Keça şêwekarê navdar Pablo Picasso, Maya Ruiz da zanîn ku ew 9 berhemên Picasso bexşî dewleta Fransayê kiriye.
Wezîrê Darayî yê Fransayê Bruno Le Maire ev xeber li ser hesabê xwe yê twitterê belav kir. Le Maire got; “Hatina berhemên Picasso ya welatê me ji bo me rûmet e. Ev berhemên wî dê mîrateya me ya çandî dewlemend û kûrtir bikin.”
Wezîrê Çandê yê Fransayê Roselyne Bachelot jî piştrast kir ku ev nûçe rast e û berhemên Picasso niha li Fransayê ne.
Ev 9 berhemên Picasso 6 tablo, 2 peyker û defterek in. Di defterê de xêz û pêşnûmayên Picasso hene. Berhemên Picasso Nîsana 2022’an dê li Fransayê di pêşangehekê de werin nîşandan.
NAVENDA NÛÇEYAN