Keleha Hesarê

Melîk AYKOÇ nivîsand —

Pêncşem 6 Çile 2022 - 22:09

  • Gundê Hesarê gundek piçûk e, nêzîkê gundê Nenecanî ye. Bi qasê 12 km li rojhilatê Patnosê ye.

Gundê Hesarê gundek piçûk e, nêzîkê gundê Nenecanî ye. Bi qasê 12 km li rojhilatê Patnosê ye. Hawîrdora wî zevî û ziyanên bejahî ne. Çemoka biharan bi helandina berfa çiyayê Eledaxê re har e, havînan zuha dibe. Lê kaniyên têra gundiyan dikin, hene. Bi gundê Kaş û Hêsarê jêr ve wek gundekî ne. Gelê li heremê berê nîv koçer bû. Niha li gund tenê kal û pîr mane. Ji wê, pezxwedîkirin jî nemaye, tenê çend çêlek mane.

Berê em kelehê bidin nasandin, em mira girîngîya vê herêmê ya di serdema Xaldiyan de vekin; her çendî ev dazanîn bi formên cuda di gotarên din re jî derbas bûbû, ji ber girîngîya wê, em cardin bi bîr bînin. Herema Patnosê di dema Xaldî /Urartuyan de piştî herêma pîroz Muşaşîr /Ardinî herema baweriyê ev devera Patnosê bû.

Ji vê herêma Patnosê re “Aladrî” (adir/adrî =agir) digotin. Ji wê jî hawîrdora Patnosê bi kelehan xemilandine. Di nava nivîsên mixî yên Asûran de navê vê herêmê weke “Naîrî” (Çeman) derbas dibe. Xaldî li ser wî bingehî hate damezrandin. Yanê devera Patnosê di serdema paytext Azaşkun (li dor Milazgirê) cihekî pîroz bû û ev pîrozî her ma.

Keleha Hesarê 400 kîlometro li bakurrojhilatê gundê Hesarê ye. Girê keleh li ser hatiye avakirin jî ji deryayê 1870 metre û ji hawîr dora xwe jî 80-90 metre bilindtir e. Li ser girekî zinarîn ê di dema teqîna çiyayê Eledaxê de pêk hatiye, ava bûye. Zinarên bin kelehê bi serê xwe weke kelehekê xuya dikin. Hin aliyên wê gelek asê ne. Dirêjahiya kelehê li ser bereya bakurêrojhilat ber bi başûrêrojava ve 65 metre, berahiya wê jî li ser başûrêrojhilat ber bi bakurêrojava 42 metre ye. Deriyê kelehê li başûrrojava di zinar de hatiye kolan, piştî ketina hundir, cihekî rastkirî yê ji bo kontrol û lêpirsînê, li kêleka wê jî cihê nobetdaran heye. Li rojavayê vî cihî rawestanê nîşeke taybet a ji bo perestinê heye. Ev nîş yanî çelahiya perestinê 110 cm dirêj 30 cm kûr û 30 cm jî bilind e. Avahiyên lêmayînê di navbera başûrrojhilat û bakurrojava de ye.

Li berpalê bakurrojavayê girê kelehê, perestgeheke servekirî ya di zinêr de hatiye kolan heye û berê wê li roja diçe ava ye. Ji bo derketina perestgehê di zinêr de derence bi qasê metrekê dirêj hatine teraştin, ev derence û perestgeha servekirî dişibe perestgeha servekirî ya Girêsor ku ji vir bi qasê 35 km dûr e. Herweha di zinar de jî ev deriyên bi raz û baweriyê (nîşên bi raz) yên di pîvana hemanmezinahiyê de hene. Belê “Çar derî 40 Meqam” rengê xwe li vir jî nîşanê me dide. Divê endamên Rêya Heq van rastiyan bibînin.

Piştî arkeologan parçeyên ferfûr, fera û folan lêkolane gihîştine wê baweriyê ku ev kele di serdema Tunc ya dawiyê de hatiye lêkirin. Ji ber di cihek stratejîk de ye û ji vir gelek kelehen havîrdora Patnosê xuya dike, li gel pasrastinê wek keleheke raçavandinê jî hatiye bikaranîn. Ev perestgeh, Nakropola Nenecanî ku ku bi qasî 6-7 km. ji vir dûr e, nîşana hebûna bajarekî kevn e. Lê bixabin ti lêkolînên arkeolojîk pêkneanîne.

Bi qasî 350 metre li bakurrojavayê keleha Hesarê, di binê zinaran de stargeheke şikeftî û di zinêr de hatiye kolan heye û gelek mezin e. Tê bawerkirin ku ev der xwerû di dema şeran de weke cihekî veşartgehê hatiye bikaranîn.

Ji deryayê bilindahiya wê li dora 1860 metre ye, di cihekî gelek kamuflekirî de ye. Arkeolog di wê baweriyê de ne ku ev şikeft di serdema prehîstorîk de jî hatiye bikaranîn. Li rojavayê wê cihokek hatiye vekirin. Li rojavayê jikeftê di nava zinaran de meydaneke wek cihê civînê hatiye amadekirin du aliyên wê vekirîne. Mixabin ku gêncînegeran gelek zirar dane vira jî, hin rolyef jî parçe kirine.

Agahiyên di derbarê kelehê û vê şikefta xweparastinê û hawîrdor de bi destê me ketine, ev in. Bi hêviya em bikanin di demên pêş de agahî û dazanînên têr û berfireh bigirin, hetanê wê bîstê û keleheke din bimînin di nava xêr û xweşiyê de.

parvê bike

Melîk AYKOÇ

Nivîsên Melîk AYKOÇ

Keleha Argûnê
18 teşrînê

Li ser Îdir/Egîda
11 teşrînê

Kavilên Mendekê
4 teşrînê

Keleha Sarê
7 cotmeh

Keleha Haremî
30 îlonê

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.