Keleha Aspêşîn/Hespêşîn

Melîk AYKOÇ nivîsand —

În 24 Îlon 2021 - 01:37

Bêgûman her keleh anegorî serdema xwe, avahî û cihê lê hatiye avakirin, xwediyê taybetiyan e. Lê keleha Aspeşîn xwerû di şerê li dij êrişên Asûran de ji bo xweparastinê weke baregeheke herî girîng e. Lema di dîwarên sûrên wê de jî gelek çaviyên kor, tîravêtinê û raçavandinê hene. Bê vê jî mîmariya vê kelehê, hostatiya hatiye bikaranîn, anegorî arkeologan ji avahiyên helenîstîk jî pêşketitir e. Leme piraniya arkeologan xwestine li ser vê kelehê bixebitin. Em jî vê carê ve keleha xwedan nirxekî taybet e, bidin nasandin.

Aspeşîn gundekî Avesorê ye (navçeya ser bi Wanê), bi qasî 10 km li rojhilatê Avesorê û 25 km li başûrê Wanê, her wiha li başûrê rêya Bedlîs û Colemêrgê ye jî. Keleheke di dema serweriya Xaldiyan û di warê avadaniyê de herî girîng û balkêş e. Heta, dikane gelek agahiyên dîrokî ser û bin bike. Mînak "Gelo Yewnanan/Girêkan mîmariya xwe ji vir girtin?" Divê em vê bibêjin, Ewrûpî hinekî jî ji vê rastiya dîroka me ditirsin, lema ji her kirina dagirkeran re çav digirin û dibin alîkar. Em ê îro jî vê mijara herî girîng vekin. 

Keleha Aspeşînê li ser girekî hatiye avakirin, û ev gir dewama çiyayê Kesrîka ye yê ku ji bakurrojhilat ber bi başûrrojava ve dirêj dibe. Mirov ji ser kelehê ne tenê tevahiya Avesorê, bi zelalî dikane hetanî zuxrê bendava Zernekê bibîne. Mîna ku gir ji çiyayê Kesrîkê bi lêdanekê qetyabe û di deştê de mabe. Yek ji rêyên Xaldiyan jî di vir re diçû aliyê Hekarî, Parestgeha Ardinî. Her wiha ji bo parastina rê û karwanan jî cihekî herî girîng e. 

Ev keleha Aspêşîn jî ji du kelehan pêk tê, keleha jor 30 metre ji ya jêr bilintir e, di navbera wan de  medeyek dirêj heye, lê bi sûrên kelehê bi hev ve ne. Kelehên bi vê forme me li keleha Anzafê jî dîtibûn. Ev keleh di serdema Sardûrê II. (764-734) de hatiye lêkirin. Ji ber ku formeke çarşîkelta (akropolîs) ye, serwer navê xwe lêkiriye û jê re Sardûrxênîli (Sardurhinîlî) gotiye, ev ji lewhaya li vir hatiye dîtin, tê zanîn. Ev cara yekem di salên 1961 -1986´an de bi destê Prof. Dr. Arîf Erzen hatiye kolan. Û mirov di hin rastiyên wê gihîştine.

Girê keleh li ser e, ji rojava ber bi rojhilat ve ye, cihê herî bilind li rojhilat e. Keleha jor li ser wî girê bilind ê bingeh kewke de hatiye lêkirin. Di nava Keleha jor de perestgeha Xaldî ya ku kevirên wê bi hostatiyeke pisporî hatine teraştin, li gel wê perestgeheke servekirî û qesreke ji bo rayedaran hatiye lêkirin, heye. Lêkirina wan bi pisporiyeke gelek bipêşketî ye. Sûrên Kelehê ber bi rojava ve bi qasê 800 metre dirêj in. Li ser herdu seriyan jî bircên taybet ên ku ji wan re pozikê kelehê dibêjin, hene. Li gel wê di Keleha jêr de li ser baskê rojava, bi navê xwedawendê Îrmuşînî (xwedawendê bereketê ye, xwerû jî li vê deşta bi adan nirxeke mezin didanê). Perestgeha Îrmuşînî ku hinekî ji ya Xaldî piçûktir e, bi heman dilzîzî û hostatiya pisporî hatiye lêkirin û ew jî li vir e. Li wir jî qesreke li kêleka perestgehê hatiye lêkirin. 

Sûrên vê kelehê ji kevirên Kilsê yên bi hostatiyeke herî pêşketî, bi gotin û dîtina arkeologan ji ya Helenîstik pêşketîtir, hatine teraştin û di zinarên kewke de hatine bicihkirin. Li hin cihên bingeh weke dîwarê xwezayî ye jî, dîwar bi kerpîçên pijandî hatiye lêkirin. Çengeyê diwaran bi awayê rîzalîtî hatiye girêdan. Ji ber ku bingehê wan baş di zinarên kewke de dane rûniştin, di her erdhejên derbasbûyî de wisa wekî berê maye û nerûxiyaye.

Di nava beşê din yê kelehê gelek odeyên depoyan, cihê razana leşker û xizmetkaran her wiha tewleyên hesp û dewaran, cihê alifê hespan, mehzenên şerabê jî hatine amadekirin. Yanê bi her awayî gelek bi tedarek û bê kêmasî hatiye avakirin. Ev jî vê kelehê û lêkirina kelehê ji kelehên din hemûyan diqetîne. Mînak, ev yekem keleh e ku tê de perestgeheke ji bo xwedawendeke din hatiye lêkirin. Vê yekê jî arkeolog di nava şaşwaziyê de hiştine. Hêjayê gotinê ye ku mirov bibêje, wê demê li dor kelehê gelek cok jî ji bo avdaniyê hatine vekirin.

Li vê kelehê hem gorên di nakropala li dor kelehê de hem jî avahiyê persetgehan xwedanê taybetiyan in. Divê em teqez wan agahiyan jî bizanin, jixwe ez ê di nivîsa bê de li ser wan beşan rawestim. Hetanê wê nivîsê bimînin di nava xweşiyê de.

parvê bike

Melîk AYKOÇ

Nivîsên Melîk AYKOÇ

Keleha Argûnê
18 teşrînê

Li ser Îdir/Egîda
11 teşrînê

Kavilên Mendekê
4 teşrînê

Keleha Sarê
7 cotmeh

Keleha Haremî
30 îlonê

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.