Keleha Newala Gûzan/Gundê Sor

Melîk AYKOÇ nivîsand —

În 12 Adar 2021 - 01:35

Gundê Sor bi qasê 2,5 li bakurê rêya Xelat û Adilcewazê ye. Keleha nêzê nakropola Gadnabûrê ye, arkeolog di wê baweriyê de ne ku ev nakropol bi keleh û şêniyên nêz kelhê ve têkildar e. Di Newala Gûzan de ye, hin jî jê re newala Gadnabûrê dbêjin. Ji ber gundikê sor jê re Keleha Sor / Keleha Gadnabûr jî dibêjin. Bi qasê kilometre û nîv li Başûrrojhilatê Gundê Sor /Aşê Sor (Uludere) yê ye. Ev der bi qasê 7, 8 km. li Rojhilatê Xelatê dikeve. Anegorê vegotinên gundiyan, pir berê ev newala xwerû bi darîn bûye û darên gûzan jî li wir gelek hebûne, ev nav ji wan deman maye. Îro bê çend dar û kelemên piçûk, yê bi awayê dehla malekê, tev de rip û rût e. Tenê cih bi cîh qurmê hişk û darê cûda di forma hejan de hene. Hê jî piraniya gundiyên hawîrdor nizanin ku li vir kelehekê heye. Hin gundî û gundên hê bi kurdî diaxivin, ji cihê kelehê re xirbeyên fîraran dibêjin. Bes gêncînegeran ev der jî, doz kirine û, hinek tahrîp kirine.

Piştê hin gundî di qereqola bajêr de giliyê gêncînegeran dikin, hê ev keleha ku bi hezaran salan li wir, dikeve rojeva saziyên dewletê. Heyeta lêkolinên arkolojîk cara yekem di sala 1995’an de agahiya vê kelehê digirin, ji bo lêkolîneke rû û tespîtkirina cih diçin kelehê dibînin. Lêkolînek rûyê û rewşa kelehê pêktînin. Keleha Newala Guzan bi qasê kîlometre û nîv li bakurê rêya Xelat û Adilcewazê ye. Li ser gireke zinarînê asê ye. Aliyê wê yê Rojava û başûr wekî dîwarekî tîk dadikeve newalê, ango mîna keleheke xwezayî ye. Ava newalê bi havînan tê ber miçiqandinê, lê biharan gelek har diherike, lema her çûye newal kûr bûye. Bes nekaniye baxirê bazalt ên ku keleh li ser hatiye avakirin bihêrifîne, bîne xwarê. Girê keleh li ser, ji newalê bi qasê 150 metre bilind dibe. Mirov dikane ji ser vê kelehê hem rêya Dîrokî ya Xaldiyan raçevîne, hem jî Deryaça Wanê bi çaveke çivîkî temaşe bike. Her wiha Keleha Tûjpayê jî ji vir xûya dike.

Dîwarên sûra kelehê cih bi cih metre û hetanê du metre û nîv (2,5) li pê ne. Kevirên di dîwarên sûrê de hatine bikaranîn bi awayê nîv teraştinî û zinarên mezin in, dîwarên sûrê bi berahiyeke 3 metreyî hatine lêkirin. Hin arkolog di wê baweriyê de ne ku ev dîwarên wiha fire kevirên Menceniqan baştir radigirin. Ji bo parastin û qeyîmkirina dîwaran cih bi cîh piştekên bi berahiya 4.10, 5.60, 7.70 metre lêkirine. Hin ji wan jî weke bircên kelehê xuya dikin. Hêjayê gotinê ye ku mirov bêje li Rojhilatê kelehê sê terasen li peyhev bilind dibin jî hene. Ji ber ku di kelehê de lêkolîneke arkeolojîkê bingehîn pêk nehatiye, çend avahî di hundirê kelehê de hene, tunêl û mehzenên di zinar de hatine kolan hene, tune, nayê zanîn. Keleh bi awayê çarnîşkek rast hatiye lêkirin.

Ji ber ku li havîrdora kelehê ne kanê medenan ne jî eraziyeke girîng heye û keleh jî bi berahiya xwe di nava kelehên piçûk de ye, tenê bi berahiyeke 18,30 x 30, 00 metreyî ye. Baş tê zanîn ku Xaldiyan li her deverên welatê Bianî (banî) kelehên di berahiyên wiha piçûk lêkirine, tevahiya arkeolog di wê baweriyê de ne ku ev keleh tenê bi awayê qonqxeke lêmanê, bêhngirtinê û nêçîrê ango wek bingehe kervansaraya wê serdemê û parastina rêya dîrokî ya ber bi bajaroka Xaldî ya li bakûrê Arcigehe (Keleha Kefe) hatiye lêkirin û bikaranîn. Ev dever bi qase 25 km li başûre keleha kefê ye. Ev jî dikane vê dîtinê piştrast bike.

Di dema Xaldiyan /Urartuyan de ji vir re jî welatê Ziukuni hatiye gotin. Bi wê ve girêdayî her çendî beşeke gelê herêmê ji konfederasyona eşîrên Beranan (Akkoyunan) e ku gelek peyvên wê demê di devoka tirkiya dû re hatiye vir de cih digire jî, ji ber bangaşiya salan, beşek gelê nava bajêr xwe wek Tirk û Tirkmen dihesibînin. 

Gundên li hawîrdor hê Kurdî diaxivin, gundên kurdîaxêv gelek çîrokên cûda yên li ser vê kelehê vedibêjin. Hin çîrokên fîraran, hin çîroka prensesa wek cezakirinê di vê kelehê de bi salan hatî girtin, hin jî çîrokên şêlandina karwanan li ser kelehê vedibêjin. Dever ne tenê ji bo fîraran. ji bo nêçîrê jî gelek destdayî ye, dibe ji wê be, çîrokên li ser nêçirvanên di rojekê çile de rê şaşkiri û ji neçarî şeva xwe ye reştarî li vir derbaskirî jî tê vegotin.

Ez di nava belgeyan de li sarincan geriyam, lê nebû, ji ber ku li nêzîke kelehê gelek çavkaniyên avê hene, dibe ku pêdivî bi sarincan nedîtibin. Mixabin agahiyên li ber destê min ev in. Bi hêviya em bikanin di derbarê vê keleha xwerû de jî bigihîjin, agahiyên berfireh û têr, hetanî keleheke din bimînin di nava tendûristiyê de.

parvê bike

Melîk AYKOÇ

Nivîsên Melîk AYKOÇ

Keleha Argûnê
18 teşrînê

Li ser Îdir/Egîda
11 teşrînê

Kavilên Mendekê
4 teşrînê

Keleha Sarê
7 cotmeh

Keleha Haremî
30 îlonê

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.