Keleha Arcigehe /Adilcewazê

Melîk AYKOÇ nivîsand —

În 26 Sibat 2021 - 01:55

Keleha di bin Deryaça Wanê de bi qasê 100 200 metre li başûrê vê kelehê di bin avê de ye. Ev keleh li ser zinarên di devê deryaça Wanê de û li ser zinarên li Rojavayê bajêrê Arcigehê hatiye avakirin. Hê jî gelek dîwarên wê li pê ne. Dema mirov li zinarên di bingehê vê kelehê de hatine bikaranîn, li sarinc û teraştina tunêlan dinêre, her wiha şikeft û mehzenên di zinarê bin kelehê de hatine kolan bi jûrên Ûrartûyan li cigehên din kolane dirûberîne, bi zelali têdigîhîje ku ev keleh di Serdema Hesin a navîn de hatiye lêkirin. Lê ji ber ku şahê Îranê Tacettin Alîşan ev keleh nû û berfire kiriye, hin çavkaniyên di bin siya dagirkeran de bi armanc avakirina kelehê bi şahê Îranê ve girê didin. Bes rastiyên heyî vê rika dagirkeran vala derdixe.

Keleha Adîlcewazê li ser girê zinarînê ku wek kovikek ji dor xwe bilintir bûye, hatiye avakirin. Keleh du beş in; keleh der yan jî sûrên li gor keleha bingehîn hatine lêkirin û keleha navîn e. Ji hîmên keleha navîn tê fêmkirin ku beşa kevn ya ji serdema Urartuyan maye ev beş e. Hîmên binî ji kevirên nîv tiraştî pêk tê, lê kevirên ser û yên sûra li dor keleha navîn tev de kevirên bazalt ên birî ne. Koordînatên wê wiha ne: 38° 48`bakur /42° 45`Rojhilat e. Ku ev koordînatê bajarê Arcigehê /Adilcewazê û keleha di bin avê de ye jî. 

Ewliya Çelebî di sala 1655’an de tê Adîlcewazê, li ser bajêr, hawîrdora bajêr û kelehê dinivîse. Anegorî agahiyên wî li ser sûrên der yên kelehê 38 birc hebûne. Vê kelehê ji gelek serkeriyan re malxwêyî kiriye. Ji Medan, Persan, Roma, Beranan (Akoyunlar) bigire hetani Selçûkî û Osmaniyan tev de ev keleh bikaranine. Di dema Selçûkiyan de jî carê hatiye temîrkirin. Li ser deriyê Xelatê kevirek nivîsandî yê li ser navê Sultan Cihan Şah heye. Sê deriyên kelehê hene, li başûrêrojava derê Xelatê, li Rojhilat derê Ercişê û li bakur jî derê çiyê, yan jî Sîpanê heye.

Bajarê di nava sûrên kelehê de di nava gel de wek bajarê jêr tê binavkirin. Li vir gelek avahiyên dîrokî yên ji dem û serkariyên cûda mane hene. Mixabin ku bê mizgeftê Suleyman Xan û Zal Paşa, mehzena cebilxane, embarên zexîrê, navendeke mehtera asmaniyan, bi qasê 70 avahiyên rûniştinê yên nava kelehê di nivîsên Ewliya Çelebî ango di Seyhatnameya xwe de tomar kiriye tev de hatine ruxandin, di kelehê de xuya nakin. Di zinarê şikefta ji dema Urartuyan maye ku ji ber olana deng jêre Şikefta Daholê tê gotin de hin çalên dişibin şûna simên hespan hene. Dem bi dem gelê heremê anagorî baweriya demê nav lêkirine û çîrok li ser çîrokê li hev anîne. Berê Rustemê Zal û hespê wî anîne, li vir kirine mêvan, hinan hespê Siyabendê Silîvê anîne vê şikeftê. Niha jî bawer dikin ku Hz. Elî bi tevê hespê xwe hatiye Arcigehe û di vê şikeftê de bi rojan maye. Lê em dizanin ku lingê Elî li Kurdistanê neketiye. 

Arcigeh bi navê îro Adilcewaz, li peravê bakurrojavayê Deryaça Wanê, li newala ber pêşa çiyayê Sîpanê hatiye avakirin. Li dor bajarokê Adîlcewazê gelek peravên avjeniyê hene û turîstan biyanî jî dikişîne. Arcigeh ne bajarekî mezin e, şêniyên bajêr li dor 15 000’î ye. Ev der ji sala 1953 vir ve bûye navçe, bi hêla berfirehiya erdnigariyê ve navçeya Betlîsê ya herî mezin e. 

Berê komkujiya Ermeniyan Ermenî jî li vê herêmê jiyane, çend kîlometre li bakurê bajarê Arcigehe, li berpalê çiyayê Sîpanê hê jî xirbe û cih bi cih avahiya dêra Skandselorgîvang (Klostera Berzîşî) ji dema Ermeniyan maye, heye. Li gel wê hinek wê de dîwarên dor bajarekî xirabe û kavîlên xaniyan hene. Ji lêkirina dîwaran û ferfûr û cêrên li vir hatine dîtin, tê zanîn ku ev bajarekî Xaldiyan e. Lê hê lêkolînên bingehîn li ser van kavîlên bajêr pêk nehatine. Gencîne ger li vir jî cih bi cî kolane, çi derxistine birine nayê zanîn.

Di destana Siyabend û Xecê de bajarê Adîlcewazê derbes dibe, hem jî rengê bingehîn û romantîk dide destanê. Di naveroka wê de tê ragihandin ku mîrê Şikakyan li vir rûdine. Ango ev bajar di wê serdemê de bajarekî êlên Şikakiyan bûye. Dibe ku Şikakî jî êlekî konfederasyona eşîreta Beranan (Akkoyunlar) be, hem jî ji pêşketî û rêvebirên Beranan be, lew re Şikakî tev de di erdnigariya di bin destê Beranan de bû de dijîn. Mirov ji goristanên kevn jî têdigihîje ku ji wan deman maye, her wiha ew forma goran ya li bajêr û gundên şikakî lê dijîn jî hene. Bi van agahiyan re hetanî keleheka din bimînin di nava xweşiyê de.

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.