Keleha Anzafê 

Melîk AYKOÇ nivîsand —

Pêncşem 26 Tebax 2021 - 23:56

Yek ji kelehên, herî girîng, bi nav û deng yên Wanê jî keleha Anzafê ye. Anegorî agahiyên arkeologan, ev keleha Anzafê di serdema Xaldî-Ûrartuyan de xwerû jî di destpêkê de bi roleke bingehîn rabûye. Her wiha gelek xebat û lêkolîn li ser hene, lê mixabin hê bi tevahî negihandine hev û rengekî têr nedane agahiyan. Hê gelek dîwarên vê kelehê weke destpêkê li pê ne. Ev keleh bi qasê 10 kîlometreyan ji Wanê dûr e, hima li başûrê rêya Wan, Kerga/Ozalp, Seray û Îranê ye. Her wiha rêyên ji bakur ji aliyê Erdîş û Bazîdê ve tên jî li ber keleha Anzafê dikevin ser rêya ji rojhilat tê. Xwerû jî di dema Xaldiyan de ji bo parastin û têciriyê, ev çarrêya dîrokî gelek girîng bû. Ev jî bê kêmasî girigiya lêkirina vê kelahê raberî me dike. Dema mirov hawîrdora kelehê hûr dikole, têdigîhîje ku Xaldî di her warî de stratejîk fikirîne.

Keleha jor bi qasî 700 metre li başurê keleha jêr e û li ser baxirekî xwezayî hatiye lêkirin. Keleh çarnîşk e, bi awayê kîklopîk yanê kevirên mezin ên nîv teraştî bê xerc hatine lêkirin. Kevir bi giranî kevirên kilsê ne. Ji ber lêkirina dîwarên sûrê û forma teraştinê, arkeolog bawer dikin ku ev sûrên kelehê di dema Key Menuwa de hatiye lêkirin. Ev dem jî rastê dawiya sedsala 8'an destpêka serdema hesin tê.

Du deriyên dikevin nava kelehê hene. Derîyê başûr li ser çengeyê rojava ye. Li dor wî du bircên mezin hatine lêkirin. Di vî dergehî re mirov dikane bikeve nava qesrê û perestgeha bi şêweyê 'şûşî' hatiye lêkirin. Ev tê wê wateyê, serwer û kesayetiyên xwedan paye kanîne di vî dergehî re derbasê hundir bibin. Deriyê din jî rasterast diçe depoyan, kozan (atolye), avahiyên parastinê û lewazimê. Ango xebatkar, amadekar û kole di vî dergehî re derbasî kelehe bûne. Ku ew dergeh hê mezintir e û li bakur vedibe.

Di binya keleha jêr de jî, di nava sûreke parastinê de bi tevê Keleha jêr Cihê kevnebajarekî bi berahîya 3 kîlometre kare heye. Ev kevnebajar ji bo têgihîştina polîtîka bajarvaniya Xaldiyan pirr girîng e. Li bakurrojhilatê kelehê jî dîsa bendaveke kevn a ji bo avdana zevî û ziyanên bajêr hatiye avakirin, heye. Ev jî dewlemendiya têgîhîştina wan a aboriyê destnîşan dike. Li gel wê, wê serdemê ji aboriya talanê bêhtir, têgîhîştinek heye ku bi aboriyeke zanistî pêdiviyên xwe pêk anînê.

Piştî lêkolînên bingehîn hatiye zelalkirin ku Keleha jêr a destpêkê di serdema Îşpûnî / Aşpûnî. Ya jor jî bi destê Key Menuwa hatiye lêkirin. Keleha jêr bi giranî ji bo kontrola rê ye. Ya jor jî li gel perestgeh û qesrê, erkeke raçavandina herêmeke berfireh e. Yanê Aborî û ewlekarî weke bingehên qedîm in. Ev li ba Asûran tine. Aboriya wan bi giranî li ser talanê û destesekirinan e. Ev jî cûdahiya herdu serweriyan li ber çavan radixîne.

Hem li keleha jêr yanê ya Bakur ya nêzîkê rêye û di dema çêkirina rê de xisareke gelek mezin lê bûye, hem jî li keleha jor kevalên nivîsandî yên agahiyan li ser herdu kelehan didin, hatine dîtin. Vê jî xweber bala gelek arkeologên pispor kişandiye ser xwe. Piştî lêkolînan, bingehê Stadela ku kelehan û havîrdora wan diparêze jî derxistine. Ev jî li pê mayîna dûwarên kelehan re bûye egera parastinê. Lema jî piraniya dîwarên kelehê li pê mane.

Dîwarên li ber Sûrên keleha jor a Anzafê ji bo lipêgirtin û parastinê bi navbereke bi pîvan bircên wek piştek lêkirine, vê jî xweber dîwarên Sûrê ta radeyekê parastiye û nehîştiye bihêrifin. Bi giranî kevirên spî hatine bikaranîn. Ev Kevir ji baxireke nêz, ê ku bi asî 300- 400 metre ji kelehê wê de ye, hatiye anîn. Heta li wir gelek blokên kevirên gelek mezin ên zinarên bingehîn in, hatine qetandin, ji bo birrîn û di dîwaran de bikaranînê jî amade kirine, lê neanîne, wisa li wir hîştine. Mîna ku ew bi awayê belgeyên qedîm ji bo vê serdema me hîştibin!

Sûrên Keleha jêr jî ji wan kevirên spî ne. Teknîka wê kevntir jî be, hima bigire heman awa lêkirin bi kar anîne, bes bircên wê ne bi qasê bircên keleha jor zêde ne. Mixabin ku bi çêkirina rê, gelek dîwarê wê ruxandine.

Perestgeh û Qesra li vir hatiye lêkirin, xwedanê taybetiyan e, agahiyên li ser jî gelek hene. Ji bo wê pêdivî bi nivîseke din a berfireh heye. Ez ê di nivîsa bê de jî, wê perestgeha bi forma şusî hatiye lêkirin, bi taybetiyên wê ve vebikim û bidim nasandin. Da em hem perestgehê hem jî têgihîştina Xaldiyan a wê serdemê baş têbigihîjin û pêşiyen xwe baştir binasin. Hetanê nivîs û nirxandina din, bimînin di nava tendûristiyeke bijûn de.

parvê bike

Melîk AYKOÇ

Nivîsên Melîk AYKOÇ

Keleha Argûnê
18 teşrînê

Li ser Îdir/Egîda
11 teşrînê

Kavilên Mendekê
4 teşrînê

Keleha Sarê
7 cotmeh

Keleha Haremî
30 îlonê

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.