Keleha Badan /Badagan

Melîk AYKOÇ nivîsand —

Pêncşem 28 Nîsan 2022 - 22:15

  • Keleh li ser girekî zinarînê xwezayî yê li başûrrojhilatê gundê Badan hatiye avakirin. Li ser kelehê tenê hîmên zinarên Kîklopîk mane; hin ji wan hetanê newalê gilor bûne.

Di lêkolînên li ser kelehan de karê herî giran peydakirina navê cigeh, gir, çem û newalên li dor kelehê yên orîjînal bi kurdî ye, ji ber ku êdî navên dagirkeran li wan kirine, şûna navên orîjînal girtine, heta kesên di bin çil salî re jî êdî bi navên orîjînal nizanin. Lê em bi her awayî li pey derxistina holê ya navên orîjînal dikevin. Li peydakirina navê Kurdî yê Keleha Badana û gundê lê, gelek dema me çû. Gundî û gelê me yê derdorê bi giranî peyva “Badan” bi kar tînin, etîmlogê Ermenî Seven Nîşanyan jê re “Nbadagahn” dibêje û navê gund bi Ermeniyan ve girê dide.

Tirkan jî navê vir kiriye “Toklucak”, çi têkiliya vê peyvê bi herêmê ve heye nizanim. Bes dema em li avahiya kelehê û nekropola nêzî kelehê dinêrin, têdigîhîjin ku cigehekî serdema Xaldî /Urartuyan e û gornên wan jî anegorî dema Xaldî/Urartuyan e. Li gel wê gundî radigîhînin ku berê ev gund nîv Ermenî û nîv Kurd bûye. Gundê Badan 20 kîlometroyan li rojavayê navçeya Giyadînê ye. Bi qasê deh kîlometreyan li bakurê bajarokê antîk Meya ye.

Keleh li ser girekî zinarînê xwezayî yê li başûrrojhilatê gundê Badan hatiye avakirin. Li ser kelehê tenê hîmên zinarên Kîklopîk mane; hin ji wan hetanê newalê gilor bûne. Lê Keleha xwezayî ya di zinêr de hatiya kolan, wisa maye. Derê wê ji dîhar, ango ji jor ve dikeve kelehê. Derê kelehê di zinêr de hatiye kolandin, mirov bi 12 pêlikên derencan ve dadikeve cihê jûrên keleha di baxir de hatiye kolandin. Ji wir jî bi 42 pêlikên derencan digîhîje binê kelehê cihên lê zîndana kelehê jî heye. Bes hin pisporên lê nêrîne radigîhînin ku bi giştî 375 pêlikên derenceyê di hundir de hene. Lê pirraniya wan bi axê hatine dagirtin, heger lê lêkolînên arkeolojîk pêk werin, wê gelek taybetiyên ku ta niha nayên zanîn jî derkevin.

Niha jî hin kesayetî ji bo vê hewl didin.

Me di mijara bajarokê antîk Meya de behsa tunêla di nava kelehan de kiribû. Li vir jî sê deriyên nehatine vekirin, hene. Pispor bawer dikin ku ji van deriyan yek heta bi bajarokê antîk Meya diçe, yek jê diçe zîndanên herî jêr, yê sisiyan jî diçe ava di bin girê kelehê re diherike, yan jî bîrên avê. Zinarên di avahiyê de hatine bikaranîn bi tevahî kîklopîk in. Li vir û dîhar çalavên gorîkirinê hene, ev yek jî serdema hesin ya navîn raberî me dike. Ev awa çalav di gelek kelehên Xaldî/Uratuyan de hene. Her wiha nîşên di zinêr de jî xuya dikin, baweriya serdemê nîşanê me didin, yanê baweriya bingehên baweriyên Kurdistanî. Anegorî Dç. Dr. Yusuf Çetîn jî ev keleheke serdema hesin a navîn e. Hin parçeyên kûz, alavên jê derketine, li gel xaçên tê de hatine dîtin, raberî me dikin ku ev keleh piştî Mîladê jî hatiye bikaranîn.

Her Çendî dewleta dagirker bi vê derê dizanî jî, ew nediparast, dixwest wisa biherife û wenda bibe. Rayedarên bajarê Giyadînê jî, li ser ranediwestiyan. Xwendekarê zanîngeha Karabûkê Halîl Îbrahîm ê ku ji vî gundî ye, 10 sal û 6 mehan hewl da ku bike ku ev keleh bikeve nava wan cigehên divê bên parastin, da ku kes zirarê lê neke. Serê pêşî, ew berê xwe dide BÎMERa (saziya parastina çandî ya bajêr) Giyadînê. Di dawiyê de bi aliyê Gerînendeya saziya parastina heyîyên çandî û dîrokî ya herêma Wanê ku cara yekem di sala 1992´yan de tên li Kelehê û hawîrdora kelehê lêkolîneke ser rûyê erdê pêk tînin, û di encama vê lêkolîna kurt de keleh û hawîrdora wê weke devera “SÎT” a parastina di pileye yekem de” dipejirîne. Li aliyekê ji ber vê biryarê, li aliyê din, ji ber ku keleh weke parçeyekî gund e, ta niha gencîneger pêşkalê wê nebûne.

Li cihanê kelehên wiha di zinar û hundirê gir de hatine kolan, li gel wê li ser jî ji bo parastinê, sûrên kelehê hatine lêkirin, kêm in. Ji wê, ev keleh xwedanê taybetiyeke din e. Mixabin ku hê jî li cihanê nedane nasandin, ji wê, Arkeologên li pey cigehên wiha taybetî ne jî, hê nehatine û lê nenihêrîne. Xwerû jî ew tunêla bi deh kilometreyan anegorî wê serdemê huner û teknîkeke gelekî bipêşketî û xwediyê zanîneke gelek kûr e.

Hima bigire, di dawiya her gotara li ser kelehan de hin daxwazan çendbare dikim. Lewra li vî welatê beheşta mirovbûnê çandek, hunerek, dîrokeke gelek giranbuha heye, ya ku bikane rastiyên dîroka kevnar ya mirovahiyê li ber çavan raxîne. Her wiha huner û bipêşketina pêşiyên me û ji ber dagirkerên hov hê jî di wê serdemê de mayîna me, li ber çavan radixîne. Em dîsa bi gotina; “Hetanî keleheke din bimînin di nava xêr û xweşiyê de!” mijara xwe biqedînin.

parvê bike

Melîk AYKOÇ

Nivîsên Melîk AYKOÇ

Keleha Argûnê
18 teşrînê

Li ser Îdir/Egîda
11 teşrînê

Kavilên Mendekê
4 teşrînê

Keleha Sarê
7 cotmeh

Keleha Haremî
30 îlonê

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.