Keleha Fîsvanê

Melîk AYKOÇ nivîsand —

pêncşem 15 Çiriyê 2020 - 23:00

Ji gundê Fîsvanê re Kîşervan jî dibêjin. Tirkan navê wê kirine “Tikizli.” Ev gund 50 km li bakûrê Milazgirê ye. Gund li ber pozê çiyayê ber bi başûr dirêjbûye û keleh li ser e, hatiye avakirin. Min di keleha Kotekan (Kotan) de ev pirs kiribû: “Ev dever ne li ser riyan e, ciheke zozanî ye, çima li vir keleh hatine lêkirin.” Belgeheke din bi destê min ket. Ev kelehana di dema Key Îşpunû û Menûwa de hatine lêkirin. Wê demê di navbera mîrîtiya “Diavuhî” yên li devera Pasîn û Erziromê serwerbûn û navbera Xaldiyan (Ûrartuyan) de şer hebû. Her wiha gelek dîrokzan di wê baweriyê de ne ku paytexta Xaldiyan ya yekem ARZAŞKUN li vê devera Milazgirê bûye. Bi taybetî jî levhayên li keleh û nav kavilên bajarê Girêsor (Bostankaya) û li kelehên din hatine dîtin, vê piştrast dikin. Mînak Girêsor dikane ew bajar be!
Keleh li ser koxê herî bilind ê ku li ser pozê çiyayê li bakurrojavayê gundê Fîsvanê dirêj dibe hatiye avakirin. Gir yan jî koxê keleh li ser hatiye avakirin zinarîn û baxirê bilind e. Yanê bingehê kelehê bi xwe wek keleheke xwezayî xuya dike. Bakur, Rojhilat, başûr û piraniya Rojava baxir û zinarên asê ne, bes mirov dikane ji aliyê Bakurrojava ve têkeve kelehê, ev alî hinek destdayî ye. Ji ber gir pêve jî deşteke mezin dest pê dike. Gundê Fîsvan bi qasê kîlometrekê li başûrrojhilatê kelehê ye. Di nava gundiyan de jî vî cihê keleh li ser e, “Girê Kelê” tê gotin.
Ji bingehên dîwarên sûrê tê fêmkirin ku ev keleh jî ji du sûrên paralêlê hev û bi navbereke hindik di ber hev de hatiye lêkirin. Arkolog C. A. Burney, G.R. Lawson û A. Çilingiroglu radigîhînin ku ev awa du sûr li ber hev, di gelek kelehên di destpêka lêkirina kelehên Xaldiyan de tê dîtin. Li aliyê bakur û Rojava û Bakurêrojava hê jî du rêz dîwarê kelehe li pê ne. Li başûr jî sê rêzên avadaniyên Hundir û sekûyên terasê hê hene. Navenda Kelehê yan jî keleha hundir bi berahiyeke 25/30 x 30/35 metreyî ye. Dîwarê bakur û bakurêrojavayê keleha hundir cih bi cih bi 4 metre berahiyê cih bi cih jî mêtre û nîv bigire hetanî 3 metreyî dîwar li pê ye. Di navbera sûra der û sura hundir de cih bi cih navbereke 17 metre heye. Ji ber ku dîwarê Rojhilat bi tevahî hêrifîye mirov nikane li ser wan tiştekî bibêje. Bes ji dîwarên din tê fêmkirin ku hîmê sûrê di zinarên kewke yan jî baxir de wek kelehên din pir bi hoastayî hatine bi cih kirin.
Di sûran de ji hîmên li ber sûra kelahê de tê fêmkirin ku Kevirên di dîwarên vê kelehê de hatine bikaranîn jî bi giranî kevirên bazalt in. Kevir bi teraştineke kêm wisa bi awayeke xwezayî di dîwaran de bi hostatî hatine bi cih kirin. Piraniya keviran bi mezinahiya 50 x 100 mêtreyi ne cîh bi cih jî zinarên du qatê wan mezin hene, her wiha di navbera wan de jî ji bo stûrkirinê kevirên hê piçûktir hatine bikaranîn. Li ber sûra bakur ya hundir, bi awayê bingehê bircekê gilover heye. Dibe ku ev li aliyên din jî hebe. Ev bircên kelehan cara yekem di dema Meluwa/ Menuwa de hatine lêkirin. Ev jê tê wê wateyê ku ev keleh ji dema Menûwa ve maye. Dîwarên avahiyên hundir ne zêde qalind in, hemû avahî çarnîşk in.
Deriyê kelehê ji ber hemû aliyên wê baxir in, di ti baxirî de şikeftên xwezayî û hatiye kolan xuya nake, tenê aliye Bakurrojava rê dide. Her wiha hîmen li vir xuya dikin, terasên li pêş nîşanê didin ku mirov bikane bibêje deriye kelehê li vî aliyê ye.
Ferfûr, kûz, cêr û ferayên din di nava kelehê de zêde nehatine dîtin. Di rastiyê de kolandineke bingehîn jî lê pêknehatiye. Bes li havîr dora wê gelek parçeyên ferfûr û feran hatine civandin, beşekî reş û beşeke wan jî bi sorahiya Urartuyan e. Her wiha li gel reng awayê pijandina wan jî dema Menuwa destnîşan dike.
Di kelehan de mijara avê pir girîng e. Li dîhar nîşaneyên sarincan tine, her wiha kizinên avanînê jî xuya nakin. Bes li Rojhilatê kelehê re çemê Fîsvanê, li Rojavayê kelehê re jî çemê Gelî diherikin, ev çemana ji kelehê zêde ne dûr in, bi tunêleke veşartî dikanin xwe bigihînê. Lê ji ber ku lêkolîneke bingehîn pêknehatiye, em nizanin, ka ew tunêla di piraniya kelehên Xaldiyan de hetanî devê çeman diçe, li vir jî heye yan na. Her wiha ode û embarên di baxir de hatine kolan, yan na, ew jî nayê zanîn.
Ez bawer dikim ev agahiyên dîrokî û li ser avadaniya kelehê der barê kelehê de fikreke bingehîn dide me. Eger di demên pêş me de firsendên lêkolînên arkolojîk ên bingehîn bi destkevin, wê ev keleha gelek agahiyên têr yên li ser Xaldiyan bide me. Bi hêviya em di keleheke din de car din bi hev re bin, bimînin di xweşiyê de.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2020 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.