Keleha Paganê

Melîk AYKOÇ nivîsand —

În 30 Tîrmeh 2021 - 03:12

Ez bawer dikim, bi vekirina mijareya van kelehên Xaldiyan re rûpeleke dîroka me û baweriya me, bingehê wê yê di nava gengeşiyên şaş û li ser têgîhîştina biyaniyan de jî hêdî hêdî zelal dibe. Bêguman ji bo derketina hemû rastiyên dîroka me, baweriya me û giyana me lêkolîn û gotarên wiha bi kêmasiyan jî dagirtî be, gelek girîng in. Gelên rastiya dîroka xwe nizanibin, ne bingehê baweriya xwe têdigihîjin, ne jî dikanin bi awayekî rast nêzîkên siberoja xwe bin. Bi hêviya têgîhîştina vê rastiyê jî em îro berê xwe bidin keleha Paganê. 

Keleha Paganê ku demeke jê re „Aşatokert“ jî hatiye gotin, bi qasê kîlomêtrekê li başûrê gundê Paganê (Yêşîlaliç) ye. Ev gund di fermiyetê de girêdayîyê navçeya Sarayê ye. Bi qasê 600 metre li bakurê rêya Kêrga (Ozalp), Xoşab û Kotûrê,  li berpalê başûrê çiyayê Nazarabadê ye. Bi qasê 94 kîlometre li Rojhilatê Wanê, nêzîkê sînorê Îranê ye. Ev dever di serdemên pêş Mîladê de û demeke dirêj piştî Mîladê ji aliyê artêş û karwanan ve weke rêyeke ewle hatiye bikaranîn.

Cara yekem Prof. Josegh Wünsch di 6ê meha pûşpera sala 1882an de vî cigeha dîrokî ziyaret dike. Estampaja levhaya nivîsandî ya di çalekê de tê dîtin, digire, dibe Almanyayê. Naveroka vê dû re bi aliyê D. H. Müller ve tê weşandin. Arkeologên wekî Lahman Haupt û W. Belck û C. A. Burney jî vê keleha bi raz û devera pîroz ziyaret dikin û têbiniyan digirin. Mixabin ku wan tenê bala xwe dabûn ser levhayê. Di derbarên kelehê û cigeha pîroz de ti tiştekî nenivîsandine.

Li vir kavîlên keleh û herêma pîroz li gel hev in. Di navbera keleh û herêma pîroz de tenê 100 metre heye. Cihê kelehê ji cihê pîroz bilintir e. Ji wê mirov dikane wan weke du mijareyên cuda bigire û anegorî agahiyên ber dest bide nasandin. Lewre agahiyên li ser herêma pîroz gelek zêde ne. Divê ew agahiyana baş bên zanîn. Ev ji bo dîrok û baweriya Xaldî/Ûrartuyan û ji bo wê baweriya îro jî di baweriya gelê me de dijî jî, pir girîng e.

Bi zelalî xuya dibe ku ev Keleha Paganê hem ji bo rêya dîrokî ya karwanan, hem jî ji bo parastina herêma pîroz hatiye lêkirin. Cihê kelahê li ser bilindahiyeke 2000 metreyî re ye. Keleh li ser zinarên bi qasî 100 metre bilind ên ku weke dîwarê keleheke xwezayî ye. Xerû jî aliyên wê yên rojhilat, başûr û rojava pirr tîk bilind dibin, di wan aliyan re derketina ser kelehê derê derfetan e. Ev keleh dikeve nava kelehên piçûk. Di ber kelehê re çemê Salaxanê diherike baskê çem çemoka Paganê ji aliyê rojavayê kelehê re tê, başûrê kelehê re diçerixe û dikeve ser çemê Salaxanê, ku ev çem dû re navê Kotûrê digire. Dibe navê herî kevn jî ev be. Kotûr di dema Medan de jî heye û di seferên navenda Anatolyayê de ev rê hatiye bikaranîn, ev dever baş tê zanîn.

Arkeologên li ser vê kelehê ketine nava lêkolînan di wê baweriyê de ne ku di wê serdeme de ji ber wisa asê bilindbûna zinarên li rojhilat, başûr û rojava avakaran pêdivî bi sûrekê xwerû nedîne û li wan her sê aliyan sûrê kelehê nehatine lêkirin. Lewre, ne li ser zinaran cihên hîmê kelehê hatine lêkirin hene, ne jî di newalên li dor de nîşaneyeke kevirên di sûrê de hatine bikaranîn hene. Bes tenê li bakurêrojhilat û bakur hê cih bi cih rêzek du rêz dîwar li pê ne. Mirov tenê dikane ji bakur û bakûrêrojhilat ve xwe bigîhîne nava kelehê. Keleh ji bakur ber bi başûr 70 metre û ji rojhilat heta rojava jî 20 metre fireh e. Di hundirê kelehê de hîmên avahiyan hene. Lê mixabin ku li ser kelehê lêkolînên wisa bingehîn pêknehatine. Ev tenê agahiyên arkeologan yên rû bi rû re ne. Bes di avahiyên hundir de paşmayî û tahrîbateke şewatê heye. Dibe piştî parastina li vir kêm bûbe, ev şewat pêkhatibe, lew re xuyaye piştî şewatê dest nedana avahiyên hundirîn.

Arkeologan li ser dîroka avakirina kelehê jî dîtinên xwe pêşkêş kirine. Avakirina vê bi serdema avakirina deriyê Mihrgeha herêma pîroz ya Paganê ve girê didin. Ji ber ku ev cigeha pîroz di serdema Îşpûnî û Menuwa de hatiye avakirin. Her wiha ew levhaya ku Îşpûnî û Menûwa nivîsandine jî, li vir hatiye dîtin, ew jî rastê sedsala nehan tê, ango dibe di navbera 850 – 900 berê mîladê de ev keleh hatiye avakirin. Ev rêya dîrokî jî wê serdemê di navbera Manna û mîrîtiyên weke destpêka Medan de roleke têcirî wergirtibû. Ji wê jî mirov dikane baweriya xwe bi wê mêjûyê bîne, lewre gelek nêzîkê hişmendiyê ye.

Ji ber ku mijara herêma Pîroz, Mihrgeh û levhaya Îşpûnî û Menuwa nivîsandine bi aliyê arkeologan ve bi berfirehî hatine vekirin. Ezê Mijara Herêma pîroz û Mihrgehê di hefteya bê de bi berfirehî pêşkêş bikim. Hetanê wê mijarê bimînin di nava tendûristiyeke bijûn de.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.