Kelaha Hewranê /Xamurê

Melîk AYKOÇ nivîsand —

Pêncşem 26 Gulan 2022 - 22:12

  • Nave Xamûrê di stranên Kurdî de weke “Hewran” heye. Hê jî mezinên li ser şêstî re ji vî bajar û herêmê re Hewran dibêjin.

Nave Xamûrê di stranên Kurdî de weke “Hewran” heye. Hê jî mezinên li ser şêstî re ji vî bajar û herêmê re Hewran dibêjin. Xwerû jî Geliyê Hewranê li herêmê gelek bi nav û deng e. Di hin stranan de wiha derbas dibe; "Ez bi Geliyê Hewranê ketim wiha bi dar e...." Ba neyê zanîn jî bi dibekuyeke mezin piştî dewlet vir dike navçe, navê vir kiriye  “Hamur” û xelkê nava bajêr jî jê re “Xamur” dibêjin. Lê hemû gundiyên bi navçeyê ve girêdayî wê weke Hewran bi nav dikin. Ev der berê weke nehîyeyekê bi navenda Agiriyê ve girêdayî bû. Cara yekem sala 1958´an dibe navçe. Her çendî bi aliyê gelek hêzên cuda ve hatibe dagirkirin jî herêm ji berê ve cih û warê Kurdan e. Li ser rêya ku li ser Entav/Tutax û Patnosê re digîhîje Wanê ava bûye. Ev rê jî ta ji serdema Xaldiyan maye. 

Keleha Hewranê hima li ser girê 100 metre ji destpêka Geliyê Hewranê wê ve li ser girekî zinarîn ê bi qasê 30-40 metre di nava erdekî rast de bilind dibe, hatiye lêkirin. Ew zinarana bi serê xwe ji dûr ve weke kelehekê asê xuya dikin. Ji ber ku ev girê kelehê li ser rîyan e, mirov ji wita Agirî û Avekevir bi hêsanî dibîne dibe ku wek keleheke parastinê jî hatibe lêkirin. Her çendî li ser wê lêkolînên arkeolojîk yên bingehîn tinebin jî, di agahiyên berdest de xuya dike ku ta di dema Xaldî /Urartuyan de hatiye lêkirin. Li herêmê gelek paşmayîyên beriya Mîladê xwerû paşmayiyên berhemên Xaldî /Uratuyan ji cêran ta nivîsên mixî hene. Hêjayê gotinê ye ku mirov bêje; cih bi cih jî hunerê Karazan jî lê xuya dike. Karaz wek hunerekî avahî û ferayên ji axê çêkirinê xuya dike. Ji wan hunermendan re Karaz gotine. Lê weke gel xuya nakin. Di hemû agahiyan de tê gotin, keleh dû re carinan hatiye tamîrkirin.

Geştîgerê Osmaniyan Evliya Çelebî jî hatiye Hewranê. Ew di nivîsên xwe de radigihîne ku ev keleh di serdema Beranan (Akkoyunlar) de hatiye tamîrkirin û bikaranîn. Dû re ketîye destê Sefewiyan. Piştî şerê Çaldiranê jî Osmaniyan ev keleh weke keleheke parastina sînor bi kar aniye.

Mirov di dîwarên li pê mayî de jî hunerê serdema wan serkariyên navbirî dibîne. Dema Osmanî hinek melûl dibin ev der bi aliyê Ayanan ve weke cihekî parastinî tê bikaranîn. Di sedsala 19´an de Rûs tên vira, vê carê jî ew vê kelehê weke baregeheke leşkerî bi kar tînin.

Hin îdîa hene ku dibêjin, Rûsan jî ji vir hin kewal û berhemên dîrokî yên weke kûz, cêr, kevirên bi nivîsandinên mixî girtine û birine. Di dema şerê cihanê yê yekem de Sûrên dora kelehe bi tevahî tên ruxandin. Tenê ew hîmên bingehîn ên serdema Xaldiyan dimînin. Bes dîwarên keleha hundir hê cih bi cih li pê ne. Ji ber ku ti saziyek lê xwedî derneketiye, bajariyên Hewranê gelek kevirên wê yên baş hatine teraştin, birine û di lêkirina xaniyên xwe de bi kar anîne. Dema mirov di nava bajêr de digere, vê eşkere dibîne. Gêncînegeran jî hundirê keleha navîn weke kormişkên xiltên kor tev de ser û bin kirine. Hundir wisa wêran xuya dike, mirov metalmayî dimîne. Mixabin ku şaredariya bajêr hê jî li vê berhema dîrokî xwedî dernakeve, hewl nade ku bi kêmasî, bi fermî weke cihgeheke parastinê bidin pejirandin.

Ne tenê cihê kelehê, geliyê Hewranê jî di forma kanyonekê de ye. Bi baxir, hêşînahî, rengên zinarên di nav çem de teybetiyeke xwerû ye, cih bi cih jî lê şikeftên dîrokî hene. Ev baskê çemê Muradê jî rengekî gelek xwerû dide vî geliyê ku bûye mijara gelek stranên Kurdî. Ev gelî demeke dirêj cih û warê nêçîrvanan jî bû. Her wiha masiyê çem jî ji deqsoran hetanî masîpanan gelek cûreyên masiyan jî lê hene. Ev gelî di berxwedana dij dagirkeran de wek cihê parastinê bi roleke mezin rabûye, ev di hin stranan de jî xuya dike. Yanê hêjayê dîtinê ye.

Mixabin ku hetanî xwediyê vê axa pîroz nebe serwerê welatê xwe, wê cihên dîrokî yên li vir jî bi bêxwedîtîyê re bihêrife û wenda be, êşa giran ev e. Bêguman hin înîsiyatîfên heremî jî dikanin ji bo parastin, vehêran û danasînê hin tiştan bikin; mînak hin şikeftên di gelî de hene, ku anegorî hin agahiyên gel, di wan şikeftan de jî nivîsên mixî hene. Mixabin ku agahiyên bi destê min ketin ev in. Bi hêviya em bikanibin di kelehên din de hê agahiyên têrtir bi dest bixin, hetanî keleh yan jî cihgehekî dîrokî yê din, bimînin di nava xêr û xweşiyê de.

parvê bike

Melîk AYKOÇ

Nivîsên Melîk AYKOÇ

Keleha Argûnê
18 teşrînê

Li ser Îdir/Egîda
11 teşrînê

Kavilên Mendekê
4 teşrînê

Keleha Sarê
7 cotmeh

Keleha Haremî
30 îlonê

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.