Keleh û Ziyareta Dayîka Xezalê

Melîk AYKOÇ nivîsand —

În 4 Hezîran 2021 - 03:08

Mezra Çilî li başûrê Çaldiranê di sînorê Îranê de ye. Dever çiyayî ye û bilindahiya ji deryayê li ser 2000 metreyî re ye. Debara gundiyên herêmê li ser sewalxwedîkirin û tîcareta sînor e. Ji ber vê sedemê jî hima bigire ji her malbatî ya kesek di sînor de hatiye kuştin yan jî birîndarkirin. Gundî nikanin serî li dadgehan jî bidin. Ev dever di navbera salên 1600 û 1800î de gelek azad û di bin serweriya Mîrîtiyeke Kurdên Êzdî de bûye. Mîrê dawiyê Kok Axayê Êzdî bû. Dîroka vê deverê ta diçe digihîje dema Xaldî /Ûrartuyan.

Li vê deverê li ser girê 2700 metre bilind jî, bingehê keleheke kevn, ya ji dema Xaldiyan ve maye, hatiye tespîtkirin. Di wêneyên zatelîtê de bingehê keleheke pêncnîşk û gelek mezin bi awayê xaniyeke li erdê hatibe xêzkirin xuya dike. Doç. Dr. Rafet Çawuşoglu yê ji beşa Arkolojiyê ya Zanîngeha Sedsalê ya Wanê li ser vê mijarê wiha radigîhîne: „Ji ber ku hê berf li erdê ye, em nikanin ragîhînin ku keleh di kîjan demê de hatiye lêkirin. Hem hilbijartina cîh, hem jî nîşaneyên wêneyên topografîk nîşanê me dide ku ev ji serdema Hesin ya destpêkê maye. Ew kom û qelaxên keviran jî nîşaneya serdema navin ya dema me ye. Ew bilindahiyên wekî birc û qelaxan li deverên din ê herêmê jî xuya dike. Bi hin kevir û daran ve girêdana paç û bendan, her wiha bi aliyê gelê herêmê ve ev cihgeh weke ziyareteke pîroz perestin jî, nîşanê me dide ku ev dever di her demê de wek cigeheke di warê baweriyê de pîroz bûye.“
Gelê herêmê li ser van bi dehan qûrçên di nava beşeke kelehê de, wiha dibêjin: „Kalik û pîrikên me ji mezinên xwe fêrbûne û ragihandin me ku ev dever ji bo me ciheke pir pîroz e. Li vir şehîdeke bi navê „Dayîka Xezal“ radizê. Kalikên me jî nedizanîn ka ji kengê ve ev devr pîroz e, pêşiyên wan jî li vir xêr û xerat dane, ji bo daxwazî û pêkhatina mirazên xwe û nasên xwe kevirên di rengê salan de danin ser hev. Gelek caran kevir dikirin têran davêtin ser pişta hespan û dibirin wir. Em hê jî ji bo pêkhatina daxwazî û pejirandina duayên xwe diçin ziyareta „Dayîka Xezal“ ziyeret dikin û ji bo her daxwaziyekê kevirek datînin.“
Gundiyê bi navê Fehmî Baykan jî li ser pirsên rojnamegeran van agahiyan dide çapemeniyê: „Kelên me û pêşiyê wan jî ji me re digotin; ev ziyaret ziyereteke herî pîroz e. Gora Xezala pîroz li vir e û ji bo wê duadikirin, xêr û xêrat didan. Ev kevirên li ser hev jî kevirên daxwaziyên mirovên herêmê ne. Berê hê zêdetir bû, lê mixabin di erdheja 1976an de bi piranî hilweşiyan. Lê gundiyan giştan bi hev re cardin beşeke kevirên daxwaziyê yen berê dan ser hev!“

Ji gundiyên Mezraya Çilî yê bi paşnavê Ay ji ji rojnamevanan re vê dibêje: „Ev girê ziyaret û kelehê girekî bilind û gelek tîk wek dîwar e. Derketina ser wî girî gelek dijwar e. Hin mezin bi dijwarî derdikevin jor. Ev dijwarî jî dibe bawerî. Mezînên me digotin; ev der şehîdgeheke dema pêşiyên me ne, her dem pîroz bûye. Em her havînan tên derdikevin vir û dua dikin!“

Weke encam: Navbera vir û gundê Qubîka li dora 7 kîlometreyî ye. Li tevahiya heremê nîşaneyên rêvebiriya sedsala 18an heye. Daxuyaniyê gundiyan jî wê serdemê destnîşan dike. Li dora bingehê wê kelehê û di nava kelehê de jî nîşaneyên Nakropolekê heye. Li ser hin keviran roj hatine kolandin. Li aliyê din ta ji dema berê Sumeran vir ve cihên wiha bilind ê nîzîkê rojê ji bo giyanên pîroz hilbijartin heye. Ev dever ji kalên kalên wan ve wek ciheke pîroz di bîr û têgihîştina gelê herêmê de rûniştiye. Li deverê mizgeft jî tinin, yên heyî van salên dawiyê hatine lêkirin. Li gel wê di nava gel de bi giranî peyva Ziyareta „Dayîka Xezal„ tê bikaranîn. Ji ber van rastiyan jî mirov bi hêsanî dikane bêje ku ev dever her çendî di bin fermana mîrîtiya Kok Axayê Êzdî de jî bû, dever ji serdema Kok Axayê Êzdî jî kevntir e. 

Li gel rastiya hebûna Mîrîtiya Kok Axayê Êzdî ya desthilatdarê herêmê, Keleha Kandaharê /Wan Kordzota bajarê Arsûnî, perestgeha du dergehen pîroz, Keleha Kefê /Arcigehê û bajarê li dor wê kelehê ya ji dema Xaldiyan ve maye û gelê herêmê herêma keleha Dayîka Xezal lê jî weke devera Kandaharê bi nav dike. Ev tev de rastiyekê radigîhîne me. Her wiha divê em vê jî lê zêde bikin. Mala Xalis Begê Patnosê ku pismamanê Axayê Asinca wêranbûyî Ehmedê Aqo ye. Li herêmê serdestiya eşîrên konfederasyona Husunan /Hesenan (Eşîreke konfederasyona Ûrartuyan e) Rasterast nîşana herêm herêmeke Kurdên bi baweriya bav û kalan e. Em dizanin ku berê û piştî Komkujiya Êzdiyên Serhedê (1830 – 1850) hin malbat û eşîr koçî binê xetê bûne û heta Şengalê çûne. Lema ez dikanim bêjim ku Êzdîxana qedîm ev der e yanê nava sinorên Ûrartuyan e.

parvê bike

Melîk AYKOÇ

Nivîsên Melîk AYKOÇ

Keleha Argûnê
18 teşrînê

Li ser Îdir/Egîda
11 teşrînê

Kavilên Mendekê
4 teşrînê

Keleha Sarê
7 cotmeh

Keleha Haremî
30 îlonê

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.