- AKP-MHP’ê her sal ji bo erdhejê pere kom kirin. Lê em dibînin ku ew pere li rastê nînin. Hemû ji bo şer xerc kirine. Heger bi wî pereyê ji bo erdhejê tevdîr wergirtana, ew êş û xirabî nedihatin serê xelkê. Ji ber ku dixwaze gelê Kurd qir bike, hemû derfetên Tirkiyeyê û derve dixe xizmeta vî şerî.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik daxuyaniyek da û bang li hêzên xwe yên leşkerî kir: “Çalakiyên leşkerî yên li metropolan û li bajaran bisekinînin. Heta dewleta Tirkiyeyê, êriş neke, me biryar da ku em çalakiyan nekin.”
Hevserokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik bi boneya erdheja navenda wê li navçeya Bazarcixê ya ser bi Mereşê di 6’ê Sibatê de bi şideta 7.7 û 7.6 çêbû, peyamek weşand û got, “Em bang li hemû hêzên çalakiyên leşkerî dikin ku li Tirkiyeyê, li metropolan, li bajaran çalakiyên leşkerî, bisekinînin. Wekî din, heta ku dewleta Tirkiyeyê bi ser me de neyê û êrişê me neke, me biryar da ku em çalakiyan nekin. Heta ku êşên gelê me kêm bibin, birînên xwe derman bikin, ev biryara me lê ye.” Bayik diyar kir ku helbet helwêsta dewletê jî wê li ser biryara wan diyarker be.
Êş mezin e, dewletê mezintir kir
Cemîl Bayik di peyama xwe de îşaret bi asta felaketê kir û got, “Li Bakurê Kurdistanê, li Rojava, li Tirkiyeyê, li Sûriyeyê, gelên me di nav zehmetiyeke mezin de ne. Bi taybetî ji ber siyaset û pêkanînên dewleta Tirk, gel zêdetir êşê dikişîne. Ji bo wê, bi taybetî, ew dewleta dagirker, qirker a Tirk, siyaset û pêkanînên ku dimeşîne, li ser gelan zêdetir êşê çêdike. Hestên civakê gelek bandor li me kir. Rehma Xwedê li kesên mirî be, şifa xêrê ji birîndaran re dixwazim, dibêjim ji bo yê bi malbatî jiyana xwe ji dest dane, ji bo hemû gelê me sersaxiyê dixwazim.
Derfetên xwe seferber bikin
Em li Tirkiyeyê dinihêrin; lê Tirkiye ji ber ku tevdîr wernegirtine, felaket çêdibin. Hêj jî bi hezaran mirovên me di bin xirbeyan de ne. Pêwîst e em wan zû derxin. Ji ber ku zivistan e, berf e, baran e, serma ye. Lewma divê her kes çi derfetên xwe hebin divê seferber bike, bi lez alîkarî yên ku di bin avahiyan de mane, bi pêş bixin. Saziyên demokratîk û her kes, derfetên xwe çi ne, divê bi tevahî ji bo wê seferber bikin.
AKP’ê ti tevdîr bi pêş nexistin. Ji bo gel xizmetekê nake. Li Tirkiyeyê ji bo erdhejê tê zanîn, bac dihatin wergirtin. Lê çi bi wan bacan bû, kes nizane.
Baca erdhejê ji bo qirkirinê bi kar anîn
Dewleta Tirkiyeyê, hemû derfetên xwe; hundir û derve, ji bo li Kurdistanê gelê Kurd qir bike, bi milyaran dolar xerc kirin. Şerê taybet bi pêş xistin. Alîgirên xwe xurt kirin. Çete xurt kirin. Hinek saziyên şerê taybet xurt kirin. Hemû derfetên Tirkiyeyê ji bo vê xerc kirin. Ji bo wê tiştekî nadin gelê Tirkiyeyê. Bi taybetî jî nedan gelê Kurd. Di desthilata xwe bêyî hidûd dizî kirin. Rant, talan bi pêş xistin.
AKP-MHP’ê di desthilata xwe gelek pere kom kirin. Her sal ji bo erdhejê pere kom kirin. Lê em dibînin ku ew pere li rastê nînin. Hemû ji bo şer xerc kirine. Heger ew pere ji bo gel xerc bikirana, bo erdhejê tevdîr wergirtana, ji bo tenduristî û perwerdehiya gel bi pêş bixistana, ew êş û xirabî nedihatin serê xelkê. Ji ber ku dixwaze gelê Kurd qir bike, hemû derfetên Tirkiyeyê û derve dixe xizmeta vî şerî.”
Biryara wicdanî û insanî
Di dawiyê de Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik got, wan rewş ji aliyê mirovî, wijdanî, exlaqî ve nirxandiye û wiha dewam kir: “Em bang li hemû hêzên çalakiyên leşkerî dikin ku li Tirkiyeyê, li metropolan, li bajaran çalakiyên leşkerî bisekinînin. Wekî din heta ku dewleta Tirkiyeyê, bi ser me de neyê û êrişê me neke, me biryar da ku em çalakiyan nekin. Heta ku êşên gelê me kêm bibin, birînên xwe derman bikin, ev biryara me lê ye. Helbet helwêsta dewletê jî wê li ser biryara me diyarker be.”
BEHDÎNAN