Me di nivîsa hefteya çûyîn de mijareya keleha Kordzotê û kavilên kevnebajarê Arsûnî pêşkêşê xwînêran kiribû. Mixabin ku dema mirov li ser înternetê li Keleha Bergirî / Muradiyê digere, tenê ev Keleha Kordzotê derdikeve pêş mirovan, lê ew ne keleha herêma Bergirî /Muradiyê ye, ew keleha devera Kandaharê û keleha perestgeha pîroz bû. Keleha Bergirî /Muradiyeyê li ser rêya Çaldiranê, kîlometrekê li bakurrojhilatê pireya teng a Bendermahiyê ye.
Arkeolog di kovara Dergîparkê de wiha behsa vê Keleha Bergirî dikin: "Keleha Muradiyê dema ku mirov ji Çaldiranê tê Muradiyê, berê ku mirov bigihîje Muradiyê di zuxrê nêzê pireya Bendermahî li ser girekî bilind hatiye lêkirin. Di rengê vê kelehê de gelek keleh jî li derdora deşta Çaldiranê hene." Ev keleha Muradiyê ne keleheke mezin e. Yek ji kelehên çavdêriyê û parastinê ye. Lema dikeve nava kelehên piçûk ên weke qereqolekê.
Min ji mirovên herêmê pirsî, ev gelek nêzîkê pireya Bendermahî (pira Ferîşta Xirabiyê) li Rojhilatê rêya Bazîd û Muradiyê ye. Mirov dikane ji ser kelehê ji pira bendermahiyê hetanî avşara Bendermahiyê (Muradiyeyê) tev de bibîne. Her wiha vê deşta teng a ku di newalê de ber bi Çaldiranê û hetanê Çaldiranê dirêj dibe, yekber raçavîne. Her wiha rêya ji zuxrê rojhilat tê û dikeve ser rêya Çaldiran û Bargiriyê / Muradiyeyê jî. Keleh di cihekî wiha stratejîk de hatiye lêkirin. Ev awa cih bijartin jî karektereke kelehên Xaldiyan e.
Keleh li ser zinarên ku aliyê bakurrojava, bakur hetanê rojhilat wekî kelehekê bilind hatiye avakirin. Li gorî texmînan, di dema dawiya Serdema Hesin de bi destê Xaldiyan hatiye lêkirin. Mixabin ku Şah Îsmaîl dema di salên 1510'an de vê herêmê dagir dike, kevirên wê dibe ji bo xwe avahiyeke lêmanê dide avakirin. Lema mîna ku li wir keleh tinebe, xuya dike. Lê hê hîmên wê hene û tê naskirin.
Di hin belgeyên dîrokî de ne tenê behsa serweriyên weke Guti, Urartuyan, Manan û Kardaka tên kirin. Her wiha mijara meylên gelan jî tê venivîsandin. Hem di belgeyên serweriya Asûran de hem jî di nivîsên Xenophon de tê ragihandin ku gelê herêmê bi giştî ji erdnigariya çiyayî û cihê asê sûd wergirtiye. Ev avantaj wekî çekeke kêrhatî bi kar anîne, lema wer bi hêsanî di nava serweriyan de nehatine helandin. Mirov tenê dikane vê dîtinê erê bike.
Ji ber ku li ser kelehê agahiyên arkeolojîk zêde di destê me de tine, em di vir de mijara pireya Bendermahî (Pira Ferîşta Xirabiyê) û Avşara Bendermahî / Bergirî (Muradiyê) jî hinek vekin. Pira Bendermahî li başûrrojavayê kelehê li ser zuxrekî gelek teng de bi yek çaviyekê di sedsala 19'an de ji kevirên birrî hatiye lêkirin. Lengerê wê yê rojava rasterast zinarên xwezayî û kewke ye. Lengerê rojhilat jî bi kevirên birrî û molozan hatiye çêkirin. Ev pire 15 metreyan dirêj, 3 metreyan fireh e, û ji ser avê jî 18 metreyan bilind e. Çîroka navê Ferîşteya Xirabiyê jî anegorî vegotinên gelên herêmê rengê xwe ji qezaya dewetekê digire. Dibêjin dema bûkê siwar dikin û tînin ser pirê, bûk û hesp ji ser pirê dikevin wî zuxrê teng û dimirin. Em çîrokê bidin aliyekî. Mirov dikane bibêje, ev zuxrê zinarîn û pire berciseke cihanê ye, divê sedîsed were ziyaretkirin.
Hima ji wê pirê 5 – 6 kilometre wêde dema mirov ber bi Çaldiranê ve diçe jî Avşara Bendermahî /Bergirî (Muradiye) ya bi nav û deng heye. Her sal bi hezaran tûrîst ji bo dîtina wê tên vê herêmê. Ev Avşar bi qasê 150 metreyan li rojavayê rêya Wan û Bazîdê ye. Bilindahiya Avaşarê li dora 20 metreyan e, firehiya wê ji 50 metreyan zêdetir e. Li aliyê jêr ê avşarê jî pireyek darvekirî heye. Bes ji ber ku ava wê gelek zêde ye û bi weş diherike, mirov dema bi trimbêlê di ber re diçe jî, dengê gurîna wê dibihîse.
Agahiyên derbarê wan de bi destê me ketine, mixabin tenê ewqas in. Bi baweriya min vê gavê ev jî ji bo nasînê bes e. Dibe ku di demê pêş de agahiyên zêde bi destê me bikevin. Hetanî keleheke din bimînin di nava xêr û xweşiyê de.
parvê bike
Nivîsên Melîk AYKOÇ
Keleha Argûnê
18 teşrînê
Li ser Îdir/Egîda
11 teşrînê
Kavilên Mendekê
4 teşrînê
Keleha nav giran/Girêdirikê
28 cotmeh
Keleha Gulşahê
21 cotmeh
Kavîlên Misûrya / Eleşkirt
14 cotmeh
Keleha Sarê
7 cotmeh
Keleha Haremî
30 îlonê