Keleha Mûşetê

Melîk AYKOÇ nivîsand —

În 8 Çile 2021 - 01:00

Navê Mûşê û Mûşetê wisa di nava hev de heliyane, gelek caran wek mijara "hêk ji mirişkê ye, yan mirîşk ji hêkê ye" dibe mijara pêkenokan. Lêkolîner, dîrokzan û pisporê li ser mijarê kûr bûne hemû di wê baweriyê de ne ku navê bajarê Mûşê û navê keleha Mûşetê bi hev re têkildar in. Lema dema mesele Mûş e; herkes "ha keleha Muşetê" dibêje, her wiha ji bo kelehê jî yekber navê "Mûş"ê dibêjin. Ji wê ez ê berê vê mijarê vekim. 

Birêz Mîthat Eser di kovara Akademiya Ekevê de lêkolîneke berfireh li ser Navê Mûşê nivîsandiye. Di lêkolîna wî de zelal dibe ku ti têkiliya vî navî bi Asûrî, Îbranî, Erebî, ango zimanên Samî re tine. Li ser îdiaya, ev gotin bi Ermenîkî ye jî, şiroveya Bîlge Umarê weke mînak dide. Di vê şiroveyê de wiha tê gotin: "Di Ermenîkî de peyvên weke munç (lal), muşdag (Kurk), mişag (rençber) hebe jî, peyva „Mûş“ tine.” Li gel wê gotina dîrokzanê Ermenî yê navdar Grousset yê ku bi rikî dibêje; "..mîrê Muşkan Gurdi/Gordios bû..." derdixe pêş. Ev jî xweber peyva "Gurdî/Gurtî /Gutî" ango peyva "Kurd" tîne bîra mirovan. Hêjayê gotinê ye ku em vê jî bêjin, lêkolînerê Ermenî Yovhannes Mamigonyan navê Mûşê weke "Taron" dide û bi navê "The History of Taron" xebatek li ser devera Mûşê nivîsîye. Lêkolîner Eser piştê van têbiniyên ji çavkaniyên cuda, navê mîrê du eşîrên Kurd ên li Samane ku bi qasê rêya rojekê ji Sasonê dûr dijiyan û navê mîrê wan "Mûş“ bû, derdixe pêş. Her wiha di nivîsên Asûran de behsa êleke bi nave Muşkîyan tê kirin, ew jî li vê herêmê jiyane. Navê mîrê wan Mîta /Mîtan bûye, ev jî rasterast navê Mîtaniyan tîne bîra mirovan. Di van salên dawiyê de dagirkerên Tirk jî hewl dane ku navê Mûşê bi rêya Îslamê bi Erebî û Tirkî ve girêdin, lê zanyar û lêkolîner îdîayên wan cidi nagirin.

Piştî vê kurte şiroveya navê Muşê û têkiliya wê ya bi navê kelehê re, em kêm agahiyên li ser kelehê gihîştine ber destê me, parve kin. Mixabin ku arkologên hatine û li kelehê nêrine, koordînatên kelehê nenivîsîne. Lê keleh ji navenda Mûşê ne dûr e, tenê şeş-heft kîlometreyan dûr e, ev jî rastê koordînatên bajarê Mûşê tê. Keleha Muşetê li ser girekî bilind ê çiyayê Ziyaretê ye ku hima li başûrê bajarê Mûşê wek berdewamiya çiyayê Zagrosan bilind dibe, hatiye lêkirin. Ji hîmên wê yên ji zinarên mezin, her wiha di zinarên kewke de bicihkirina kevirên edilandî, teraştina keviran, girêdana wan nîşanê me dide ku di destpêka Serdema Hesin ango di dema Îşpûnî de hatiye lêkirin. 

Lê di dema Împaratoriya Romayê de bi xerca Xorezmê hem hin dîwarên din lê hetine zêdekirin, hem jî hatiye tamîrkirin. Lêkirina kelehê bê kêmasî dişibe kelehên Haspet a çend kîlometreyan ji wê dur û keleha ruxiyayî ya di nava bajarê Xelatê de. Navê kelehê me li jor zelal kiribû, ev nav di gelek çavkaniyan de bi eşîra Muşkan ve jî tê girêdan ku ew jî eşîreke federasyona Bianî yanê Urartûyan e. Hin jî eşîra Motkiyan û Muşkan weke heman eşîr dibînin, ku navçeya Mutkîyê navê xwe ji vê eşîrê digire. Ev eşîr ji Qersê heta bi Başûr û Rojhilatê Kurdistanê li her derê Kurdistanê heye.

Keleha Mûşetê li ser devê geliyê Kelareşê ye (li gelek cihan bi vî navî gelî hene), li ciheke gelek stratejîk e. Di nava gel de çîroka Şêxmûs û xwişka wî Sindiyanê heye. Beşeke wê bi stranî tê gotin. Mînak: "Mûsawo birawo Geliyê Kelareşe bişewite wa bi sinc e / Par vê çaxa heft birayê min mîna gurê devbixwîn li pişta hev bûn, îro du jê çûne maye pênc e! Lê xwehê, ez dikim dilezînin, rûpelên mishefê pel bi pel werdigerînim, Ti fetwayekê ji sonda xwe re nabînim."

Li ser devera keleh lê, çîrokeke din jî heye. Weke helbesteke ezberkirî di devê mûşiyan hemûyan de ye. Ji ber ku bi kelehê re têkildar tê gotin, em wê jî bigirin, ew jî wiha ye: Keça dewlemendê koçeran evîndarê şivan dibe. Dema kurê axê keçikê dibîne, ew jî evîndarê keçikê dibe. Axa diçe, ji kurê xwe re wê keçikê bixwaze. Keçik bi tundî li dij derdikeve. Kurê axê jî biryarê dide ku wê birevîne. Dema kurê axê û peyayên xwe nêzîkî li keçikê û şivan dikin, keçik û şivan wekî surekê wenda dibin. Hin dibejin; di nava xirbeyên kelehê de wenda bûne. Hin jî dibêjin, erd qelişîye û ew veşartine.

Hima bigire em hemû sûc û tawanê li arkologan û dewleta wan bar dikin, lê bê guman tewana me jî ne kêm e. Mînak her Kurd dikane wêneyên kelehan, kevr û lêkirina wan, yên parçeyên ferfûr û cêran bikişînin, wan ji navendên saziyên Kurdistanî û welatparêz re bişînin, ew jî dikanin nîşanê pisporan bidin û agahiyên rast bi dest bixin. Bi hêviya her kes bi vê mabestê û parastina cihên dîrokî xwedî li berhemên bav û kalên xwe derkeve, hetanî keleheke din bimînin di nava xweşiyê de, bi vê mabestê; bi derengî jî be sersala we pîroz be.

parvê bike

Melîk AYKOÇ

Nivîsên Melîk AYKOÇ

Keleha Argûnê
18 teşrînê

Li ser Îdir/Egîda
11 teşrînê

Kavilên Mendekê
4 teşrînê

Keleha Sarê
7 cotmeh

Keleha Haremî
30 îlonê

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.