Keleha Kumsorê

Melîk AYKOÇ nivîsand —

Pêncşem 17 Kanûn 2020 - 23:41

Di nava gel de ji vê kelehe re, keleha Kumsorê û “Keleha Xizna Maran” dibêjin, lewre li dora kelehê û di nava kelehê de gelek mar hene. Keleh li bakurrojavayê Gundê Kumsorê (Saridal) di navbera Mezra Misto û Kumsorê de ye. Keleh li dîharê girê herî bilind e, bilindahiya wê ya ji deryayê digîhîje 2000 metreyî, hawîrdor zozan e û cih bi cih mezra û gom hene. Mirov ji dîharê kelehê dikane hem hemû newal û zuxrên vê devera çiyayî û hem jî dikane tevgerên li Deşta Mûşê raçavîne. Her wiha ev keleh wekî cigehekî navendî ya hemû kelehên li herêmê xuya dike.

Peyva “Kumsor” peyveke gelek girîng e, kilîta gelek rastiyan e. Ev navê eşîreke Rêya Heq e. Di çîroka wan de tê gotin ku gelek mezinên wan di nava leşkerên Şêx Cuneytê kalikê Şah Îsmaîlê sefavî de cih girtine, kumê sor dane serê xwe û bi wan kuman vegeriyane, lema ji wan re Kumsor (Qizilbaş) gotine. Ev peyva “kumsor” pir girîng e, lewre gelek kes peyva Qizilbaş bi şaşî wekî qopya peyva tirkî “sersor” werdigerînin, lê ev şaş e. Bi hêviya tenê ev peyva rast were bikaranîn. Eşîra Kumsoran li Dêrsim, Depê hene, her wiha piraniya şêniyên navçeya Xolxolê (Yayladere), li Gimgim û hinek jî li Koçgîriyê hene. Malbateke eşîra Kumsoran ev gund avakirine, navê gund ji wir maye. Hawîrdor jî bi giranî ji eşîra Hesenan (Hosûna /Huzuna) ne, ev eşîr eşîreke federasyona Xaldiyan (Urartû, Bianî) e. Hê jî li ba wan ananeyên Rêya Heq û Êzdî serdest e. Gundê Kumsoran gundekî piçûk e, bi qasê 30, 40 xaneyî ne. Çend gomên nêzîk jî girêdayiyê Kumsorê ne.

Gundê Kumsoran û keleh bi qasê 30 km. yî li bakurê bajarê Mûşê ye. Keleh jî bi qasê 4,5 km. li bakurrojavayê gundê Kumsoran e. Anegorî pisporan li ser girê bi bilindahiya 1995 -2000 metreyî ye. Di binya gir re şeteke çemê Kumsorê diherike. Keleh ji dûr ve xuya dike. Dema mirov ji newal çem lê dinêre xofek li mirovan bardibe. Koordînatên wê jî wiha ne: 38° 57`33 bakur, 41° 37`12 Rojhilat e. Li ser girê ku aliyê başûr zinar weke dîwarekî 75 metre bilind e, meyla bakur ne bi qasê başûr tîk e. Li ser girekî volkanîk a vemirî hatiye avakirin. Berahiya Kelehê 24 x 50 metre ye. Li dor kelehê stadel yanê sûrek bi berahiya 29 x 65 metreyî heye. Di nava kelehê de bingehên dîwarekî keleh û her wiha stadelê dike du beş û avahiyên cuda hene.

Li dora Stadelê, yanê li dor sûra kelehê li aliye Rojhilat, Rojava û bakur li pey hev sê teras hatine çêkirin. Hemû teras bi kevirên pehn hatine lêkirin. Pisporên arkolog di wê baweriyê de ne, ji ber ku ev herdu alî ne zinarînin ji bo parastina dîwarên Stadel û kelahê ev terasana hatine lêkirin. Teras gelek fireh in jî. Dîwarên terasan yên bakur û Rojhilat bi berahiyeke 5 metreyî hatine lêkirin. Ev jî tê wê wateyê, hostayan ev bi hesabekî gelekî kûr û zanistî lêkirine. Dîwarên Stadel û kelehê bi teknîka diwarê bê xerc hatiye çêkirin. Kevir bê teraştineke, bi awayeke gelek edilandî di dîwar de hatine bicihkirin. Qalindiya diwaran 3 /3,5 metreyî ne. Arkolog di wê baweriyê de ne ku derê kelehê li ser terasên bakur re dikeve nava kelehê.

Mixabin ku di pêvajoya salan, erdhej, û herikîna erdê piraniya kevirên dîwaran gêrî ser hev bûne, hem jî kom bi kom in, wek xilxilên xwezayî xuya dikin. Li vir jî kevirên mezin û yên peyayek dikane rakin bi hev re hatine bikaranîn. Cih bi cih hetanî digîhîje ser rêya Goma Mistê bingehê rêyeke dîrokî jî heye. Li nêzî kelehê gelek xirbe hene, lê mixabin ku lekolîneke zanistî li ser wan xirbeyan pêknehatiye, lema em nizanin ku ew der jî bajar bûye yan na. Bes kevirên wan xirbe û yên kelehê wekî hev in. Li hawirdor û di nava kelehê de gelek parçeyên ferfûr, cêr û xilikan hatine dîtin. Tev de yên Serdema Hesin ya destpêkê ne.

Gundî radigîhînin ku keleh niha ji maran re maye, mirov dikane her demê li wir rastê maran were. Arkologên hatine lê nêrîne, rastî gelek maran hatine û wan bi tirkî jî navê maran “yilan” lêkirine. Hin gundî jê re “Xirbên Xizna Maran” jî dibêjin. Piştî van agahiyan, bi hêvîya kesayetiyên din jî di vî warî de ji me re bibin alîkar, hetanê keleheke din bimînin di nava xweşiyê de.

parvê bike

Melîk AYKOÇ

Nivîsên Melîk AYKOÇ

Keleha Argûnê
18 teşrînê

Li ser Îdir/Egîda
11 teşrînê

Kavilên Mendekê
4 teşrînê

Keleha Sarê
7 cotmeh

Keleha Haremî
30 îlonê

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.