M. ZAHÎT EKÎNCÎ / HAMBURG

Leyla Kaya ev 23 sal in di nava Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurd de çalak e. Ew jî ji zarokên malbatekê ye ku piştî qirkirina Dêrsimê li çar aliyên dinyayê belav bûne. Malbata wê sirgûnî Çorumê bûye. Lê ew weke zaroka wê malbatê li Elmanyayê, li bajarê Hannoverê hatiye dinê.

Di zarokatiya xwe de pirrî caran tevî malbata xwe çûye çalakiyên komeleyên Elewiyan ên li Hannoverê. Bavê wê bi Kurdî dizane, lê di nava malbatê de hîç behsa Kurdbûnê nehatiye kirin. Gava dest bi şagirtiya pîşeyî dike, hîna nû ew li nasnameya xwe dipirse. 

Sala 1998'an dizewice û li Hamburgê bi cih dibe. Lêgerîna wê ya li nasnameya xwe, bi hevjînê wê re jî dewam dike. Rojekê gava dibihîse ku li Feldstrasse komeleyeke çepgirên ji Tirkiyeyê heye, diçe wir: "Gava ketim hundir, min wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û wêneyên hevalên şehîd dîtin. Haya min ji şewitandina daristan û gundan bi destê dewletê hebû. Ji nûçeyan jî min bi kuştinên qaşo failnediyar dizanî. Lê ev cara pêşî bû ku li nava komeleyeke Kurdan bûm. Jidilbûn û germbûna mirovan tesîr li min kir."

Nasnameya xwe dît

Li vir di minaqeşeyan de, bi gotinên wê, neynikek li rûyê wê girtin û wê xwe tê de dît. Wekî din jî "Di wê neynikê de min dît ka ez weke jinê çiqasî xurt im."

Hingê Leyla Kaya jî wexta ku wê komleyeke jinên Kurd bê damezrandin, diçe komeleyê. Bi navê Komeleya Jinên Azad a Mezopotamyayê wê bibûya komeleya jinan a pêşî ya tevgera Kurd li Ewrûpayê. Ew jî dikeve rêveberiya vê komeleyê. Bi saya serê xebatan, ew dibêje, ew xurt bûye û gihayî bûye: "Vê jî bi xwe re kir ku ez baweriyê bi xwe bînim. Li vî cihê ez weke mêvan hatimê, ez bûbûn xwediyê malê."

Heval Sara pêşenga me bû

Piştî ku xebatên komeleyê têra birêxistinbûnê nekirine, ew xwe weke meclîs, li ser pêşniyaza Sakîne Cansiz (Sara) bi navê Meclîsa Jinên Kurd a Hamburgê bi rêxistin dikin. Ew di dema damezrandina meclîsê de timî li cem wan bûye. Piştî komkujiya li Parîsê ya 9'ê Çileyê 2013'an ew navê komeleya xwe diguherin: "Me navê meclîsê kir Meclîsa Jinan Rojbîn. Şehadetan dilê me şewitand, lê barê li ser milê me jî giran kir. Çavên Heval Sara îro jî bawer dikim li ser me ne, em erkên xwe, berpirsiyariyên xwe bi cih neînin, bi me de dixeyide."

Tevî rêxistinên din ên jinan hefteya yekê ya her mehê ew li Hamburgê mîtîngekê li dijî şideta beramberî jinê organîze dikin.

Leyla Kaya zewicandî û dayika zarokekê ye û ji bo debara malê ew jî dixebite. ji ber wê, ji bo ku karibe bi pirsgirêkên jinan re elaqedar bibe, dibêje, carinan dixwaze ku roj 30 saet bin.

Leyla Kaya kampanyaya îmzeyan ya ji bo dadgehkirina Erdogan a ku Tevgera Jinên Kurd a Ewrûpayê (TJK-E) daye destpêkirin, bi bîr dixe û dibêje, "Me li Hamburgê, bi şev û roj kar kir ji bo kampanyayê. Heger komkujiyek li dijî jinê hebe, şidet hebe, divê ev bê cezakirin. Ji bo dadgehkirina Erdoganî ne sed, lê bi hezaran sedem hene. Bi hezaran mirovî ji bo dadgehkirina dîktator û qatilên jinan kampanya îmze kir, nabe ku  mirov xwe li vê kerr û kor bike."