Keleha Ayanîsê

Melîk AYKOÇ nivîsand —

În 9 Tîrmeh 2021 - 03:14

Ev keleh jî bi qasê 30 km li bakurê Wanê 6, 7 kîlometre li başûrê Keleha Amîkê ye. Ev jî nêzîkê deryaçeya Wanê ye, lê ne keleheke devê deryayê ye.

Li ser girekî zinarîn ê bi bilindahiya wî 1867 metreyî ye. Di dema Serwer Ruşayê II. de hatiye lêkirin, ji ber ku wê demê li nêzê kelehê bajar jî hatiye avakirin jêr e Rûşahênî/Rûşahînlî Eyduro Kay hatiye gotin. Yanê "bajarê Rûşahênî yê li ber çiyayê Eydûro." Kay çiya ye îro di hin zaravayan de jî wek "ko, koy, kayê" tê bikaranîn. Hin ji wî çiyayî re hê jî çiyayê Edo dibêjin. Li dor vî bajarî jî sûrên bilind hebûn. Ji bo ku bi tevê Ruşahênî li ber Wanê / Tûşpayê neyê tevlihev kirin, ji vir re "Ê gal" yanê "ê gir" hatiye gotin. Hêjayê gotinê ye ku mirov bêje di Kurdî de gelek caran tîpên "l" û "r" cih diguherin. Mînak "kêlan-kêran". Ev der jî weke paytext hatiye bikaranîn.

Ev herem jî dikeve nava herêma Kandahara Wanê. Lê îro Kandahar parçe ye. Parçeyak li ser Muradiyê, yek li ser Wanê, yek li ser Kêrga û parçeyek jî li ser Bazîdaxa (Çaldiranê) ye. Ji pîroziyên Kandaharê yek jî li vir e. Perestgeha Xaldî "Sûsî" ya herî mezin a ku bi wê sûnd dihat xwarin, li vir e. Arkeolog Altan Çilingîroglu di lêkolînên ber birca Perestgehê ve lewheyeke nivîsandî dibîne. Tê de tê ragihandin ku li gel goriyên bo Xaldî pez jî ji bo xwedawendê heyvê Şelardî jî hatiye gorîkirin. Di lewheya zinarîn de bi giştî ev metna li jêr nivîsandîiye: "Ruşa dibêje: Berê me ti kesî destê xwe nedaye vî zinarî ku bi hebûnê ve li vir e. Min avahiyeke pîroz û keleheke qedîm li vir ava kir. Min li vir rez û baxçeyên mêweyan amade kirin û dan çandin, Li gel wan cihê şêniyan ava kir. Xweda Xaldî, xwedayê bayê, xwedayê bayê û xwedayê Rojê wan biparêze."

Sûr û dîwarên ji tugleyan li ser hîmekî ji kevir bû. Li aliyê Başûr hîm ji kevirên bazalt e. Jixwe, ev kevir ji bo mîmarên Ûrartûyan yên herî zêde tercihkirî ne. Ketina kelehê li başûrrojhilat dinihêre. Du birc vî deriyê gelehê ewle dikin. Di lewheya li vir de dinivîse ku Rûşa kurê Argîştî kehel daye çêkirin. Di odeyên wê de bermahiyên wisa hatine dîtin ku nîşan didin keleh bi careke hatiye terikandin, muhtemelen ji ber felaketekê. Lewma paşê jî ev bermahî nehatine talan kirin.
Li ser cer, sewîl, kûzîk û dîzikan jî mohra kesê ew çêkirî hatiye dîtin. 141 mohrên cihê yên hilberînerên dîzikan hatine tesbîtkirin li ser bermahiyên li kelehê de. Bi her halî, Keleha Ayanîsê weke yekê ji kelehên Ûrartûyan ên herî muhim tê qebûlkirin. Bi hêviya em di mijara keleheke din de hev bibînin. Bimînin di nava xweşiyê de.

parvê bike

Melîk AYKOÇ

Nivîsên Melîk AYKOÇ

Keleha Argûnê
18 teşrînê

Li ser Îdir/Egîda
11 teşrînê

Kavilên Mendekê
4 teşrînê

Keleha Sarê
7 cotmeh

Keleha Haremî
30 îlonê

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.