Kela Xanzad yan jî Kela Banman

Pêncşem 11 Sibat 2021 - 00:45

Kela Xanzad, keleheke dîrokî ya li parêzgeha Hewlêrê ye. Ew li ser girekî 40 metroyan bilind hatiye avakirin û li ser rêya di navbera Hewlêr û Şeqlewa de ye. Ew 22 kîlometroyan dûrî Hewlêrê ye. 

Ji keleyê re gelek caran jî Keleha Banman tê gotin, ji ber ku nêzîkî gundê Banman e. Ew di serdema Mîrîtiya Soran de hatiye avakirin, yanî di sedsala 16´an de hatiye lêkirin. Mîr Silêmanê Mîrtiya Soran ew daye çêkirin. 

Li gorî agahiyên xelkê, Mîr Silêman keleh ji bo xwişka xwe Xanzad daye çêkirin. Piştî  mirina Mîr Silêman, Xanzadê karên mîrîtiyê bi rê ve birine û li nav Mîrîtiya Soran bûye jina pêşî ya ku li mîrîtiyê hukim kiriye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.