Bi tevlîbûna şêwekar û hûnerhezan, pêşangeha wêneyan ya hûnermend Ednan Ebdulqadir a 34´an li Kelarê hat lidarxistin.

Li Parka Meşxel a navçeya Kelarê ya ser bi navenda Îdareya Germiyan, bi pêşengiya Rêveberiya Perwerdeya Kelarê, pêşangeheke wêneyan ji bo hûnermend Ednan Ebdulqadir hat lidarxistin.

Pêşangeha 34’emîn ya wêneyan ya şêwekar hûnermend Ednan Ebdulqadir ji 110 tabloyan pêk tê.

Têkildarî pêşangehê şêwekar Ednan Ebdulqadir got, “Pêşangeh ji sê beşan pêk hatiye ku ew jî ‘reng û rondik, rondik û baran, lûtkeya harmoniyê’ ne. Ez gelek kêfxweş im ku min kariye hûnermendan, hûnerhezan û gelek kesên din ên xwedî şiyanên din li vê pêşangehê bînim gel hev.”

Ednan Ebdulqadir hêvî kir ku di aliyê hûnerî de guhertin li Germiyan bê kirin: “Rewşa hûnerî niha li Germiyan gelek xirab e û asta niha heyî, ne bi dilê me ye. Ev wê ne pêşangeha me ya dawiyê be û wê berdewam be.”

Hûnermendê şêwekar Ednan Ebdulqadir, sala 1971’ê li gundê Şêrewen yê ser bi navçeya Xaneqînê yê parêzgeha Diyala ji dayik bûye. Sala 1991’ê li Peymangeha Hûnerên Xweşik a Silêmaniyê beşê şêwekariyê temam kiriye. Tevlî bi dehan çalakiyên hûnerî li Herêma Kurdistan û Iraqê çendîn welatên din jî bûye.

ROJNEWS/GERMIYAN