Keleha Keftê

Melîk AYKOÇ nivîsand —

Pêncşem 1 Cotmeh 2020 - 23:00

Dema mirov navên ku Tirkan li gund, bajar, herêm û cîgehên dîrokî kirine, dibîhîse, berê wisa şaş û metalmayî lê dinêre, lewre ti têkiliya wan navan bi herêm û jiyana herêmê re tine. Ji ber van tevlihevkirinan, navên kevn jî nayê bîra mirovên cigehî. Pirê caran gundiyên salmezin jî nizanin, ka navê gundê wan bi tirkî çi ye! Li devera gundê Dunduke (Dunikê) jî ev reng heye. Navê gundê Dundikê kirine “Konakkuran” Her wisa navê kelehê jî guherîne. Gundiyan ji vê kelehê re “Keleha Keftê” gotine, lê Tirkan navê wê kirine “Yeniköy kalesî”.
Gundîyan berê ji herema keleh lê re çala Keleha Keftê gotine, dû re hin şênî li vir jî niştecih bûne, weke mezreyeke gundê Dunigê (Konakkuran) li vir her çûye mal zêdebûne, jê re li gel navê çal û keleha Keftê, “Gundê Teze” jî gotine. Wergera vî navî ya ji bo tirkî derbasî qeydên fermî jî bûye. Yanê di cihê Çala Keftê de peyva Gundê Teze jî tê bikaranîn. Her çendî tirkiya navê kurdî ye jî, gava mirov “Yênîköy” dibêje, kes nizane, ka ev kîjan gund e. Sipas ji bo serokê şaredariya navçeya Dunigê (Konakkuran) yê berê re (HDP), gelek agahiyên têr dan min.
Tirkan ev keleh wek “Keleha Yenîköy” bi nav kirine, di tapû qadastroyên wan de ev nav derbas dibe. Lê ti kesekî deverê û li gundên hawîrdor dijî, nizanin û keleheke bi vî navî nas nakin, ji ber ku navê wê di nava gel de “Keleha Keftê” ye. Gundiyên hawîrdor wek Xatûnan, Eliyar her wiha niştecihên gund jî kelehê tenê bi navê “Keleha Keftê” dizanin.
Peyva “keft” ne ji lêkera “keftin /ketin” yan jî peyva “kefê”, ji peyva “Şikeftê” tê. Di pêvajoya salan de pêşgîna “şi” ya peyva şikeftê ketiye û tenê “Keft” maye. Ev nav ji navê şikafta di binê kelehê de ye, tê. Di binê kelehê de penc-şeş jûrên ku di zinar de hatine kolan hene. Li herêmê jê re “Odeyên Mixarê”, yan jî “Mixara Kela Keftê” dibêjin. Di teraştin û sewkiyên hin jûran de zelal dibe ku ev jûrên şikeftê jî di Serdema Hesin ya navîn de hatine kolandin.
Li ser vê kelehê tenê agahiyên koordînata qeyda paftaya parêzgeha Mûşê, ya parsela kelehê heye, weke din ti lêkolîneke bingehînê arkolojîk li ser kelehê pêk nehatiye. Keleh bi qasî 100 – 200 m li Rojhilatê Gundikê Teze yê girêdayiyê gundê Dunikê ye. Girê keleh li ser hatiye Avakirin, girekî bi meyla ji % 30, 40 bilind dibe. Girekî zinarîn e. Dîwarê kelehê bi qasî 2 – 2,50 qalind e, li dor sûrê li gel piştekên stûrkirinê, bingehên sûreke din ya parastinê jî heye, lê tev de ruxiyane. Hîmê dîwarên kelehê di zinarên Kewke de dane rûniştin. Keleh bi awayekî elipsî ji bakurrojhilat berbi başûrrojhilat ve dirêj dibe. Keleheke navçe ye, berahiya wê di navbera 65, 00 x 75, 00 mêtreyî de ye. Di zinarên pişt kelehê de nîşaneyên çend sarincan hene, lê tijî bûne.
Arkologên hatine, li rewşa rûh û bermayiyan dîrokî nêrîne, agahiyên têr nadin, tenê van koordînatên cih tespîtkirinê didin, bi bilindahiya 1590 û di navbera Paralêlên 39, 16`35 bakur û merîdiyenê 42, 32`36 Rojhilat de ye. Mirov li dîharê kelehê dikane tevahiya zuxrên li dor çemê Arsînê (Murad), her wiha zuxrên Rojhilat, bakur û başûr bibîne. Em koordînatan bidin aliyekê, keleh li ser girekî gelek stratejîk hatiye avakirin. Di newala Keftê ya li başûrê kelehê ye re çemoka Kefte heye. Ev çemok biharan gelek har diherike, lê havînan tê ber miçiqandinê. Li hawîrdorê ti dar nemane, lê em ji Seyhatnameya Ewliya Çelebî dizanin ku berê gir û newala li hawîr dor tev de dar bûne. Hê jî cih bi cih çend darên mazî û şîlanan xuya dikin.
Agahiyên min ji serokê şaredarê berê yê Dunigê (Konakkuran) rêzdar K. Ç, girtiye, ku bi xwe ji vî Gundê Teze ye, wiha ne. Di bin kelehê de gelek jûrên şikeftên di baxir de hatine kolan hene, ku mirov bixwaze niha jî dikane weke mal bikarbîne. Ev jûrên şikeftî jî xuya ye ku bi tunêleke xwerû bi navenda kelehê ve girêdayî ye. Lê ji ber ku ti xebatên arkolojîk pêknehatine, tunêla bi keviran tijîbûye, xitimiye. Mirov nizane ku ka bi çi meylê û çend derenceyan derdikeve dîharê kelehê, yan jî di navbera keleh û van jûrên şikeftî de jî jûrên din hene yan na!.
Li ser gir û zinarên hawirdor jî cihên kozikên lêpayînê yên ta ji dema Ûrartuyan mane, hene, hin kozikên leşkerî yên gelek mezin jî hene, ji ber vê jî gundî wan wek kelehên cûda dibînin û dibêjin; li hawîrdor kelehên din hene. Bi hêviya derfetên lekolînên bingehîn bi destê me bikevin, hetanî keleheke din bimînin di nava xweşiyê de.

parvê bike

Melîk AYKOÇ

Nivîsên Melîk AYKOÇ

Keleha Argûnê
18 teşrînê

Li ser Îdir/Egîda
11 teşrînê

Kavilên Mendekê
4 teşrînê

Keleha Sarê
7 cotmeh

Keleha Haremî
30 îlonê

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.