Kedkdar li Fransa li meydanan bûn

Nûçeyên Cîhan

Çarşem 3 Gulan 2023 - 01:47

  • Li Fransayê 1´ê Gulanê 2 milyon û 3 hezar kes beşdarî xwepêşandanan bûne. 

Li gorî sendîkayan, li Fransayê 1´ê Gulanê 2 milyon û 3 hezar kes beşdarî xwepêşandanan bûne. Wan reforma teqawidiyê ya serokkomar Emmanuel Macron jî protesto kir. Li gelek bajaran li ser destwerdana polês û cendirmeyan, şer qeiwmî û gelek kes birîndar bûn.

Sendîkayan pêşbînî dikir ku di 1’ê Gulanê de rekorên 30 salên dawî bişkînin. Hikûmeta Emmanuel Macron ku temenê teqawidbûnê ji 62’an kir 64’an, bi zêdeyî 300 xwepêşandanan hate protestokirin.

Ji bilî bajarên mezin ên wekî Parîs, Nantes, Toulouse, Bordeaux, Marsîlya û Lyonê, li bajarên piçûk jî tevlîbûn pirr zêde bû.

Sendîkaya CFT'ê ragihand ku li gelemperiya welêt 2 miyon û 3 hezar kes daketine meydanan. Li paytext Parîsê tenê  550 hezar kesan hikûmet protesto kir.  Li gorî çalakiyên sala 2022’yan şeş, heft qatan zêdetir beşdarî çêbû. 

 

291 kes hatin binçavkirin

Li bajarên Parîs, Lyon û Nantesê ji ber şideta polês xwepêşanderan xwe parast. Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Hundir 108 polîs û cendirme birîndar bûne. Polêsan û cendirmeyan 291 kes kirin nezaretê. Wezaretê lêi ser hejmara kesên ku polês û cendirmeyan birîndar kir, ti agahî neda, lê bi dehan kes ji ber êrişên polês û cendirmeyan birîndar bûn. Li Nantesê çavekî xwepêşanderekî rijiya. Di êrişa polêsan de tenê li Parîsê herî kêm 111 kes hatin binçavkirin.

Rêveberê Sendîkaya CFDT Laurent Berger got, "Ev ne berxwedana dawî ye." Hikûmet nêrîna ku reforma teqawitbûnê bi pejirandina wê ji aliyê Encûmena Destûrê ve di nivê Nîsanê de gihîştiye ‘dawiya pêvajoya demokratîk’ diparêze. Lê sendika û partiyên muxalif ji bo xistina reformê xwe ji pêngavên nû re amade dikin.

 

Wêne: Guillaume Pinon / Hans Lucas / Hans Lucas via AFP

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.