Çalakî û nerazîbûnên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bê navber dewam dikin, vê carê li gelek bajaran karker û karmend li dijî rewşa xirab a jiyanê daketin kolanan. Ciwanan û dayikên aştiyê jî bi çalakiyên cûrda Komploya 15’ê Sibatê şermezarkirin.

 

Li Rojhilat çalakiyê 15’ê Sibatê

Li aliyek din di çarçoveya çalakiyên serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de, Komploya 15’ê Sibatê ya dijî Rêber Abdullah Ocalan, bi çalakiyên cuda hate şermezarkirin. Ciwanan li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê li ser dîwaran dirûşme nivîsandin û komploya 15’ê Sibatê şermezarkirin.

Li bajarê Seqizê Dayikên Aştiyê kombûn û bê navbera dirûşmeyên ‘Bê Serok jiyan nabe’, û ‘Jin, Jiyan, Azadî’ qêriyan. Dayikan komploya 15’ê Sibatê şermezarkirin.

 

Karmend û teqawîdbûyî li meydanan e

Divê çarçoveyê de li bajarên Îlam, Kirmaşan yên Rojhilatê Kurdistanê her wiha bajarên Esfehan, Ehwaz, Meşhed û Tahranê karmend û teqawîdbûyiyên Rêveberiya Peywendiyan, li dijî paşxistina mûçe û nedana mûçeyên xwe, çalakî lidarxistin.

Herwiha karkerên Kane Misî Sîrcan ya li Kirmaşanê jî dijî paşxistina mûçeyê xwe çalakî lidarxistin û çalakiyên wan didomin. Li Tahranê jî beşek karkerên bi peyman yên şirketa neftê û komek karmendan, çalakî lidarxistin û xwestin mûçeyê wan were dayîn û zêdekirin.

 

Kesayetên navdar nerazîbûn nîşandan

Li ser asta Îranê jî nerazîbûnên dijî desthilatê dewam dikin, 112 kesayetên Kurd û Îranê, bi daxuyaniyek hevbeş û nerazîbûna xwe li dijî bêdengkirina xwepêşandanan anîn ser ziman.

NAVENDA NÛÇEYAN