Karkerên petrolê yên piştgirî dan serhildana "Jin jiyan azadî" peyama "Em bûne lehî, ger daxwazên me neyên cih dê her tişt li pêşiya me biherike."
Karkerên petrolê yên ku piştgirî dan serhildana Rojhilatê Kurdistan û Îranê ya bi dirûşma "Jin jiyan azadî" dest bi grevê kirin.
Karkerên petrolê yên bajarên Îlam û Dêhloranê yên Rojhilat duh dest ji kar berdan û li dijî nedayîna mûçeyên xwe dest bi grevê kirin. Karkerên petrolê yên li bajarên Xuzistan, Faris, Buşehîr û Bedr Ebas jî ragihandin ku dest bi grevê kirine.
Di daxuyaniya hevpar a li ser navê karkerên petrolê de hat gotin, “Em niha bûne lehiyê, eger daxwazên me neyên cih, wê her tişt li pêşiya me biherike. Li gel hemû nêzîkatiyên me yên hesas, di warê petrolê de şert û mercên me nehatine başkirin û mafên me jî nehatine dayîn. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Heta em mafên xwe bi dest nexin em ê çalakiyên xwe bidomînin."
Mensûr Hurmuzî jiyana xwe ji dest da
Li bajarên Tehrab û Heft Hewîzê meşên girseyî hatin lidarxistin. Di meşên ku li dijî rejîmê dirûşm hatin berzkirin de di navbera polêsan û xelkê de pevçûn derketin.
Li gel çalakiyan êrîşên hêzên rejîmê yên binçavkirinê jî didomin. Welatiyê bi navê Mensur Hormuzî yê ku di komkujiya Îna bi xwîn a li Sîstan û Belûcîstanê de birîndar bibû, piştî 108 rojan jiyana xwe ji dest da.
Dibe ku Mujgan Keşawerz bi darve bikin
6 sal cezayê girtîgehê li endama Sendîkavanên Mamosteyan Sarah Syahpur hat birîn, du salan qedexeya derketina derve, endamtiya partiyê û qedexeya internetê hat dayîn.
Şêwekar Farnaz Hosseinzadeh ku li Tehranê dijî, bi hinceta beşdarî serhildanên 26’ê Cotmeha 2022’an bûye, hat girtin û piştî 20 rojan sirgûnî Girtîgeha Êvînê û piştre sirgûnî Girtîgeha Karçakê kirin.
Farnaz Hosseinzadeh ku di 24’ê Kanûna 2022’yan de bi kefaleta 800 milyonî li dadgeha xwe hat berdan, ji aliyê Şaxa 26. a Dadgeha Şoreşê ve bi îdiaya “Xerabkirina aramiya giştî” 4 sal û 8 meh cezayê girtîgehê û 76 qamçiyan lê hat birîn.
Parêzerê çalakvana mafê jinan a Îranî Mujgan Keşawerz, Mihemed Muqîmî ragihand ku jiyana muwekîla wî di metirsiyê de ye û egera birîna cezayê bi darvekirinê li ser heye.
NAVENDA NÛÇEYAN