Keleha di Deryaça Wanê de wenda

Melîk AYKOÇ nivîsand —

Pêncşem 18 Sibat 2021 - 23:31

Em berê ku têkevin nava mijara kelehê, hinek bajarê di nava gel û zimanê fermî de wek Adilcewaz tê zanîn bi navê wî yê dîrokî ve bidin nasandin. Arcigeh li ber pêşa çiyayê Sîpanê, li keviya Deryaça Wanê avabûye. Anegorî daneyên berdest çiyayê sîpanê berê 10 000 salî teqiyaye, lê hetanî 7 000 sal berê jî çalak bûye, dibe ev navê Arcige bi wir re têkildar be. „Arc arcî“ bi xorîkî ye, yanê bajêr di dema Xorî /Horiyan de ava bûye. „Ar“di wateya agir de ye, „cig“ cih e. Bajar di dema Xaldiyan /Urartuyan de cigeheke  girîng bû. Dema konfederasyona eşîrê kurd Beranan (Akoyunlar) de hin êlên Beranan li vir bi cih dibin. Tirk ji wan ra Tirkmen dibêjin, lê hetanî avabûna Tirkiyê jî li vir bi tirkî nedihat axaftin, yanê Beranan bi kurmancî diaxivîn. Piştî bişaftin û tirkizekirinê, navenda bajêr reng guherî, bes gundên Arcigehê hê jî bi kurdî diaxivin.

Li herêmê darê guzan gelek zêde ne, dibe ji vê be, bi salan ne ku li vir di hefteya yekem ya cotmehê de festîvala gûzan tê lidarxistin. Heta key û keybanûya gûzan jî tê hilbijartin. Lê mixabin ku ev ananeya bajêr di nava Kurdan de nayê zanîn. Ne tenê ev li gelek bajarên me hin kevneşopiyên xwerû hene, lê haya deverên din jê tine.

Ev keleha weke berzişeke xwedayî û dîrokî, her wiha bi mikrobiyolêtên li dor stûn û bircên keleh û bajaroka bin avê de pêkhatine ve mirovan metalmayî dihele. Ev xweşikiya mîkrobiyolît bi tevê keleh û bajaroka nava kelehê; bi qasê 100, 200 metre li başûrê bajarê Arcîgeh (Arcig /Adilcewaz) di bin ava Deryaça Wanê de ye. Bi salan gelê herêmê, ciwanên wêrek yên xwe berdidan bin deryaça Wanê, rastiya Mîkrobiyolîtan digotin, lê rayedaran bawer nedikirin.

Dema xwendekar û pisporên Zanîngeha Sedsale ya Wanê li ser gotinên „di gola wanê de cinawireke bi teşeyê derê têgihîştinan heye,“ li cinawir yan jî şopên cinawir digeriyan li nêzê keleha bajarê Arcigehê /Adilcewazê noqî binê avê dibin, rastê surên kelehê û bajarê li bin deryaça Wanê de wenda dibînin. Li ser vê arkolok jî xwe berdidin bin avê û hewl didin ku rastiya kelehê û bajarê binê avê derdixin. Kevirên sûra kelehê bi giranî kare ne, ev jî tê wê wateye ku keleh di serdema hesin ya navîn de hatiye lêkirin. Li ser kordinatên wê ti agahî di destê me de tine, lê di nava koordînaten bajêr de ne. Keleh bi tevê bajaroka nava kelehê (Çarşîkelta) û avahiyên li dor kelehê bi qase kîlometrekareyekî berfireh e. Ji wê mirov dikane bibêje ev keleheke bi bajêr e.

Deryaça Wanê 1684 metre ji deryayê bilintir e, bi giştî 3713 km kare ye. Cihê herî kûr 451 metre ye. Ava golê bi soda û şor e, nirxê wêyê PH bi rêjeya 9.8 an e, rêjeya xwê ya di deryaçê de jî ji % 19 ye. Ji wê di zivistana herî sar de jî, rûyê deryaçe qeşa nagire. Ji ber rêjeya sodayê, riwêk û zindiyên di golê de dijîn gelek kêm in. Masiyê di deryaçê de tenê kefelî ye, xwedanê çêşteke gelek xwerû ye. Anegorî daneyan gol 600 hezar sal berê bi teqîna çiyên agirî û herikîna erdê pêkhatiye. Bi teqîna çiyayê Nemrûtê re sewya wê hê bilintir bûye.  Ava deryaçê di salên zuhatiyê de gelek kêm dibe. 
Pispor di wê baweriyêde ne ku di wan salên zuhatiyê de ev keleh, bajar û gund hatina avakirin. Dibe li çaravêlê Deryaça Wanê gund û avahiyên di bin avêde mabin hebin. Li gel demên zuha, dibe ku dû re bi erdhej û cardin teqîna çiyan pêşiya avê hatibe girtin û sewiya avê 150 mêtre bilintir bûbe. Prefesorê berhemên avê yê fakulteya  Zanîngeha Sedsalê  Yrd. Doç. Dr. Mustafa Akkuş piştî lêkolînên xwe gihiştiye vê encamê ku di nava 6 000 salî de carna berjêr daketiye, carnan jî derketiye ser seviya xwe ya niha. Her wiha li dor hin stûnan teşeyên mikrobiyolît jî pêkhatine. Hima bigire li ti derê cihanê bi vê xweşikiyê, mezinahî û wek daristanekê li gel hev mîkrobiyolît pêknehatine. Ew xweşikiya wan mirovan mat û melal dihêle. Pispor di wê baweiyê de ne ku dema ev mîkrobiyolît ji bin avê derkevin û rasterast bi hewayê re temas bikin, we karekter û xweşiya xwe wenda bikin, dibe ku di ser xwe de jî bihêrifin.

Hûn di vê rêzenivîsên min de dibînin, her kevir her neqeb, her newal, her şikeft, berhemên dîrokî yên li ser xaka me xwedanê xweşikî û taybetiyan e. Tenê ev xweşikiya welatê me ji tûrizm û zanyariyê re were vekirin gelê me dewlemen dibe. Lê dagirker vê naxwazin, ji vê rastiya welatê me ditirsin, êrişên wan, dek û dolabên wan li ser vê bingeha rastiya me ye. Bi hêviya em tev bi hev re di nava tendûristiyeke bijûn de di keleheke din de bi hev re bin, bimînin di nava tendûristîyeke bijûn û jiyaneke bextewar de.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.