Mixabin ku agahiyên rasterast ji gel yên li gundê Neynikê dijîn û haydar in, min çawa dixwast wisa negihîşt ber destê min. Min hewl da ku bigîhîjim keyatiya gund, lê ew jî nebû. Bes agahiyên hin gundiyên ji herêmê gihîştin ber destê min. Ez ê wan û lêkolînên arkolojîk bikim bingeh. Bi alîkariya wan hewl bidim ku bi agahiyên kêm vê kelehê jî bi we xwinêran bidim nasandin. Hêvî dikim di dema pêş de agahiyên berfireh û têr bi destê min bikevin, da bikanim agahiyên girîng ên li ser vê deverê bidim, lewre li dor keleha Neynikê jî bi têra xwe kavîlên dîrokî hene. Min çawa di nirxandina keleha Marnûk û Guliciyê de jî nivîsîbû, ev dever cihekî wek çavkaniya agahiyên dîrokê ye û tev de ji serdema Ûrartuyan maye. Lêkolînên arkolojîk yê vê Herêmê dikane agahiyên têr yên rewşa Serweriya Ûrartûyan ya li vê herêmê li ber çavan raxîne.
Tirkan wek erkekî dagirkeriya xwe, hemû navên dîrokî û cigehan bi zanistî guherîne. Navê gundê Neynikê jî kirine “Uzgörür.” Ti têkiliya vî navî bi vê deverê re tine, bes “alavêre dalavêre” ew tirkkirine. Alman vê peyva “tirkkirinê” wek bi fend û fûtan karekî rêvebirinê têdigîhijin û dibêjin “getürkt”. Ew li her derê wisa dikin. Ev gund 3,6 km li başûrê gundê Melakendê ye. 34 km ji Kopê dûr e. Gundeke navçe ye û ew jî wekî gundê Melakendê girêdayiyê nehiya Kopê Lîzê ye.
Ji ber ku pergal ne ya me ye, koordînat û kadastroya me jî tine. Neçar ji bo danasîna vê kelehê jî ez ê dîsa neçar koordînatên kadastroya Tirkan bi kar bînim. Li gor tapu qatastroya dewleta Tirk, ev keleha Neynikê li ser girê bi kodhêjmara 1522 ye û koordînatên cihê kelehê jî ev e; 38.92.79 bakur, 42.07.74 Rojhilat e. Tirkan navê “Kuş tepesî” li vê girê ku keleh li ser e, kirine, gelê herêmê jî jê re “Girê Kelê” dibêjin. Di newala Rojavayê kelehê re jî gel Newala Kelê û hin jî “Newala Hişk” dibêjin. Di vir re biharê avek diherike, lê havînan zuha dibe. Di nava gel de bi giranî ava “Newala Kelê” tê gotin.
Girê keleh li ser e, bi giştî zinarîn e, lê ne baxir e, bes, zinarên tê de jî bi piranî zinaren kewke ne, yanê bingehê wan zinaran kûr di erdê de ne. Ev girê zinarîne keleh li ser e, bi qasê 40-50 m ji heremê bilindtir e, ji bo raçavandinê ciheke gelek destdayî ye. Hê mirov ji dûr ve jî dizane ku ev der keleh e. Dîwarên Sûra Keleha Neynikê li başûr li ser Zinarên kewke yên ji axê tîk bilind dibe û mîna salan pehn xuya dikin, hatiye bi cîh kirin. Her wisa aliyê bakur jî zinarîn e. Bes aliyê Rojhilat bi meyleke % 7 bilind dibe û mirov dikane di wir re têkeve hundirê kelahê. Jixwe di hîm de jî xuya dibe ku ev der Dergeha kelehê ye. Ango dergeha bingehîn jî li aliyê Rojhilat vedibe. Keleha Neynikê ji aliyê Bakûrêrojhilat ber bi Başûrêrojava di forma hêkê yan jî ovalî de dirêj dibe. Berahiya wê 60 x 160 m re ye. Sûrên kelehê cih bi cih bi bilindahiya 2,5 – 3 m lê pê ye. Li hin cihan jî hê 3 – 4 rez kevirên dîwar weke berê li ser hev mane. Kevirên beden û dîwarên wê bi zêdeyî ji kevirên kîlsê ne, her wiha kevirên mezin in, bes bi nîv teraştinî û cih bi cîh jî kevirên di forma xwezayî de hatine bikaranîn. Kevirên di avahiyên hundir de hatine bikaranîn, di mezinahiya peyayek bikane rake de ne. Mirov bi hêsanî dikane bibêje ku ev keleh jî bi keleha Marnûk û Gulicîyê re hatiye lêkirin. Li gel wê gelek zelal e ku ev keleh jî di destpêka Serdema Hesin de, ango di dema serwerê Ûrartuyan Sardur I. de hatiye lêkirin. Di lêkolînên rû de ferfûr, fera û folên li vir hatine dîtîn jî rasterast wê Serdema Hesin ya destpêkê raberî me dike.
Min çawa di paragrafên pêş de jî, desnîşan kiribû, ji ber ku li hawîrdor jî, cih bi cî kavîlên kevn yên ji Serdema Ûrartuyan mane, hene, bi aliyê saziya “Parastina Cigehên Çandî ya Herêma Wanê” ku bi wezareta Çand û Turîzma Tirkiyê ve girêdayîye û di warê cigehên “SIT” tên îlankirin de xwedan erk e. Bi biryara 72an, mejûya 23.01.2012an ev der weke herêma Kavîlên Dîrokê (SÎT) bi pîleya yekem ya arkolojiyê, hatiye dayîn. Di Kutuka Muşê de jî di bin koda (pafta) K48a07b û parsela bi hêjmara 777 de hatiye qeytkirin.
Mirov ji dîharê vê kelehê dikane keleha Marnûk, Gulîcî, Kavîlên Bendepurê û Kozikên li ser şaxê başûrrojavayê çiyayê Bilîcanê bibîne. Ji ser wan kozikan jî hem keleha Tirtopê û hem jî çaravêlê deryaça Nazikê tê dîtin. Ev kelehana nîşane me didin ku Ûrartûyan bi rêya van kelehan tevahiya heremê raçavandine û ewlekariya wan parastine. Ango pergaleke jîrane bikaranîne. Bi hêviya em di keleheke din de bi hev re bin. Ji we re serkeftin.
parvê bike
Nivîsên Melîk AYKOÇ
Keleha Argûnê
18 teşrînê
Li ser Îdir/Egîda
11 teşrînê
Kavilên Mendekê
4 teşrînê
Keleha nav giran/Girêdirikê
28 cotmeh
Keleha Gulşahê
21 cotmeh
Kavîlên Misûrya / Eleşkirt
14 cotmeh
Keleha Sarê
7 cotmeh
Keleha Haremî
30 îlonê