema navê wê nehatiye guhertin, wisa hatiye pejirandin. Girê keleh li ser e, di Tapo kadastroya Tirkan de weke girê bi hêjmara 1628 m. hatî binavkirin û di navbera koordînatên 39, 04, 14 bakur û 42, 07, 21 Rojhilat de ye. Rojhilat û Bakurê Girê Zîro bi meyleke ji % 30 - 35 bilind dibe gelek tîk û zinarîn e. Aliyê Rojavayê gir ne ewqas dîk bilind dibe, tenê bi meyleke ji % 5-10 bilind dibe. Yanê meyleke ne zêde ye. Hawîr dor bi giranî erdeke rast e, lema ji dûr ve jî girê Tirbê Ziroyê keleha dîrokî û ziyaretgeh tê dîtin.
Keleha Tirbê Ziro keleheke piçûk e. Weke qereqoleke wê serdemê ye. Bi berahiya 46 x 24 metreyî ye. Mixabin tenê rêzeke zinarên li ser hîmê dîwar hê li pê ye, ji ber ku zinarên mezin in cihê kelehê ta ji dûr ve jî tê dîtin. Mirov ji dûr ve têdigîhîje ku ev der keleh e. Wek hemû kelehan li vir jî hîmên dîwarên sûrê jî li ser kevirên kewke dane rûniştin. Kevirên sûra kelehê gilorê jer bûne, lê tev de ne li wir in, ji ber kem têgîhîştina dîrokê û wateya berhemên dîrokî, mixabin ku hinên wan birine û di avahiyan de bikaranîne. Kevirên mezin hatine bikaranîn, ji ber ku kevirê bazalt in, dibe ku tev de ji berpalê çiyayê Bilîcanê anîbin, lew re heman kevr li wir hene û di kelehên din de jî heman kevir hatina bikaranîn. Hin kevir baş hatine teraştin, hin kevir jî tenê piçek hatine sererastkirin û wisa bikaranîne. Li dor sûra başûr bingehê çar Bastiyonan (bingehê bircan) di dîwarên Rojava û bakur de li her yekî du Bastiyon hene, li di dîwarê Rojhilat de Bastiyon tinene. Ev jî nîşanê me dide ku ev der wek keleheke çavdêriyê hatiye bikaranîn.
Li cihê herî bilind yê Girê Zîlo ku li Bakurrojhilatê Kelehê dikeve jî, avahiyeke taybet ê çarnîşke rast e heye. Dîwarên we jî bi heman keviran û heman dilzizî hatiye lêkirin. Lema mirov dikane bibêje ew û keleh bi hev re hatine lêkirin. Dibe ku di vir de gorên rayedarên Ûrartuyan hebin, lewre nîşaneyên wan hene. Bes em nizanin ka di kelehê yan jî di vê avahiya wek zîyaret tê zanîn de tunêla diçe devê çemoka jêr heye yan na.
Li vê kelehê jî ji aliyê arkologên weke Henifî Biber ve tenê lêkolîneke rû hatiye pêkanîn, û li ser wî bingehî raporek li ser kelehê hatiye amadekirin. Di raporê de radigihîne ku hem ji ber awayê lêkirina dîwaran, bikaranîna zinarên mezin, hem jî ferfûr, kûz, fera û folên li vir hatine dîtin nîşanê me didin ku ev keleh di Serdema Hesin ya yekem de hatiye lêkirin. Rasterast berhemeke dema serwerê Ûrartûyan Îşpunu yan jî bavê wî ye.
Em hêvî dikin ku ev pîroziya di baweriya gelê me de rûniştiye, her wiha ji bo hemû baweriyan pîroze, bibe wesîleya avakirina înîsiyetîfeke parasatina vê kelehê û derfetên lêkolînên arkolojîk yên bingehîn afirandinê, bi vê mabestê ji xwînêran re serkeftin.

parvê bike

Melîk AYKOÇ

Nivîsên Melîk AYKOÇ

Keleha Argûnê
18 teşrînê

Li ser Îdir/Egîda
11 teşrînê

Kavilên Mendekê
4 teşrînê

Keleha Sarê
7 cotmeh

Keleha Haremî
30 îlonê

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.