Ev kelehe bi qasê 4 km li bakurê bajare Arcigehê /Adilcewazê ye. Li ser zinarên volkanîk ên li ber pêşa çiyayê Sîpanê hatiye avakirin. Em ji nivîsên mixî yên li ser zinarekî di nava kelehê de dizanin ku ev keleh bi aliyê key Rûşa I. ê kurê Key Argiştî ve di navbera 690 – 650 berê Mîladê hatiye avakirin. Di dema Urartuyan de ji vî deverê re Xaldayî hatiye gotin. Her wiha ji bo vê herêmê peyvên wekî „Uru Kur“ (çiya /bilind) û welate „Ziukqunî“ jî bikaranîne. Ev bajarê li pehnaveke li ber sînga çiyayê Sîpanê û li kêleka keleha Kefê jî hatiye avakirin, wek navenda vê herêmî dihat ditin û di çavkaniyê Urartuyan de navê wê „Xaldî“ ye. Dibe ku ev dever navenda konfederasyona eşîra Xaldiyan jî be. Di hin daneyan de tê ragihandin ku gelên li dor Patnos deverên din anîne li vir bi cih kirine. Havîrdora Patnosê hê hetanî sedsala 19’an jî bi giranî kûrdê Êzdî bûn. Eşîra Sipkiyan ya li wir dijî hê jî bi tevahî nebûye Misliman. Her wiha piraniya eşîra Husunan (Hesenan) hê jî bi anane û têgîştina berê dijîn. Piraniya eşîra Bilikiyên li vir di nava Ermeniyan de heliyan. Ji wê jî ev mijara van eşîrên li vê herêmê hêjayê lêkolînê ye.
Ev Keleh jî Çarşikeltayek e, (bajarê nava kelehê /ev peyv bi zimanê Xoriyan e.) wekî Çarşîkelta Xarpêtê ye. Lê ev Çarşîkelta ya Kefê /Xaldî çarşikelta herî mezin e. Li welatê me bajarê nav kelehê ya bi vê mezinahiyê tine. Koordînatên wê wekî koordînatên keleha Adîlcewazê ye û bi kurtî wiha ne: 38° 48`bakur /42° 45`Rojhilat e. Keleh li aliyê bakurêrojavaye kavîlên bajarê Xaldî li cihê herî bilind e. Lê sûra dora keleha Kefê tevahiya kavilên bajarî Xaldî hemêz dike. Ev jî taybetiyeke vê kelehê ye.
Li gel kelehê dîwarên (stadel) sûra li dor kavilên bajêr ku ji gelek stran û çîrokên li vê herêmê tên stran û vegotin re bûye bingeh, li herêmê bi nav û denge jî, bi aliya Kurdan ve nayê nasîn. Kavîlên bajêr li herêmeke bi qasê 3 hektar berfirehiyê berbelav bûye. Ev tê wê wateyê di dema şênahiya xwe de bajareke mezin bûye. Di diwaran de kevirên lavayên çiyayê Sîpanê û kerpiçên pijandî hatine bikaranîn. Qesra bajarê kavilbûyî li cihê herî bilind di nava sûreke hê hin beşên dîwarên wê li pê ye de xuya dike. Tê gotin ku qesra piraniya çîrokên di nava gelê me de, ev qesr e. Di ser hev de ruxwandina kerpîç, malavên darinî û keviran bi zelelî nîşanê me di de ku ev qesr çend qat bûye. Û ew qatana di ser hev de ruxiyane. Li gel wê qesr li ser terasên bi bilindahiyên cûda hatiye avakirin. Ji van terasan jî tê femkirin ku ev qesr çar qat bûye.
Xebatên li ser qesra li keviya keleha Kefê ya bi zanyariya arkolojîk di navbera 1964 – 1972’an de pêk hat de zelal bû. Di vê xebatê de arkolog Ögün û Bilgîç ragihandine ku Qesreke pir mezin e, di vê qesrê de 140 ode û jûr hebune. Piştê lêkolînên arkeolojîk yên salan, hîmên bi qasê 30 odeyan hatin derxistin. Di navenda avahiyê de salon heye, gelek ode li dor salonê ne. Ta niha du salonên mezin jî hatine tespîtkirin. Dema mirov çar qatan bi vê hêjmarê bibersîne, hêjmara odeyan nêzîkê 140 dibin. Ev jî taybetî û giringiya vê bajaroka li gel kelehê li ber çavan radixîne. Gelo nebe, qonaxa mala bavê Zîna Zêdan ev der be, yan jî ev der ji bo wê hatibe venivîsandin?
Arkolog qesrê û rewşa we wiha şirove dikin: „Salona jêr bi berahiya 20 x 45 metreyî ye, tê de 10, 12 paye (cihê rûniştinê) hene. Cihê rûniştinê li ser kevirên cûda binexşên cuda hatine kolan hene, mirov têdigihîje ku ji qatên jor hatine xwarê. Kevir kareyî ne û li hemû rûyên wê heman teşe hatina kolan. Ev teşeyên hatine kolan hunera teraşti û kolana Ûrartûyan bê kêmasî li ber çavan radixîne. Avahiya Ûrartûyan ya herî taybet jî avahiya sê qat a bi sê bircan e. Li ser zinarên di navbera bircan de li ser pişta şêrên ku di zinar de hatiye kolan wêneyê Xweda Xaldî heye. Di navbera bircên dîwaran de jî Mazgal yanê pace û li kêleka wan wêneyên eyloyên ku di nav nukulên wan de kêvroşk hene, hatiye neqişandin.
Li ser terasa jor a li bakurê salona jêr dikeve jî, saloneke bi berahiya 23,30 x 25, 85 metreyî heye. Di vê salonê de jî li ber û berê dîwar 8 payeyên taybet hene. Li ser dîwar gelek teşeyên bi awayê ornamentan li pey hev rêz dibe. Mirov ji wêneyên li ser kevirên ruxandî jî têdigihîje ku, li ser dîwaran jî wêne hebûne, kevirên li ser hin teşa hatine kolandin hebûne. Li kêleka salona jêr jî, sê depoyên bi dîwarekî ji salonê hetiye qetandin heye. Di van jûran de 170 Hizên (pîton) şerabê yên mezin hene. Ev jî nîşanê me dide ku li vir şerab hatine çêkirin.“
Agahiyên li ser keleh, di rastiyê de li ser Çarşîkeltayê bi destê min ketin, ev in. Lêkolînên arkolojîk ên li ser kavilên bajêr, hê jî didome. Em hêvî dikin ku hê gelek rastiyên din werin zelal kirin. Bi vê hêviyê hetanî keleheke din bimînin di nava xweşiye de.
parvê bike
Nivîsên Melîk AYKOÇ
Keleha Argûnê
18 teşrînê
Li ser Îdir/Egîda
11 teşrînê
Kavilên Mendekê
4 teşrînê
Keleha nav giran/Girêdirikê
28 cotmeh
Keleha Gulşahê
21 cotmeh
Kavîlên Misûrya / Eleşkirt
14 cotmeh
Keleha Sarê
7 cotmeh
Keleha Haremî
30 îlonê